Hejmara 59an a Le Monde diplomatique kurdî derket!
Hejmara kanûna paşîn a Le Monde diplomatique kurdî, bi naverokeke dewlemend derket. Rojnameya mehane ku bi çapa dîjîtal weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya 59an ji xwendevanên kurdî re careke din got merheba.
Xwendevanên rojnameyê, di vê hejmara 59an de, dê bikaribin gotar û analîzên wekî; 'Li Qafkasyayê pêşbazîya rûs û tirkan', 'Lîstika GO ya Çînê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî', 'Arnawidistan, «şagirta baş» a tolaz', 'Kursa amerîkî ji bo rêveberên Çînê' û 'Rûsya li Afrîkayê, vegereke çavxapînok?' û hwd. bixwînin.
Lmd-kurdî, di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de vê mehê cih daye du gotar û analîzên balkêş; Ismail Beşikci bi sernavê ''Hesasîyeta li hember destkeftîyên kurdan'' û rojnamevan Çetin Çeko jî bi sernavê ''Sîyaseta Îsraîlê ya Kurdistana rojava'' . Herweha, hevpeyivîna ku Jînda Zekioğlu bi Prof. Hamit Bozarslan re di derheqê sîyaseta Rojhilata Navîn, Tirkîye û Kurdistanê de çêkirîye jî balkêş e.
LMd-kurdî, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi wêneyên peykersazê kurd Saleh Nemr xemilandîye. Hunermendê vê hejmarê ji rojavayê Kurdistanê ye û niha xebatên xwe yên hunermendîyê li Almanyayê didomîne.
Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:
Web: www.diplo-kurdi.com
Facebook: Le Monde diplomatique kurd
Twitter: @Diplo_Kurdi
Instagram: diplo_kurdi
E-Mail: info@diplo-kurdi.com
Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.
Birêveberîya LMd-kurdî