1. Hemû Nûçe

  2. Başûr

  3. Kes Nikare Pêşîya Kurdan bigire
Kes Nikare Pêşîya Kurdan bigire,kes,nikare,pêşîya,kurdan,bigire

Kes Nikare Pêşîya Kurdan bigire

A+ A-

Dewleta Tirkan û ya Farisan li hev digerin bo ku dewletbûna Kurdistanê ra bibin asteng. Îran berî referandûma serxwebûna Kurdistanê gelek rayedarên xwe şandibûn Tirkiyeyê. Serfermandarê leşkerî û wezîrê derve hatibûn.

Çend roj berê Serfermandarê leşkerî yê tirkan çûbû tehranê. Îro jî Serokkomarê tirkan Recep Tayip Erdogan çû Tehranê. Çapemenîya tirk û farisan vekirî dinivîsin ku hemû hewildanên rayedarên her du dewletan jî li ser Başûrê Kurdistanê ye.

Lê ew çi bikin jî êdî nikarin pêşîya kurdan bigirin. Kurdan bi rêjeyek gelek bilind birya da ku dê bibin dewlet. Em wek rojnameya Kurdistanê bo wefata Mam Celal ji gelê kurd ra ser saxî dixwazin.