Heqet, bêyarî kurd çi dinivîsin
Bi vê pirsê min xwest bala xwe bidim ser hundirê kewarê û li navmala kurdî binêrim ka çi û çi li me dihesile.
Gelek caran angaje ne em. Dûvikê galgala xelkê û ji me wetrê em bi dermanokên wan dê bikaribin birînên xwe ‘tîmar’ bikin. Xasma kewar xirt û xalî ye. Divê em zend û bendên xwe qenc bişidînin û xwe li barekî giran rakêşin.
Heqet! Bêyarî! Em kurd çi dinivîsin? Ma divê vê pirsê ji kê û kê bikin heta bikaribin encamekê jê derxin. Nizanim. Nivîs, li texma me piçekî palehiya pûşî ye, piçekî jî tîmarkirina kul û derdan.
Em dîsa angaje ne. Çavê me li derve. Ooo, xelkê ji mêj ve şikeva kiriye jî, hê jî nû nûka hevîrê xwe dikir girik. Ka em behs çi û çi bikin? A rastî barek derd û xemên me li hev nijinîne, lê bi kîjan teşiyê em wan birêsin… mebest vegotin û bêjeriyeka bi çi tewrî? Pirsên me di zikê xwe de diqefilin.
Dinyaya me biçûk e, na na, belkî em bibêjin delîvên dinyaya me berteng in dê rastir be. Îja di vê cihana berteng de ka em ê çi li çi bibanin û çi li çi bilefînin? Pirsên me pûş dikutin.
Em ne tenê angajekirî ne, heman wext hevsarkirî ne jî. Ha ez behsa Hefsarê Hesenê Metê nakim, camêr bi ben û tayê koçerî ta ta rêstiye… Malik lê ava bit.
Ha, ez behsa Keleşo ya Yildiz Çakarê jî nakim, fermanek çawa wisa bi narînî hatiye vegotin û reh û rîşên wê civaka xweşkûk, çawa mirov dibe nav dinyayeke berze…
Belê, ez behsa hefsarê ruhê me dikim. Ruhê zîz. Tefiyayî. Tepisî û hewl dide xwe bibîne. Tiştekî wisa. Belkî jî kêmasiya me ya herî mezin, em nizanin em çi dixwazin. Û bi ser de em newêrin bizanibin ka em kî ne, li kû ne, li dûv çi ne û bi rastî çi û çi dixwazin. Pirsên me di bin sîbera tirsên me de ditefe. Ha. Derdê me ji vir dest pê dike.
Çimkî em çi bizanîn çi bêhemdî mehkûmê hin têgihînan tên kirin. Ke wate; hejmara nivîskarên kurd ji ya xwendeyan zêdetir e. Ev gotin, bi serê xwe bi niyetek neçê û bi dilekî xirab hatiye sazkirin û di nav me de bûye benîşt û ketiye devê me. A rastî, mebesta vê gotegotê, bêîtîbarkirina peyva kurdî, bêqîmetkirina mijûliya bi nivîsîna kurdî ye. Mebest demoralîzekirin û jinavbirin e.
Û li ser vê bênderê gelek algorîtmayên weha danîne ber me, ne bo mebesta çareserkirina pirsê, na, berevajiyê ji bo rêwindakirinê. Em bê algorîtmayek di rê de ne û em angaje ne, lewma bivê nevê nikarin xwe ji sî û sîberan xilas bikin.
Peyva ketibe binê sîberê nikare simbil bigire û ger simbil bide jî danê wî simbilî nakemile. Dê xav û naşît bimîne. Pirsa me ev e. Em aza nîn in. Ruhê me jî, hizra me jî, hevsarek e û di destê nepen de digere.
Heqet, ma em kurd divê çi binivîsin? Bi ya min, ev pirs bi xwe hevsareke dî ye. Dev jê berdin. Kurd çi bixwazin dê wê binivîsin. Wekî her kesî û a herî giring jî wekî xwe û bi tevş û telaşê xwe ve…
Omer DILSOZ