Hejmara 60î ya Le Monde diplomatique kurdî derket!
Hejmara sibatê a Le Monde diplomatique kurdî, bi naverokeke dewlemend derket. Rojnameya mehane ku bi çapa dîjîtal weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya 60î ji xwendevanên kurdî re careke din got merheba.
Xwendevanên rojnameyê, di hejmara sibatê de, dê bikaribin gotar û analîzên wekî; 'Îskoçya xeyala serxwebûnê dike', 'Bîrek ku tu kes dawîya wê nabîne', 'Qada Tahrîrê, semboleke dorpêçkirî', 'Îlîzyonên Kêmbûnê' û hwd. bixwînin.
Lmd-kurdî, di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de vê mehê cih daye gotar û analîzên balkêş; Dr. Nadîre Güntaş Aldatmaz lêkolîna bi sernavê ''Zimanên Mîrata Kultura Dinyayê yên di Tehlûkeyê de ne: Mînaka Kirmanckî (Zazakî)'', Zimanzan Reşo Zîlan jî bi sernavê ''Serpêhatîyek bi Apê Mihemed re'', Weşanger Köroğlu Karaaslan li ser pirtûka “Dr. Seîd, Me Kilîta Çîyê Wenda Kir”, ji bo xwendevanên Le Monde diplomatique kurdî nivîsandin. Û hevpeyivîna Jînda Zekioğlu bi nivîskar Firat Cewerî re li ser edebîyata kurdî û serpêhatîya wî û nivîskarîya wî.
LMd-kurdî, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi wêneyên wênezasê kurd Timur Çelîk xemilandîye. Hunermendê vê hejmarê ji Gümüşhaneyê ye û niha xebatên xwe yên hunermendîyê li Almanyayê didomîne.
Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:
Web: http//:lemonde-kurdi.net/
Facebook: Le Monde diplomatique kurd
Twitter: @Diplo_Kurdi
Instagram: diplo_kurdi
E-Mail: info@diplo-kurdi.com
Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.
Birêveberîya LMd-kurdî