1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. KCKê xwest ku girtî dev ji grevên birçîbûnê berdin
KCKê xwest ku girtî dev ji grevên birçîbûnê berdin,kckê,xwest,ku,girtî,dev,ji,grevên,birçîbûnê,berdin

KCKê xwest ku girtî dev ji grevên birçîbûnê berdin

A+ A-

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo grevên birçîbûnê yên ku girtî li girtîgehên Tirkiyeyê bi rê ve dibin daxuyaniyek weşand.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdisdtan (KCK)ê ji bo girtîyên ku ev 63 roj in di greva birçîbûnê de ne, daxuyaniyeke nivîskî da û bangî wan kir ku grevê bi dawî bikin.

Koma Civakên Kurdistan (KCK)ê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand: “Girtiyan bi çalakiyên xwe, têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHPê tê meşandin, xurtir kiriye. Ji ber vê yekê pêwîstî pê nemaye ku ev berxwedan hîn bêhtir dewam bike."

TÊKOŞÎN DÊ BI RÊBAZÊN CUDA WERE DAYÎN
Greva birçîbûnê ket roja xwe ya 56an
Herwiha di daxuyaniya KCKê de wiha hat gotin: "Em jî, gelê me jî di wê baweriyê de ne, ku mijarên ketine rojevê wê bên şopandin û têkoşîna di vî warî de bi rê û rêbazên cuda were dayîn. Bi vê bîr û baweriyê, em dixwazin dawî li greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger were anîn."
Ji aliyê din ve, KCKê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku girtiyan ji bo rakirina "tecrîda" li ser serokê PKKê Abdullah Ocalan, 'kiryarên li dijî gelê Kurd û rawestandina operasyonên siyasî û zextên li zindanan dest bi greva biçîbûnê kirine’.

Di berdeamiya daxuyaniyê de hatiye gotin: "300 heval di rojiya mirinê ne û bi hezaran girtî jî bi rengekî dorveger di greva birçîbûnê de ne”.

Çavkanî: Sputnik Kurdistan