Hejmara Tîrmeh-2020î ya Le Monde diplomatique kurdî derket !!!
Hejmara tîrmehê (53) ya Le Monde diplomatique kurdî, bi naverokeke dewlemend derket. Xwendevan, di vê hejmarê da, dê bikaribin gotar û analîzên li ser mijarên wekî; rewşa sîyasî ya li Misir û Sûdanê, tesîra aborî ya Covîd 19 li hin welatan, bazirganîya di navbera Çîn û Amerîkayê da, jeopolîtîka qeşaşikenîyê ya li okyanûsan rû dayî, hewlên sansurkirina înternetê ya dewlet û şirketên pirneteweyî, rol û wezîfeya Rêxistina Dewletên Amerîkî (RDA) û hwd bixwînin.
LMd-kurdî, herweha di beşa nivîsên redaksîyona kurdî da vê mehê cih daye gotara rojnamevan û nivîskar Çetîn Çeko. Çeko, hevdîtinên ku li rojavayê Kurdistanê di navbera PYNK û ENKSyê da pêk hatî bi awayeke berfireh dinirxîne. Nivîskar di gotara xwe ya ku bi sernivîsa; ''Kurdên Rojava; gelo dê bikaribîn bi hev ra bi ser kevin û dîrokê binivîsin?'' hatî nivîsandin da, paşxaneya van hevdîtinan vekolaye û bal kişandiye ser helwesta Tirkîye û Îranê û xetereyên siberojê yên vê hewildanê.
Xwendevan, dê di hejmara nû da, bijarteyek ji bûyer û geşedanên ku li seranserî cîhanê qewimîne û di çapemenîya navneteweyî da cih girtine, di bin navê ''Ji Çapemenîya Cîhanê'' da hatîye dayîn jî bikaribin bixwînin.
LMd-kurdî, di vê hejmara xwe da cih daye tabloyên wênesaz Walid Sitî. Walid Sitî li Duhokê hatîye dinê û niha li Brîtanyayê dijî.
Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:
Web: www.diplo-kurdi.com
Facebook: Le Monde diplomatique kurd
Twitter: @Diplo_Kurdi
Instagram: diplo_kurdi
E-Mail: info@diplo-kurdi.com
Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê da, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.
Birêveberîya LMd-kurdî.