KURSA BERENDAMÊN MAMOSTEYÎYA ZIMANÊ KURDÎ
Ev demeke dirêj e, em wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropa-YMK hewl didin ku ji bo perwerdeya berendamên mamosteyên zimanê kurdî, kurseke întensîv bê lidarxistin. Ji bo vê bi hinek saziyên perwedeyê û zanîngehan re tekilî hatin danîn û proje hatin pêşkêş kirin. Herî dawî ji aliye Zanîngeha Sorbonê, Enstîtuya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat, Beşa Zimanê Kurdî li Parisê (INALCO) de projeya me hatiye qebûlkirin.
Li ser bingehê vê hevpeymana prensîbî di navbera 06.07.2020 heta 11.07.2020 an de wê ji aliyê Zanîngeha Sorbonê, ve ji bo berendamên mamosteyên zimanê kurdî bi riya înternet (Online) kursek bê dayin. Kesên bixwazin, tevî vê kursê bibin, dikarin, serlêdanên xwe bikin. Dema serlêdanê ji 15.04.2020 heta 30.04.2020î ye. Agahdariyên din û mercên beşdariya Kursa Berendamên Mamosteyiya Zimanê Kurdî li jêr in.
Di dawiya kursê de, beşdarên di ezmûna nivîskî de serkevtî bin, wê ji zanîngehê sertîfikayeke zimanê kurdî, asta C2 û Formasyona Pedagojîk a kerhatina di warê dersdayina zimanê kurdî de bigirin.
Agahdarî û mercên ji bo serlêdanê:
1. Ji bo mirov bikaribe beşdarî vê kursê bibe, divê; baş bi zimanê kurdî bizanibe,
(Ji bo destnîşankirina asta zanîna zimanê kurdî (kurmancî an jî soranî) wê pêşezmûnek bi devikî û nivîskî bê çêkirin û piştî vê di navbera YMK û beşdarvanan de peymaneke nivîskî bi zimanê kurdî û almanî bê çekirin.)
2. Divê bi kemanî dibistaneke bilind (2 sal) hatibe xelaskirin,
3. Divê her kes bi zimanê kurdî kurtejiyan û kopiya dîplonameya xwe ji me re bişîne.
4. Ders wê li ser înternetê (Online) bên dayin.
5. Ders wê ji 06.07.2020 heta 10.07.2020an, rojê 6 saet, bi tevahî 30 saet bên dayin.
6. Roja piştî kursê di 11.07.2020 an de wê li Parisê ezmûna kursê bi nivîskî bê çêkirin.
7. Kesên di ezmûnê de bi ser nekevin, wê di dû re derfetê careke din ketina ezmûnê hebe?
8. Heqê mesrefa çûyin û hatina ji bo ezmûnê a Parisê her kes wê bi xwe bide.
9. Heqê kursê 500 € ye û divê hatanî ? ji hesabê zanîngehê re bê şandin.
Navnîşan û tekiliyên ji bo serlêdanê:
YEKÎTIYA MAMOSTEYÊN KURD LI EWROPA-YMK
Tekildar: Alîser Sayan Telefon: 015777066113 Tekildar: Vehbi Gencer Telefon: 017672509932 E-Mail: info@denge-mamoste.com
Têbînî: Sertîfîkaya C2 a zimanê kurdî ji bo mamostetiya kurdî û karê wergervaniya kurdî bi fermî gelekî girîng e. Dîsa di sertîfîkayê de destnîşankirina kêrhatina formasyona pedagojîk ji bo zimanê kurdî jî referanseke pir baş e. Sertîfîkaya wê ji aliyê Zanîngeha Sorbon Beşa Zimanê kurdî de bê dayin. Lê divê bê gotin; em nikarin, ji sedî sed garantî bikin ku her kesên bi vê sertîfîkayê bibin mamosteyên zimanê kurdî. Ew dimîne li ser însiyatîfa saziyên Almanyayê an welatên din yên perwerdeyê. Lê dikare bi hêsanî bê gotin ku ev zanîngeh li Ewrûpa û li cîhanê zanîngeheke naskirî ye û di beşa zimanê kurdî de jî gelekî navdar e.