Jenosayda Kurdan…
Ramîn Huseyin Penahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin îdam kirin. Îran, îdamkirina ciwanên kurdan didomîne. Îran, sepandina vê polîtîkayê bi awayek bibiryar didomîne. Ciwanên bîst salî têne dardekirin. Her roj ciwanên kurdan yekûyek, dido dido, sêûsê, pênc-pênc têne dardekirin. Ev awayek wisa ye ku zêdebûna nifûsa kurdan asteng dike, nahêle zireta kurdan çê bibe.
Ev rewş, Peymana 1948an a Neteweyên Yekbûyî, ya astengkirin û sezakirina tawana jenosaydê, bin pê dike. Benda Peymanê ya 2/dyê behsa ‘Astengkirina armancên ku zêdebûna nifûsa di nava koman de kirine hedef’ dike.
Ev polîtîkaya ku Îran li hemberî kurdan bi awayek bibiryar disepîne, tawana jenosaydê pêk tîne. Divê saziyên mafê merivan wek Rêxistina Navneteweyî ya Lêborînê, çalakvan û parêzvanên Mafê Merivan, rêxistinên navneteweyî yên wek Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Yekîtîya Ewropayê, Konferansa Îslamê, pisporên pêwendiyên navneteweyî yên li zanîngehan an entellektuel, ronakbîrên di rêxistinên civaka sivîl de, polîtîkaya jenosaydê ku Îran li hember ciwanên kurd disepîne bigirin rojeva xwe û li serê gengeşîyê bikin…
Dikare bê gotin ku ‘li Îranê her kes tê îdam kirin, di vê mijarê de cêwazî nayê kirin.’ Lê, diyar e ev polîtîkaya ku bi awayek bibiryar û sîstematîk li hember ciwanê kurdan tê sepandin xwedî wateyek taybet e û tawana jenosaydê pêk tîne. Parçekirina malbatan, sirgûnkirina jinê bi alîyek ve, ya mêr bi alîyek dî ve, derzî lêdana jin-mêran ew operasyon in ku dixwazin di civatê de ziretê kor bikin. Di civatek de dardekirina ciwanan tê wateya ji binî de tunekirina wê civatê.
Dunya, rêxistinên mafê merivan, çalakvan, entellektuelên rêzdar û hwd. bo Huseyin Penahî neyê darde kirin, pir hewil dan. Di vê mijarê de bo rêveberiya Îranê gelek serlêdan hatin kirin. Di vê mijarê de guhnedana tu kesî jî polîtîkayek Îranê ye… Bi tevî vanan hemî jî divê bi israr vê polîtîkaya dijî merivahî, dijî exlaq û hovane ya Îranê bê rexnekirin.
Îsmaîl BEŞÎKCÎ
Werger: Ahmed KANÎ