Li Bremenê Alaya Kurdan
Wek meseleyên din di meseleya alayê da jî serê partî û sazîyên Kurdan tevlihev e. Yekîtîyek, konsessûsek tine di navbera wan da. Hebe jî şeklî ye. Ne ji dil e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkekê rojek tên ba hev, rojtira din, yan ji ber zext û bandora dagirkeran, yan jî ji ber sistî û nejidilbûna xwe ji hev belav dibin.
Wan pirî îmzeyan kom kirine û daxuyanîyan dane, êdî ew ji bîr kirine.
Yanê bi kurtasî bûne vîtirîner. Peyvên wan ên yekîtîyê, civînên wan, hema mîna "Bila dost di bazarê da bibînin."
Her partî, rêxistin helbet dê ala û sembolên wan hebin. Lê neku wan ala û sembolên xwe li ser milletî ferz bikin. Hela ji wan partîyan PKKê, ku hezar kirasê li xwe kirîye, ji xeynê yê kurdî, çiqas sembolên komunîstên îflaskirî hene danîne ser alayên xwe.
Bi salan ji rengên "kesk, sor û zer" ra gotin "rengên neteweyî", yan jî di şûna alaya neteweyî da bi kar anîn! Ev rengine kengê, çima bûne neteweyî? Kes nizane.
Di nava Kurdan da yên ku ji van rengan jî, yên ku ji rengên spî, mor, qiçk û nizanim çi hez dikin jî hene. Ev millet e wê hez ji her rengî bike.
Û di ser da jî ev rengên kesk û sor û zer li Afrîkayê belkî alaya 10-15 dewletan e. Hetta li hin welatên Amerîkaya Latînî jî.
Bikaranîn û nêzîkayîya li alaya îroyîn a Kurdistanê jî şaş e.
Yan teqlîtê dagirkeran dikin, yan jî bi nezanî li her derê şaş û maş ew li ba dikin.
Li başûrê Kurdistanê jî wisa. Alayê li serê çîyan kolane, yên qirase çêkirine bi avahîyan da kirine.
Lêbelê Alaya Kurdistanê di nava alayên navneteweyî da li ba nabe! Heta li ba nebe, tu nikarî bêjî ez xwedî ala me! Welat im. Dewlet im.
Li welatên Siwêd, Almanya yan jî li Swîsrê binihêrên, alayên wan ewqas nayên ber çav, mirovên wan welatan ewqas ne alakolîk in. Lê neteweyên herî bingeh saxlem û pêşketî ne, Tu nikarî tilîya xwe dirêjê berjewendîyên wan bikî..
Nîsana par mamosta Beşîkçî ji bo semînarekê hatibû Bremenê. Ji Weqfa Beşîkçî ya Amedê mamosta Ehmed Kanî û Celal Temel jî hatibûn. Ehmedî gazî min kir, ez jî çûm. Ji bajarên din ên Almanyayê jî hin heval û hogir hatibûn.
Ez Bêşîkçîyî ji salên 70yan ji weşanxaneya Komalê dinasim. Komalê pirtûkên mamostayî diweşand û belav dikir. Şîreta Mela Remezanê bavê min bû, digot; "Divê meriv xwe bide alîyê ku Bêşîkçî lê ye…"
Du sazîyên Kurd, ji bo semînarê "salona dawetê" kirê kiribûn. Guhdarvan zarokên xwe jî anî bûn. Heta dawîyê qareqar û vîlevîla zarokan bû.
Mîkrofon baş nedixebitî. Eyar dikirin, çend deqe şûnda car din xirab dibû.
Alayeke Kurdistanê bi bandê bi dîwarê platformê va daliqandibûn. Alayeke din jî bi heman şêweyê bi pêşîya maseya pilatformê va.
Tişta balkêş ew bû, ku ew ala carê carek xar dibûn, dişimitîn diketin xarê. Du kesan her carê diçûn wan alayan rast dikirin, dihatin li şûna xwe rûdiniştin. Ew çend deqe şûnda careke din xar dibûn û dişimitîn.
Rastkirin, şimitîn û karesata organîzasyonê heta dawîya semînarê bal û konsantre bi me ra nehîşt.
Li dawîya semînarê ez çûm ba Beşîkçîyî, min bi destê wî girt û gotê:
"Xoce binihêr! Ev nîvsedsalekê ye tu bêrawestan rê nîşanê Kurdan didî, şîretan li wan dikî. Mixabin em hîn nikarin mîkrofonekê eyar bikin û du alayan daliqînin! Em dê çawa dewletê ava bikin?
Wi ti tiştekê negot.
Ji xeynê awirên bi mij û bi wê kena xwe ya dilnizm
19.11.2018, Berlîn
Ewdil Ararat