Li Nerwrozan Ahengîya Mercan
A+
A-
Duh (21.03.2017) li Amedê li qada newrozê bi beşdarîyek girseyî newroz hat pîroz kirin.
Tiştê balkêş ji salên borî re ew bû ku êdî wesayîtên komguhêz hatibûn astengkirin. Di salên çûyî de her di xizmeta gel de bûn. Lê niha êdî xetên ber bi qada newrozê ve hatibûn rawestandin, astengkirin.
Rojnameya Kurdistanê çend roj berê nûçeya newroza rojhilat wek newroza bimerc pêşkêş kiribû. Di newroza Amedê de jî sîya heman mercan ketibû ser newroza Amedê jî. Ew merc jî ji alîyê Dewleta Îslamî ya Îranê ve li bajarê Sine yê Rojhilat wek berznekirina Ala Kurdistanê û sirûda netewî bûn.
Me li qada newroza 2017an a Amedê vê pirsê kir: Gelo ev mercên ahengîya li hember al û sirûdê li hev rast hatinek çawa ye?
Bêjeyên Miftehî li,nerwrozan,ahengîya,mercan