1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. Hawarîya Şîfa Gerdî li çar alîyê Kurdistanê berdewam e
Hawarîya Şîfa Gerdî li çar alîyê Kurdistanê berdewam e,hawarîya,şîfa,gerdî,li,çar,alîyê,kurdistanê,berdewam,e

Hawarîya Şîfa Gerdî li çar alîyê Kurdistanê berdewam e

A+ A-

PAKê buroya Rûdaw TVyê Zîyaret kir. Endam û rèveberèn Partiya Azadiya Kürdistanè ( PAKê) ji bo şîna Şîfa Gerdî çûn ofîsa Rûdaw TVya li Amedè. Ji tora Rûdaw TV û tora medya Kurdistanê re sersaxî û metanet xwestin. Piştgirî û alîkarî pèşkêş kirin. Rûdaw TV, ev zîyaret pir bi xatireki qîmetdar anî zıman û bi bernameyek zindî di televizyona Rûdawè de weşan kir.
Şîfa Gerdî xebatkara Rûdaw TV bû. Nevîya pêşmergeyekî Komara Kurdistanê ya Mahabadê bû. Li Başûrê Kurdistanê, di şerê li dijî DAIŞê, dijminê xwînxwar, dijminê bêbext de şehîd bû. Ew pêşmerge bû. Çeka wê qelem û kamera bû.

Ruhê şehîda Kurdıstanê û bi taybetî ruhê şehîda, keça pêşmerge Şîfa Gerdî bi buhiştê şad be.