1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Kurtejiyana Selahedîn Kaya
Kurtejiyana Selahedîn Kaya,kurtejiyana,selahedîn,kaya

Kurtejiyana Selahedîn Kaya

A+ A-

Selahedîn Kaya, di sala 1943yan da li gundê Gokdere yê Çewlîgê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Malbata wî, jiber zîrekî û serkeftîbûna wî dixwest ku zarokê xwe bide xwendin. Ancax wê serdemê şêx û karbidestên herêmê yên ku li ser gel bibandor bûn, nedixwestin gelê kurd zarokên xwe bişînin dibistanan. Şîroveyên çewt yên dînî bikar dianîn û digotin: “Zarokên xwe neşînin dibistanan, lewra ew cih malên şeytan in.” Bi tevî van propagandayên neyînî, malbata Selahedîn Kayayî bo xwendinê kurê xwe şand bajar. Di wê serdemê da gelek gundiyan vê wêrekiyê nikarî nîşan bidin.

Dibistana navîn di salên 1955-1958an da li Çewlîgê xwend. Dibistana amadehîyê jî li heman bajarî di salên 1958-1961î da xwend. Di sala 1961ê da, li Anqerayê dest bi xwendina zankoyê, beşa Akademîya Îktîsad û Îdareyê kir. Xwendina xwe ya zanîngehê di 1966an da xelaskir. Li hemanbajarî, li Etîmesudê di salên 1967-1969an da leşkeriya mecbûrî wek serbazê berdest pêk hanî. Di dema xwendina akademiyê da, beşdarê ezmûna ku Wezareta Karê Derve vekiribû bû. Di ezmûnê da serkeftî bû û wek karmendê maîyetê hat qebûlkirin. Di vê pêvajoyê da wek qasid li gelek welatê Balkanan, Afrîkayê û Rojhiltanavîn wezîfe kir.

Piştî ku leşkeriya mecbûrî di sala 1969an da bi dawî bû, wek balyozê Turkîyeyê yê Bexdayê hat tayînkirin. Bi nêzî salek li wirê wezîfe kir. Di sala 1970yan da bû balyozê Telavîvî li Îsraîlê. Piştî ku çar sal li virê wezîfe kir, di salên 1974-1976an da li navenda Wezareta Karê Derve xebitî. Di sala 1976an da bû balyozê Tirkîyeyê yê Londonê. Bi qasî çar salan jî li wirê xebitî. Di sala 1980yan da vegeriya Anqerayê.

Di navbera salên 1980-1982yan da, ku li Anqerayê bû, wek peryodên sê meh demkî li bajarên Madrîd, Atîna û Beyrûdê xebitî. Di pêvajoya sê mehên ku li Beyrûdê dixebitî da, bû şahidê pevçûnên tûnd ên dînî û mezhebî. Wisa tûndîyek mezin bû ku dîwarên derve yên balyozxaneya lê dixebitî, bi perçeyê gule û şerapnelên ji çekên cuda cuda bûbûn wek kunên seradê.

Piştî xebata wî ya du salî li navenda Wezaretê, tayîna wî wek balyozê Birezîlyayê der ket. Ancax Serokê Rêveberîya Leşkerî (Konseya Ewlehiya Neteweyî) ya 12ê Îlonê, Kenan Evren biryara tayîna wî ya derveyê welat nepejirand. Tayîna wî hat îptalkirin.

Selahedîn Kaya, di sala 1982yan da îstîfa kir. Vegeriya bajarê xwe Çewlîgê. Demek bi karê xwe yê taybet bazirganî kir. Di hilbijartinên herêmî yên sala 1984an da, bû berendamê partiya SODEPê yê şaredariya Çewlîgê. Bi ferqek pir kêm di navbera wî û rikberê wî da, şaredarî bidest nexist. Di sala 1987an da bo mebûsîyê bû berendamê partiya SHPê, bi tevî ku temeyula herêmî wî wek berendamê yekem hilbijart û mehek bo propagandayê xebîtî jî partiya wî bi biryara navendî kesek din di şûna wî da kir rêza yekem, ew jî ji hilbijartinê vekişîya.

Di hilbijartina herêmî ya sala 1989an da, bo şaredariya Çewlîgê ya partiya SHPê bû berendam û serkeftî bû. Di navbera salên 1989-1994an da şaredarîya bajarê Çewlîgê kir. Di şaredariya xwe ya vê serdemê da li gorî gelê bajarê wî, gelek serkeftî bû. Di dema şaredarîya xwe da sê biryarkarên ku wek şoreş dikarin bên nirxandin pêk anî. Yek jê projeya temînkirina ava bajêr heta 50 salî bû. Yek jî avakirina şantiyeya asfaltê/qîra rê çêkirinê û ya din jî derxistina bingeha(qad) leşkeriyê ji navenda bajêr bû. Ancax biryara derxistina leşkeran ji nava bajêr, jiber eleqedar nebûna şaredarê dû wî û sîyaseta wî şaredarî pêk nehat. Di salên 1994 û 2004an da du serdem dîsa bû berendamê şaredarîya Çewlîgê lê bi ser neket. Di serdemek da, bû kordînatorê Komeleya Şarevaniya Tirk. Di salên paşîn da ne aktîf be jî her di nava sîyasetê da ma. Ew di jiyana xwe da her daîm wek şêwirmend, rolmodel an rêberê qena’etê bû.

Bi tevî ku di demên dawîn ên jiyana xwe da bi nexweşiyek giran ra rû bi rû ma jî tu carî bêmoralî û bêmotîvasyonî nîşan neda.

Di 20ê Tebaxa 2019an da, li Çewlîgê çû ser dilovaniya xwe.

Amadekar: Ruştu Mutewelîzade


Bêjeyên Miftehî