1. Hemû Nûçe

  2. HEVPEYVÎN

  3. Gotûbêja Li Ser “Helale”ya Eta Nehayî
Gotûbêja Li Ser “Helale”ya Eta Nehayî,gotûbêja,li,ser,helale,ya,eta,nehayî

Gotûbêja Li Ser “Helale”ya Eta Nehayî

A+ A-

Koma Xwendinê ya Amedê, 25ê Çile, Gotûbêja li ser “Helale”ya Eta Nehayî, bi awayê online, li dar xist. Moderatorê gotûbêjê Ahmed Kanî bixêrhatinîya beşdaran kir û hin agahiyên wiha dan. Hevalino, me hewl da, em nivîskar Eta Nehayî û wergêrê kurmancî Bessam Mistefa jî beşdarê gotûbêjê bikin. Min ji Eta Nehayî ra li ser instagramê afîşa gotûbêjê şand. Mixabin bersiva min neda. Bessam jî got ku hewl daye wî vexwîne gotûbêjê, lê bersiv nedaye. Besam jî bi van hevokên ku ji me ra şand, “Bi rastî ‘Helale’ romanek pir hêja ye. Min peyam bo gotûbêjê ji Eta Nehayî ra şand, peyama min dîtîye, lê bersiv nedaye. Min pir diwest ez tevlî gotûbêjê bibim, lê mixabin ji ber ku mêvanê min hene ez nikarim tevlî bibim. Ez ê bi eşq li benda nivîsa we bim. Ka dê çi were gotin. Hûn karibin ji hevalan ra, li ser navê min silavan bibêjin û dema ku min kar li ser vê romanê dikir min nedixwest ev roman biqede. Min dixwast her bi min re bimîne, min hest dikir, ev roman bêdawî ye. Hin roman tu carî naqedin, ev yek ji wan romanan e. Ev xencer ne li Helale bi tenê dikeve, li me hemûyan dikeve.”, beşdarîya gotûbêjê kir.

Amed Tîgrîsê ku bi salan li Stockholmê mamostetîya zimanê kurdî kiribû jî romanê xwendibû, ji ber sedemên teknîkî nikarî beşdarê gotûbêjê bibe nirxandina xwe ya li ser romnaê bi vê nivîsê bi me ra parve kir:
“Mijara romana Helale, mijareke civakî û aktûel e. Roman li du welatan pêk tê. Li Swêd û Rojhilatê Kurdisanê. Nivîskar Eta Nehayî xwestîye civata Kurdistanê û Swêdê berawer (muqayese) bike. Bi taybetî ji aliyê jîyan û rewşa jinan ve, civaka pederşahî ya kurd û ya modern a Swêdê bide ber hev. Bi dîtina min di vê mijarê da ne serketîye. Ji aliyê şiroveya civata kurd a li welat heta radeyeke baş rave kiriye. Lê ya Swêdê hema bi ser ve çû ye.
Mijara vê romanê ne fantazî ye rastî ye û Helale li Swêdê hatiye kuştin. Di Romanê da cî û war heye lê tarîx tune. Adresa semta Stockholmê dide, qat û nimareya malê dide lê sal û meh tune ne. Min li heman taxê çend sal mamostetî kir. Ez herêmê baş nas dikim û ji vê bûyerê jî agahdar im. Ev kêmasîyeke mezin e ku tarix tune.
Li Stockholmê navê çend kesan dane, weke Nasir. Kek Nasir nasekî min e û bi rastî heta van salên dawî li Radyoya Swêdî kar dikir. Navê şaîr negotiye lê kurdên Stockholmê hema hema her kes dizane ew kî ye.
Metoda romanê gelek seyr an ecêb e. Ev metoda ku çend mijaran û deman di nav hevdu da bi kar tînin a Amerîka Latînî ye. Qaşo metodeke post modern e. Lê vv ne rast e û metodeke ne baş e. Romanê tevlîhev kiriye. Di heman paragrafê da hem behsa welat dike û hem jî behsa Swêdê dike. Pir tevlîhev e. Gelek xwendevan fêm nakin ka ev behsa çi dike. Mirov heta hemû romanê nexwîne nizane çi qewimî ye. Metoda tevlihev ne weha ye. ew metod beşek bi serê xwe ne. Di beşek da behsa ciyek an demek dike di ya din de behsa zemaneke din dike.
Piştî rûpelên 250 mijar baş li nav hev ketîye. Axavtina lehengan tevlîhev bûne. Di şûna kesê duyem da yê sêyem dipayive. Dîyalok tevlîhev in.
Werger baş e. Lê bêhna zimanê çapemenîya kurdî jê tê. Du hevwatyan li gel hev nivîsîne. Wek mînak: Sir û raz, şax û çîya, emîn û ewle, bêumîd û bêhevî, qerf û henek, vir û derew, gelo û ma…. Ev asta ziman dixîne.”

Piştî van agahîyên ku min (A.Kanî) da, di serî da Sevgul mafê axaftinê girt û wiha axivî: “Ji bo ku Seyhan ji min ra pirtûkên koma xwendinê şand, ez jê ra spasdar im. Ev pirtûka trajediya kurdan bû. Sê karakterên jinê hene di pirtûkê da. Jinek qels, jinek lewaz û jinek serkeftî ye. Bi metaforên xurt hemû kirinên jinê di nava hev da honan dibû. Di romanê da karaktera sereke ji Helale bêtir diya wê ye. Dema qala jinan dike, dema qala hevserê xwe dike, dema di pacê ra li rêya wî dinêre, dema qala wî ya çûna şerê dêwan dike ev hemû êşa jinê tînin zimên. Dema min xwend, ez êşiyam. Min got gelo jinên kurd ew qasî lewaz in. Dema mirov Helale û Gulale dide ber hev dibine ku Gulale dixwaze bi yekî ra bizewice û ji mala bavê derkeve. Lê Helale ne wisa ye, yeka berxwdêr e. Tiştê ku herî ez pê êşiyam ew xencera bavê bû. Ev roman ji nexweşxaneyê wek flaşbekê dest pê dike. Di zaroktiya Helale da bavê wê nabêje tu wek şepalek î, dibêje tu wek kurek î. Dixwaze cilê kuran lê bike. Ev jî feodalîya mêrên despot ên kurd nişan dide. Di çavê van kesan da jinek çi qasî jêhatî be jî wê wek meran dibinin ne wek şepalek. Derba herî mezin bavê wê lê dixe. Yanî ew her Helaleyê lewaz dibine, her serkeftinek wê jî wek serkeftina kurek dihesibîne. Barê keçan dide ser mile diya wan. Dibêje tu dayîk î, divê tu qîzên xwe biparêzî, tu rêya edeb û terbiyeyê nîşanê wan bidî. Gulale dibêje ez ê xwe bixemilînim biçim, Helale jî dibêje ez ê çek hildim û li dû bavê xwe biçim. Yanî Helale nabêje ez ê bi serê xwe biçim, her li dû mêrek diçe. Jixwe li ser bergê destek dirêj dibe li paş Helaleyê ku wek çekek hatiye nişandan, ji vê meriv dizane ku dê Helale were kuştin. Bi xencera bavê kuştina Helaleyê min pir êşand. Wek mamoste Tîgrîs jî gotibû pir dubare hene. Dema qala Birahîm tê kirin min got belkî çîrokek xweş be, lê Birahîm zû jê hatiye derxistin. Min karakterê Birahîm wek nivîskar pesnê xwe bide dît. Dema Seîd dişibîne Birahîm jî min ev dît. Lê dibe ku min çewt dîtibe. Bi giştî roman bi naverok û honaka edebî bi tehm û serkeftî ye, lê bi hev ra bikaranîna peyvên hevwate, lewaz nîşandana jinê romanê qels dike. Bi min jinên kurdan hemî ne lewaz in ku pêşî bi destê bav, paşê bi yê bira an hevseran bêne bindest kirin. Li cihek nivîsîye, dema li jinek swêdî heqaret bê kirin, ji hevserê xwe vediqete, lê jinê kurdan ji heqê xwe dernakevin. Bi min ev bo jina kurd heqaret e. Hin caran jî biyaniyan reş dike. Helale serkeftî nişan dide, lê paşê dîsa lewaz nişan dide, heta di dawî da Helale digirî, dibêje ez jî wek diya xwe girînok û lewaz bûme. Karakterê Şêrzad jî di nava nakokiyan da ye. Li alîyek xwe wek kesek welatparêz nişan dide, lê li aliyê din xwe nade zehmetê bo zanîn û pêşketinê. Yanî xwendinê ji xwe ra zehmet didît. Ji bo min romanek serkeftî ye. Xwezî nivîskar li virê bûna me spasiya xwe pêşkêşê wî bikira.”
Moderator spasiya Sevgul xanê kir û got ku wek rêbaz em dixwazin niha mafê axaftinê bidin mêrek, yanî jin û mêr li du hev biaxivin baş dibe. Husên mafê axaftinê girt û wiha axivî: “Ev roman romanek psikolojik e, rasteqînên civakê, yanî civaka Kurdistanê bi tarzek sosyolojik û psikolojik, rêya flashbackê honandîye û kiriye pirtûk. Piştî ku min romanê bi tevî xwend vê biryarê stend. Mijarên penaberîyê, kevneşopîyê, feodalîzmê, jin û şer tê da hebûn. Çîrok çîroka Helale bixwe bû ku ew qîz ne wek qîza bavê xwe wek kurê bavê xwe bû. Yeka zîrek û kêrhatî bû. Li kêleka bavê xwe şer kir. Berî ku here Stockholmê evîndarê Brahîmok dibe. Piştî ku diçe Stockholmê dîsa xwe bi pêş ve dibe. Berî her tiştî xwe wek jinek xwe bi pêş ve dibe, ne wek kurek weka jineke xurt wan şertan jî tîne cih. Di wirê da, bavê wê dibêje ez an tu bûn sebebê mirina Birahîmok, me li ser jiyana wî qumar lîst an şert danî loma Birahîmok mir. Divê tu Şêrzad Xelas bikî bibî Swêdê. Bi vê pêşniyaza bavê xwe dibe alîkarê çûndina Şêrzad bo Stockholmê û pê ra dizewice. Paşê bi mamosteyê xwe Seîd Rehmanî ku wek nivîskarê çîrokê tê pênasekirin, ra dibe heval. Helale ji aliyê mêrê xwe Şêrzad ve, bi xencera bavê xwe, tê kuştin. Weka ku mamoste Sevgul jî got, weka ku bi destê bavê xwe hatibe kuştin. Ez dibêm ev çîrok çîroka Helale û Brahîmok bû, yanî di hêla evînîyê da. Lê Şêrzad bo teselîya Helaleyê hat bikar anîn, yanî Helaleyê digot hela ez ê jê hez bikim, nekim. Paşê Seîd jî ji ber ku dişibîya Birahîmok hat hezkirin, loma dibêjim çîroka evîna Helale û Brahîmok e. Ji xwe ev çîrok ji alîyê Helaleyê ve ji Seîd ra tê vegotin û Seîd jî bi awayê nivîskî digihîne me xwendevanan. Di mijarên çîrokê da hin valayî hebûn. Mînak Helale çend caran vedireşîya ne dîyar bû ji ber ducanîyê ye an hestek e. Ev nehatibû honandin. Ziman ji ber ku lêanîn, adaptasyon bû, em pir li serê nasekinin. Lê bi tevî ku peyvên biyanî bikar anî bû jî ji min ra herêkbar bû ziman. Yanî lêanîn serkeftî bû. Sêwrandin û metafor pir zede xuya nedikirin an bêjin teswîr ne pir bû, lê vebêjer terzê çîrokê xemilandibû. Di vir da min tiştek ferq kir, nivîskar her çiqasî li rojhilat bijî jî lê pir pesnê Stockholmê dabû. Vê pir kiribû çavê me, mîna ku bi wê pesindayînê xwestibû em jî biçin ber bi wir ve. Bandora zimanek bîyanî wek tirkî min nedît, lê dubare zêde bûn. Carna ev dubare meriv aciz dikir, lê hin caran jî xweşiyek dida meriv. Yanî lê hatibû, weka girnijînek qerfûk, girnijînek lewaz, girnijînek avêt lêv, wisa pêncî, şêst girnijînek… hebûn. Ji xeynê van jî dubare hebûn lê bi piranî ev, meriv aciz dikir. Zimanê Bessam Mistefa di vê romanê da xweş bû, lê hin cara îsrara peyvên bîyanî dixuya. Redeksîyona avesta baş bû, bi tevî ku çend xeletîyên biçûk hebin jî.
Dema em werin ser nirxandina karakteran, Helale, çi qasî ku karakterek çi bixwaze dikare bike, hatibû nişandan jî di hin cihan da lewaz, tirsonek têkçûyî dixuya. Di hin cihan da jî nivîskar biryara karakter ji xwendevan ra hiştibû. Wek bibêje, karakter xurt, lewaz, serkeftî an têkçûyî ye tu biryar bide. Yanî me vîya hîs dikir. Lê belê meriv zû bi zû nikaribû bibêje Helale, jineke jêhatî, kêrhatî an qels e. Ew Helaleya ku em bejin pir zimanan zanibû, xwe pêş ve biribû, yanî li gora şert û mercên Swêdê xwe pêş ve dibir; di hinek cihan da jî pir qels bû, wek em bejin bo xatirê bavê xwe hin tiştan dikir, bo hatirê Brahmok şano lîst, bo xatirê bavê xwe bi Şêrzad ra zewicî, yanî vana jî qelsbûna wê nişan didin. Seîd bi tenê ji ber ku dişibe Brahîmok, Helale pê ra peywendî danî bû. Seîd xwe wekî rewşenbîrek nişan da bû., lê dîsa jî biryara vê ji xwendevan ra hiştibû. Em werin ser karakterê Şêrzad, ew mejîyek feodal bû, lê pir welatparêz û hestîyar bû. Li gorî Helaleyê kêm bû, lê têra xwe jî hebû. Bavê Helaleyê mêrek ku dibêje divê her kes wek min be. Dişibe kesek tam feodal ê ku dibêje maf mafê mêr e, tu mafê jinê tuneye. Kesek wisa bû. Dîya Helaleyê di mejiyê mêr da bû. Gulale lewaz bû. Ji min ra Mecîd kêm mabû. Mînak îdeolojîyek wî ya cuda hebû, divîya wê jî vekira, mîna ku îdeolojîya bavê wî vekiribû, divîya nivîskar ya wî jî vekiriba. Yanî li gora min karaktere Mecîd pir kêm mabû. Seîd te carna digot qey tolazek dera hanê ye, carna jî te digot qey rewşenbîrek hebe jî ew e. Ji ber ku nivîskar ew bi xwe bû, pesindayîn li serê hebû. Nivîskar di rûpela 158an da behsa pîrozîya zimên û girîngîya zaravayan dike. Li wir pir li xweşa min çû, tiştek xweş e. Mesajek baş e. Dîsa nivîskar Helale û hunermenda Fransî şibandibû hev, çi qas tevgerê wan, jihatîbûna wan dişibiya hev jî dawîya wan cuda bû. Ji ber ku hunermenda fransî ji aliye îngilîzan yanî neyarê xwe ve, lê Helale ji terefê hezkiriyê xwe ve hatibû kuştin. Dîsa nivîskar di rûpela 166an da gotibû, ‘Helale, ji pê ta ser reş li xwe kiribû.’ Ev hevok bi min pir xweş bû, nizanim di soranî an zaravekî din da heye. Ne weka seranser e ku bişibe zimanek din. Dîsa di rûpela 234an da ku dibêje not û kaxizê xwe hilavanî bi awayê neciwamêrane, yanî di vir da pîskirin heye. Bi vê hevokê nivîskar Şêrzad pîs kiribû, wek karakterên din wî neparastibû. Yanî weka ku karakterê Seîd û yê din parastiye Şêrzad li vir nehatiye parastin. Di rûpela 230î da, nivîskar bi devê Mecîd hin rexneyan li ser baviksalarîyê dide gotin. Di rûpela 250 da nivîskar, Seîd dinivîse ku ez dişibim bavê wê loma Helale ji min hez dike, min bavê wê nas kir, min got Helale ji min hez dike çimkî ez naşibim bavê wê. Bi van hevokên berevajî xweş dikeve serê xwendevan. Metafora romanê herî berbiçav xencer e. Dibe metafora kevneşopîyên kurdan ku kurd bi kuda herin, dê kevneşopiyên wan bi wan ra herin. Ez gotina dawîn ji nivîskar bi xwe ra dibêjim, ev romanek serkeftiye, ji ber vê weka şîrê dîya wî jê ra Helal e.
Mamoste Seyhan wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Du hevalên me dîtinên xwe anîn ziman, min jî romanê bi awayê herêkbar xwend. Ji ber ku çîrokek rojane ya jinek hatibû vegotin. Dema ku jinek vê çîrokê dixwîne dibine ku çîroka serdestî û bindestiyê ye. Ne çîroka Helale bi tenê ye. Wek mînak çîroka Re’nayê balkêş e. Dema mêrê wê yê berê dimire, ji ber ku jê hez nekiriye girîna wê nayê, lê ji ber bindestiyê mecbûr dimîne bi tûka xwe çavên xwe şil bike, da ku kes nebêje ji mêrê xwe hez nedikir. Cara duyem Re’na bi bavê Helaleyê ra hatiye zewicandin, bi zora derdorê mecbur dimîne ku jê veqete. Mêrê sêyem kesek kal e, bêdilê wê ye jî lê ji ber malê wî mecbûrê zewacê tê kirin. Ev jî wek qedera jinan tê vegotin. Di vê vegotinê da jin xwe bindest dibînin. Ew ne bindest bin jî xwe wisa bindest dibînin. Karaktera Helale jî çi qasî xwe serkeftî bibîne jî dîsa di dawî da parastina xwe di destê meran da dibîne. Di şanoya zaroktiya xwe da şanoyek dilîze, Kemal an Cemal dixwaze wê maç bike, Helale helwestek tund nişan dide, lê heta dawîya emre xwe jî ji bîra wê ev bûyer dernakeve. Piştî vê bûyerê ji Brahîmok hez dike, lê qedera xwe dixe destê mêrek, yanî teslîmê mêrek dibe. Piştê Birahîmok ku ew bavê xwe li ser şert digirin, teslîmê Şêrzad dibe. Bi tevî ku dibêje ez ê bi wî ra nezewicim jî dîsa teslîmê Şêrzad dibe. Piştî Şêrzad jî Helale xwe dispêre Seîd. Yanî Helale ne jineke ku em bejin serkeftî ye. Piştê wê rola herî baş a dîya wê bû. Dayîka Helale wek dayîkek zarokên xwe diparêze. Ji xwe her dayîk vê rolê bi cih tîne. Parastina qîzan bi destê dayîkê tê kirin. Wek civaka me şîroveyek hatiye kirin. Dayîka Helale jî nedixwest ku ji Şêrzad veqete, bo ku ji dinya û alemê ra rezil nebin. Dema em li dayîka dinêrin dibinin ku ev rol û qedera dayîkan e. Em derbasê karakterên mêr bibin, yek ji wan Mecîd e. Serhildanê temsil dike. Li hemberê bavê xwe derketibû. Çi qasî di pirtûkê da cihek fireh negire jî, dîsa Mecîd li hember bavê xwe derketiye. Di pirtûkê da em dibînin ku Mecîd kesek pêşketî û zana ye. Di diyaloga wî û Şêrzad da em dibînin ku ji Şêrzad ra dibêje dinya guherîye, mafê jinan jî heye. Divê em ji jinan ra rêz bigirin. Lê ev ne wek mêrek kurd, belbî wek kesek ku çûye Swêdê û guheriye hatiye pêşkêş kirin. Şêrzad wek merek feodal û kurd tê pêşkêş kirin. Her çi qas hatibe Swêdê jî hê ji welat neqetiyaye. Lê Mecîd êdî bûye wek swêdîyek û guherîye. Di pirtûkê da rexneya kurdan jî tê kirin. Berî min du hevalan got ku xencer sembolek kurdî ye. Lê di rojnameya swêdî da hatiye nivîsîn ku dema bavek kurd keça xwe dizewicîne, kêrek dide zavê xwe bo ku dema keça wî ji rê derkeve bi wê kêrê bê kuştin. Yanî ez nizanim em ê çima vê hişmendiyê li kurdan bar bikin. Li virê bi awayek oriyantalist hişmendiyek derxistine holê, çima em viya li kurdan bar dikin, ez fam nakim. Ez viya rast nabînim û napejirînim. Tu bavek vî karî nake, nabêje ji te ra vê kêrê here keça min bikuje. Di gelek cihan da rexneya kurda derketibû pêş, ha veşartî ha eşkera. Bi zaravê soranî pirtûk hatiye nivîsîn, lê zêde kurdan rexne kiriye. Bi min ev ne rast e. Ji ber ku di siberojê da dema bîyaniyek vê bixwîne dê çi qasî kurdan rast nas bike. Cihek bala min kişand, dibe ku ew rastiya me be. Dibêje Helale û Şêrzad dema bi Seîd ra diaxivîn ji kurdiya hev fam nakin, bi farisî bi hev ra diaxivîn. Ev çi qas tehl be jî rastiya me ye. Ez bi vê rewşa di ser zimanek bîyanî ra têgihîştina kurdan diêşim. Li ser jinan gelek hatiye rawestin. Li cihek bo Re’nayê tê gotin, ew ne jin bû, ew jinebî bû. Yanî Jinebîbûn ji jintiyê jî hatiye derxistin. Dema em vê dixwînin, li gor Eta Nehayî kurd jinebîyan wek jin jî nabînin. Wek hişmendiya kurdan tê nişandan. Ev dîtinên min in. Dibe ku heval tev lê nebin û bibêjin, ev rastiyên me ne û nivîskar pêçiya xwe daye ser rastiyên me. Hevalan li ser teknîka romanê gotin ku bi awayek flashbackê hatiye nivîsîn, rast e. Di çîrokê da çûnûhatin zêde ye. Geh behsa zaroktiya Helale tê kirin, geh dema wê ya tê da ye tê vegotin. Lê meriv bi rihetî têdigihîje. Ji ber ku pirtûk wergere, ez naxwazim tiştek bejim. Niha gotinên min ew qas, bes e.”
Mamoste Murad wiha axivî: “Hevalan li ser pirtûkê nêrînên xwe anîn ziman, ez dixwazim di serî da bibêjim ku bi kurmancîya pirtûkek wiha hêja ez gelek kêfxweş bûm. Bi awayek serkeftî rasteqînîya civatê di romanek da pir zehmet e. Lê vê romanê ev kar baş pêk anîye. Pirtûkên kurdî wek vê serkeftî kêm in. Ji ber ku rijî dimînin, çima rijî ji ber ku bûyerek rasteqîn digirin dest, wiha bû wiha çû dinivîsin loma rijî dimînin. Di vê romanê da gelek hêman ketine nav hev, bi wan ra bûyerek rasteqîn civaknasî, derûnnasî, hevrûkirina erdnîgarîyan, di pirtûkek da cihdana bandora erdnîgariyê li ser meriv gelek girîng e; hevrûkirina çandan, yanî ji jinê bigre ta malbatê, civakê û rista wan… gelek tişt tê da hebûn. Di vê hêlê da pirtûkê pir hêmanî, di hêla erênî û hêla rexneyî da jî bandora wan pir zêde dibe. Di hêla wergerê da, nizanim, ez hinek bi fikar im. Zimanê wêjeyî dibe bûbe qurbana wergerê an na. Hêla wê ya wêjeyî li gora van hêmanan hinek kêm hat ji min ra. Di hêla adapte da çi qas bandor lê hatiye kirin wê nizanim. Dema çîrokê, pirtûkê bi tevayî digrim dest, ez dibêjim pirtûkeka di navberê da mayînê ye. Di navbera her tiştî da mayîn e. Di navbera Ewropîbûyîn û kurdbûnê da, di navbera mêrbûn û jinbûnê da, di navbera malbat û civatê da dimîne. Di navbera kesayet û derûnîyê da dimîne. Yanî dê bibe takekes yan civakî bimîne. Di nav her tiştî de mayîn heye, di nava kurdbûnê û guherînê da mayîn heye. Ji ber vê ez dibêjim her xwendinek dê cuda cuda bandor bike. Di nav daxwazên xwe û berjewendiyên xwe da dimînin. Di nava tiştên ku bi me rast tên û tiştên ku li me tên ferzkirin da dimînin. Belkî cuda bin lê her kurdek di navberê da mayînek dijî. Wek ku karakter dijî ev çîroka di navberê da mayînê li xweşa min çû. Wek ku mamoste Seyhan anî ziman gelo rexneyek e li kurda an nîşaneyeka kurda ye? Yanî bi kîjan hêlê be jî bi min baş bû. Ê ku bixwaze bila wek rexneyek bigire, lê ê ku dixwaze bila wek nîşaneyek bigire, baş bû. Çawa baş bû, tiştê ku em jê nerazîne em ê bi van hêlan derbas kin. Yanî êş êşkî ye, dibe hin wek rexne bigrin, hin mîna derûnnasiyê bigrin. Lê di encamê da dema ku rastiyek ewha hebe, li Bakurê Kurdistanê jî heye, li Başûrê Kurdistanê jî heye, li Rojhilatê Kurdistanê jî heye û li Rojavayê Kurdistanê jî heye. Yanî parçe diguhere, lê tigihîştinek ku hemû tişt bi namûsê ve, namûsê bi kesek va bi kesayetek va, bi partiyek, bi tevgerek va girêdan û hemû tiştan pê nixumandin êşek me ye. Ji bo em serî bigirin, em bi vê nikarin jê xilas bibin. Ez nizanim, min hevokê hinek dirêj kir. Ez nizanim bi ku ve jî girê bidim, lê divê were gotin. Yanî em serê binixumînin, di hêla rexnekirinê da be jî ji holê ranabe û di hêla naskirinê da be jî ew ji holê ranabe. Em naskirinek baş nakin. Di vî warê da van hêlan baş dibinim. Pirtûkek serkeftî bû, dema bi tevahî digirim dest. Yanî ew qas hêman di nav hev da honandina wî bi xwe serkeftinek bû. Niha van bibêjim, spas.”
Piştî Murad, mamoste Xezal Mafê axaftinê girt: “Ez ji ku dest pê bikim. Her gav wisa dibe, ez dibêjim çi maye, ez bejim.” Moderator got, tişkî namîne ji me ra. Xezal got: “Dîsa maye, ez ê bejim. Di cihek da Helale Kurdistanê biçûk dibine, mesela dema ew Şêrzad şer dikin, Şêrzad dibêje em biçin Kurdistanê, Helale dibêjin ez naçim wî cihê ku şerê birakujî lê heye. Ez ê biçim Avustralya, biçim Afrîka, biçim Amerîka lê naçim wirê. Helbet ev hinek jî ji ber feodalîya Şêrzad bû, lê dîsa jî nelazim bû jinek Kurdistanê ew qas biçûk bidîta. Wekî din vegotin bi ya min herêkbar bû. Hinek cihan da vegotin xweş bû ev jî xwendinê herêkbar dikir. Mesela rûpela 27an da dîya Helaleyê digot ez nikarim him diya wan him bavê wan zarokan bim. Lê Helaleyê digot ez dikarim bibim. Di vê vegotinê da him lewaziya dîya wê him jî xurtiya Helaleyê berevajî diya xwe bû. Wekî din nivîskar rol û pênaseya jinê baş dide. Dema diçin Swêdê tam berevajî welatê xwe dibin, bi tevgerên xwe û wekî din. Êdî bi çavekî din li dinyayê dinerin. Mesela li vir digot, êdî berevajî welatê xwe, serwextê mafê xwe dibin û bi mirovbûna xwe dizanin. Her çi qas ez tevlî nivîskar nebim jî meriv dikare beje ku nivîskar baş civaka xwe nas dike û baş anîye ziman. Ev pir baş bû. Wekî din rewşa Re’nayê jî bala min kêşa. Diya Helaleyê dema vê pêwendîya bavê Helaleyê dibihîze ji Silêmaniyê diçe gund cem bavê Helaleyê, lê çavê wê tije dibe, nikare tiştek beje. Dema pêwendiya Helale û Seîd dibihîze, dibêje tu tiştek wisa nekî. Qebhetek wisa ancax bi xwînê paqij dibe. Ev rewş rastiya vê civakê ye. Bûyer, bûyerek din dihanî bîra Helaleyê. Flashback pir zêde bûn. Pirtûkek xweş bû, heta dawî min xweş xwend.” Piştî Xezal xanê, mamoste Şukrî dest bi axaftinê kir.
“Ez dixwazim di serî da silav li hevalan bikim. Min vê romanê bere xwendibû. Dema komanê hilbijart kêfa min hat. Min dîsa xwend. Romanek gelek xweş e. Gava din te jî qal kir, romanek rasteqîn e. Min bi xwe jî gava xwend min zanî ev romanek rasteqîn e. Yanî di ser hinekan da derbas bûye û nivîskar jî an guhdarî kiriye an di nav çîrokê da bûye û nivîsîye. Xweş honandîye jî. Naveroka romanê pir bala min kişand. Mesela malbat, malbatek rojhilatî rojhilatî û şoreşger e. Wek malbatek welatparêz ji dorê ye. Taybetîyên pir cuda, pêşketî ez nabînim. Rastî çi ye, wî anîye ziman. Hin rastîya civakê heye ku rewşenbîr qayîl nabin. Wek kevneşopiyên bere hene. Vê rastiyê em karin rexne bikin, lê gerek em qebûl jî bikin. Bi rexnekirinê ev ji nava me ranabe. Nivîskar vê rewşê rexne kiriye. Mesela dibêje hin rewşenbîr çend pirtûk dixwînin, zanîngeh dixwînin û rexne li civaka Kurdistanê dikin. Yanî rêxistinên Kurdistanê biçûk dibinin. Nivîskar vê tîne ziman. Ez bi xwe vê nakim. Kî bike jî ez bixwe wî biçûk dibinim. Li ser narewşenbîrî kî vîya bike ez wî biçûk dibinim. Yanî rastî çi be gere meriv wî bibîne. Yanî tiştên di serê me da û rastî carna hevdu nagirin. Rastî objektif e, ya rasteqîn ew e. Civata me ev e. Tiştê bal dikişine, dem e, 1990î da ye. Di serdema piştî Xumeynî da ye, çimkî behsa sergirtin û çarşafê dike. Pêşmerge hene, pêşmergetî dikin, yanî dewr wê dewrê ye. Pêşmerge wê demê hinek paşda mane, wek îro nîne. Sih sal derbas bûye. Tabî ez bi xwe wisa nabînim. Tabî meriv bîne ber çavan, îro demkî pir zêde, çil sal derbas bûye, wek îro nîne. Xebat û tevgera kurdan a serê çiya behs dike. Kesayetên wê demê gora wê tîne ziman. Lehengê romanê jî gora wê nişan dide. Tabî xort tiştê nû dixwazin ne wek ên emir dirêj in. Ji hev cuda ne. Xort çavê wan dîsa li Ewropa ye. Çavê wan li xwendinê, li teknolojiye ye. Yên bi emir pêşmerge ne, çek li mile wan e, bi malbata xwe ra, an nêzî wan dijîn. Wisa nişan dide. Leheng jî ji malbata Hemê Reşît Axa ne. Cih Rojhilatê Kurdistanê û Stockholm e. Mekan ev herdu cih ne. Li welat însan çewa dijîn, li Stockholmê çewa dijîn, wana tîne ber çavê me. Ser leheng Helale ye. Başî û kêmayî yên wê dibîne. Yanî zû evîndar dibe, dikeve xeletîyê. Xeletî, kêmasiyên wê çê dibin. Ên aşiqê wê dibin carna ne bi dilê bavê wê ne. Bavê wê li gora serê xwe jiyanek jê ra pêşniyaz dike, Şêrzad pêşniaz dike, li hember Birahîmok û Seîd derdikeve. Dema bi pêwendiya wê û Seîd dihese gelek aciz dibe, ji Mecîd ra telefon vedike. Ji kurê xwe Mecid ra dibêje çima te xwîşka xwe neparast. Ez bi xwe jî sebebê bûyera ku hatiye serê Helaleyê jî Seîd dibînim. Ew nebûna Şêrzad û Helale ji hev nediqetîyan. Divîya Seîd wek rewşenbîrek vê bûyerê bidîta nebûna sebebê vê bûyerê. Mêrek rojhilatî dema jina wî bi mêrek ra hevaltî bike dikare problemek wiha derxîne, ji bo wî dibêjim. Bavê helaleyê, ji kurê xwe Karwan ra dibêje beredayî ye, Mecîd jî komünist e, dibêje ku ji bo welatê xwe şer nake, dere jibo eceman şer dike. Ez jî wek Hemê Reşît Axa difikirim. Di serî da min digot dê Şêrzad û Helale jiyanek baş pêk bînin. Min digot Şêrzad pêşmerge ye, welatparêz e. Lê ji ber ku xwe pêşnaxe, dere jina xwe dikuje. Honandina romanê pir xweş e. Meriv gora wê demê ancax kare romanek wisa binivîse. Yanî nivîskar serkeftî ye. Lehengan xweş, li gorî rasteqînê anîye holê. Min bi xwe, xwe di romanê da didît. Bessam Mistefa hin romanê wiha ji soranî tîne kurmancî, gelek spasiya wî dikim. Wêjeya kurmancî bi vî karî dewlemend dibe. Min du romanên wî xwendine, Gulê Şoran û vê, ev bêtir serkeftî ye.” Mamoste Xecê hişyarî da Şukrî, em derbasî kitêbek din nebin, baş e. “Ez dixwazim danberhevek bikim, mesela Bextiyar Elî romannûsê herî serkeftî ye, lê ew efsûnî dinivîse, romanên Eta Nehayî rasteqîn in. Di romana Helale da jiyanek rasteqîn hatiye pêşkêş kirin.” Moderator malavatî da Şukrî, wî jî got, “Meriv dirêj dike nabe, kin dibêje nabe, nizam çawa bikim.” Moderator got mala te ava be. Dorê da Semîha Yildiz: “Spas mamoste, piştî salek dîsa em bi hev ra ne. Roman di civakek mêrsalarî da derbas dibe. Helale jî kesek e ku di vê civakê da dijî. Li gorî wan zanyarîyan dijî. Di zaroktiya xwe da wek kurek tevdigere, lê ji ber ku ji zanînê hez dike xwe pêş ve dibe. Paşê di radyoyê da bicih dibe û rastê Brahîmok tê, ji wî hez dike. Gelek di bandora Birahîmok da dimîne. Lê dema bavê wê vê hezkirinê dibine li hember derdikeve. Şertek di nav wê û bavê wê da tê, ku navê pirtûkê bi soranî “Grewê Bextê Helale” ye. Piştî vî şertî dema Brahîmok dimire, Helale her dem xwe berpirsiyar hîs dike. Loma dema Helale biryarek bide ku dê tesîr li yekî bike bi rihetî nikare biryar bide. Ji ber vê zewaca wê û Şêrzad jî di bin tesîra bavê da pêk tê. Yanî ew bi xwe ne biryardar e. Gava çûye Stockholmê li pey zanînê çûye. Gava bi Şêrzad ra dizewice dibine ku ew xwe bi pêş naxe, sozê dide nayne cih. Ev dibe nakokiyek mezin û têkiliya wan xera dike. Şêrzad ji vê kêmasîya xwe ditirse, ez wî wek kesek tirsonek binav dikim. Helale jî helbet xwey kêmasîye, lê dîsa jî xurt e. Ji xwe ku bê kêmasî ba dibû tiştek epîk. Wisa ye gotinên min, lê bawer dikim, min notê xwe gelek tevlihev kir.”
Mamoste Selahet dest bi axatinê kir: “Êvara we xweş, bi rastî hevala gelek tişt gotin, hinek ji wam tevlî dibim, hinek nabim. Ez ê zêde dirêj nekim. Hevalê Murad behsa di navberê da mayînê kir, min jî wî tiştê gelek dît. Gelek kes wek Helale, bavê wê dinavberê da mabûn. Helale wek kesek ti nasname tunebû. Wek hevalan jî got, di zaroktî da wek kurek tevdigeriya. Yanî ti car nebû keçek nejî bû mêrek, wisa di navberê da mabû. Bavê Helale şoreşgerek e, lê bi fikr û ramanê xwe ne şoreşger e. Şoreşgerî dikir, lê dema dihat jiyana xwe şoreşgerî nedikir, em bejin zewaca wî ya duyem wisa bû. Me got, piranîya karakteran di naberê da mane. Lê Şêrzad ne wisa bû. Şêrzad ti carî negiherî her dem wek xwe ma. Di pirtûkê da Şêrzad feodalîyê temsîl dikir. Welat guherî jî ew neguherî, ev di tiştê ku dawîyê wî kir da jî xuya dike. Behsa vereşandina Helale hat kirin, bi min ew di dema tiştên meriv naxweze da tê sere meriv. Yê Helale jî di demên wisa da tê sere wê. Behsa zewaca Helale û Şêrzad hat kirin lê min vê çîrokê nedît. Nivîskar her tiştî vekirî behskiriye, lê vê nixumandiye. Dema Şêrzad dibêje min ji berê da ji te hez dikir, Helale dibêje ku ger bavê min bo zewaca bi te ra li min teklif kiriba min ti carî alîkarîya te qebûl nedikir. Ez her vê ji xwe dipirsim, gelo çi bû ku Helale bi Şêrzad ra zewicî. Yanî tiştê ku Helale ji Şêrzad dixwest, wek derketina ji kar û derdora dikana berberiyê, ziman fêrbûnê û hwd. Şêrzad ti şertek ji vanan nanî cih. Gelo çima pê ra zewicî? Sankî valahîyek li virê hiştiye nivîskar. Hevalan gotin rexne hebû di pirtûka da rast e, rexne hebûn li rêxistinan, li nêrîna jinê, bêtaqetbûna jinê hebû. Wek teknîka vegotinê serê ewil bi deve kesê sêyemîn hat vegotin. Min vê wek çîroka di bin hêşê Helale da diherike be, bi min hat. Lê di dawîya romanê da Seîd dibêje min biryar da ez ê çîroka Helale binivîsim, em têdigihîn ku bi devê kesê sêyemîn hatiye nivîsîn. Ji vir pêva êdî nivîskar zêde xwe kiriye nava romanê. Xwezî vê nekira, wek çavê zayenda mêr serdest dibe. Mesela Şêrzad mafdar dibine di birîndarkirina Helaleyê da. Me behsa navberê da mayîna bavê kiribû ku di navbera şoreşgerî û feodaliya bavê ku bo meyla wî li ser zarokê kurîn e. Ev wek sîstemek e. Dixwazin zarokên wan bi hêz bin lê sînoran datînin, ti carî naxwazin ji nava wan sînoran derkevin. Dema behsa bîranîna Helebceyê dike rexne li birakujiya partiyan tîne. Ez jî dawî li axafitna xwe tînim.”
Mamoste Xecê jî wiha axivî: “Roman bi peyva qederê dest pê dike û bi peyfa karesatê ya zimanê rûsî diqede. Bi rastî jî di nava êş û trajedîyê da ye. Roman bi tarzeke metafiction hatiye nivîsîn. Yanî vebêjer, Seîd bi xwe jî karakterek romanê ye. Ji ber vê hemû valahiyên romanê bi vî şiklî hatiye girtinê, pînekirinê, ez wisa bejim. Min meraq dikir, vebêj wê kî be, mesela ger kesê sêyem be ew qas tiştan çawa dizane. Di vebêjê da tiştekî wiha ceribandiye Eta Nehayî. Seîd çîroka Helaleyê ji deve wê dibihîze, lê li gorî xwe dinivîse. Hevala gişka got, roman rasteqînî ye, roman hêza xwe ji bûyera rasteqînî hilnade. Ji bûyereka li hev girtî û temsîlîyeteka xurt e, ji wir hêza xwe digire. Yanî ev bûyerek rasteqîn nebûya jî çîrok xurt e. Heta bûyera rasteqîn hêza afrînerîya nivîskar kêm dike. Ev çîrok li gorî min, Eta Nehayî min hinek li fikrê wî meze kir, ew romanê, rola wê çawa dibine, ew heqîqeta romanê wek afirandineke dilî dibine, vê rolê dide romanê. Dibêje heqîqeta heyî na, roman dikare heqîqetek dilî biafirîne. Di vir da jî çîroka guhertinekî û çîroka dijguhertinekî heye. Çîroka li Kurdistanê dest pê dike û li Swêdê dewam dike. Tê da jin û mêr heye. Welat diguhere, cih û war diguhere, lê Şêrzad naguhere. Min got Helale fikreka nivîskar bi xwe ye. Şêrzad jî neguherîn/dijguherîn nebe wê bersiva çi be? Helale zimana hîn dibe, dixwîne, diçe zanîngehê, li ser pîyê xwe disekine, fikrûxeyalên Helaleyê çê dibin, lê Şêrzad ti gavek jî pêş nakeve, ziman hîn nabe, entegreyê civakê nabe û di cihê xwe da dimîne. Di dawîya dawî da dibe sebeba trajediya Helaleyê. Geşedan û guherîna Helaleyê ji destpêkê heta dawîyê hebû. Nivîskar vê geşedan û geherînê bi problemên civaka kurdan ra dixemilîne. Rexneya baviksalariyê, hêzên siyasî, fikre wan, berbelavbûna wan, profila jin û mêrên Kurdistanê, têkiliya bav û kur û parçebûna wan, nêrîna kurdan hemberî kurdên din, Selahetê gotibû, gelo Seîd ne kurd e, naxêr ew kurd e û kurdek kirmanşanê ye. Nivîskar ew qas xweş daye ku me jî çewt famkiriye, lê Şêrzad kurdek sunî ye, ew kurdek şi’î ye, ji ber vê, Şêrzad wî cihê dibine û bi farisbûnê tewambar dike. Ev jî perçebûna kurda ye. Di romanê da reng û zeman bi hev ve girêdabû. Mesela gotibû, şeveka tarî, rojeka spî, rojeka narincî, reşpoşîya Helale ya dema şîna Birahîmok. Di romanê da karakterên reş tunene. Bi tamemî reş an spî tunene. Mesela Şêrzad di destpêkê da kesek welatparêz e, kesekî dilpaqij e, lê di dawîyê da dibe kujerê Helaleyê. Armanca wî kuştina Helale ye, kuştin bibe nebe ne zelal e, ji xwe nivîskar jî li wir valahîyek hiştiye. Bavê Helaleyê ciwamêr û mêrxas e, lê gelek kêmasiyên wî hene. Yanî karakterên reşûspî bi temamî tune ye, ew karaktera destan, çîrok û çîrçîroka ye. Îbrahîm, mesela Îbrahîm pir bala min kişand. Di serî da li Kurdistanê tê kuştin. Îbrahîm di nava hereketek sîyasî ya kurdan da ye, lê kesek wî, bi wî halê wî qebûl nake. Henekê xwe pê dikin, çima ku hunermend e. Helbestan dixwîne, bi hunerê ra, bi edebîyatê ra mijûl e. Di dawîya dawî da jî dimire. Bi min nivîskar dibêje alîyê tevgerên kurda yê hunerî mirîye. Ev alîyê hunerî an Birahîmok li kuderê dijî, diçe li Swêdê di bedena Seîdî da dijî. Wek ku Helale ji Seîdî ra dibêje ez xisletên Birahîmok di te da dibinim. Bi min ev jî rexneya tevgerên sîyasî ye. Tiştekî din ew karaktera Helale gelek rast bû, çi qas dixwaze neşibe dîya xwe, di dawîya dawî da tê ser wê xisûsîyetên dîya xwe. Aslinda em hemû wisa nin. Em çi qas bibêjin em guherîne jî ew alîyê me yê civakî, ew bandor li ser me her berdewame. Di dawîya dawî da Helale jî wisa dibe, dibêje ez bûm wek dîya xwe mizmiz û li ser her tiştî digirîm. Mîrxwenavk hebû. Çîroka Mîrxwenavk daxilî nav romanê bûbû. Ev taybetîyek romanê postmodern e. Tradîsyonê û îro ji hev naqetîne, perçe perçe dike lê ji hev naqetîne. Hemû nivîskarê mezin jî vî tiştî dikin. Ew mesela xençerê nivîskar pir qal kiribû. Ez dibêjim nivîskar ev qestî kiribû, xwestibû têxe çavê me xwîneran. Xwestibû bîne bîra me ku xençer semboleka kurdewarî ye û bi xençerê Helale tê kuştin. Aslinda nivîskar xwestibû bibêje em bi tiştên xwe yên kurdewarê xwe dikujin an zirarekî didine xwe. Bo vê jî ev metafor pir pir dubare kiribû, neku bi nezanî bû biz anîn kiribû. Tişkî din imm… na ez vana nebêjim. Tiştên hevala gotiye hema zû zû derbas bim. Ew qas bû tiştê ku min nîşe girtibû. Yanî guhertin, metafor û Helale. Ez naxwazim bi meseleya jinê ve girêbidim. Jiber ku Helale metaforek e. Ne bi tene jin e. Gere meriv vî tiştê jî bifikire, jin ji guhertinê ra zêdetir vekirîne. Seba wê jî ez dibêjim karaktera xwe jin hilbijartiye. Îbrahîm dimire lê Helale dewam dike û wê guhertinê tîne ber çavê me. Şêrzad naguhere ji ber ku şert û mercên Kurdistanê ji xwe zehmetîyan dernaxe pêşîya Şêrzad, ema derdixe pêşîya Helale. Helale mecbûre berê xwe bide civakeka din û guherînek din. Yanî ez dibêjim Helale wek fikrên nivîskar û projeya nivîskar temsil dike. Spas dikim. Gotinên min ew qas in.”
Moderator xwest mafê axaftinê bide Mem, wî got ez spas dikim. Jiber karûbarên baroyê min nikarî bixwînim, ez ê wek guhdarek bimînim.”
Mamoste Remziye dest bi axaftinê kir. “Min pirtûk xwendiye, lê mêvanê min hene, geh diçim pêjgehê û geh guhdarîya we dikim. Li gorî min mijara romanê malbat, civak, dê û jin e. Ez jî dêyek im, an keç û dê ne em. Dê dixwaze tiştê dijî an xetê dibe kiribe keça wê neke. Ji keça xwe ra dibêje xeta nekin, ger hûn bikin ew dê bibe sebeba şikandina şerefa bavê we. Ji xwe gava dîya Helale telefona wê dike, qet nabê halê te çi ye. Dikeve meseleyê û jêr dibêje, tu û yekê ecem, eyb e, şerm e, dê şerefa bavê te bişikê. Yanî nivîskar vê rewşê xweş daye ber çavan. Şerê Şêrzad û Helale, yanî çi dibe bi keçik, Arezûyê dibe, di navbera wî şerî da ditirse. Xwe vedişêre, di wir da jî xweş dihat ber çavê me. Nivîskar çîrok xweş dabû ber çavê me, ez ji xwendina wê aciz nebûm. Romanek herêkbar bû, Bessam Mistefa li hevanîna zaravan xweş kiribû. Qet ez têd nedieliqîm, ew jî tiştek xweş bû. Hew peyva bêjî, li ba me bêjî/pîc ji kesê bavê wan nediyar ra tê gotin. Di gelek cihan da hatibû bikar anîn. Dîya Helale jî ji zarowê xwe ra jî digot, wî/ê bêjiya han. Gelo li ba wan jî heman wate ye.” Moderator, yanî hêrsa xwe nişan dide, helbet wateya dijûndanê heye. “A duyan jî bûyera Birahîmok bandor li ser min çê kir. Ez ne şaş bim di rûpela 15an da bû, Helale li benda wî ye, dibêje, wê were, lê cendekê wî tê. Yanî laşê wî yê sar û cemidî li Helaleyê vedigere. Hêvîyên Helale ji xwe di wir da dişikin. Yanî li gor min tiştê min di romanê da dî, Helale bes ji Brahîmok hez kir. Ne ji Şêrzad hez kir, ne jî ji Seid, belbî ji ber ku Seîd dişibîya Birahîmok ji wî hezkiribe. Ji Seîd ra digot ku Birahîmok bijîya wê wek te bibûya. Yanî belkî Birahîmok di Seîd da didît. Şêrzad jî xwe kêm didît, tirsa wî ji çi bû, digot wê Helale ji Seîd hez bike. Ji ber vê tirsa xwe li malê pevçûn, şer derdixist. Jêr li manan digeriya. Ev ji hezkirinê jî bû. Yanî Şêrzad, ji Helaleyê hez dikir. Ji tirsa ku dê Helale wî terk bike ew qas alozî derdixist. Dawîya pirtûkê da em nizanin gelo Helale mir an na, em wê nizanin. Nivîskar belkî wêya ji xwendevên ra hiştibû. Nizanim gelo Helale bi ser xencerê veket an Şêrzad lê xist, min wê jî fam nekir. Karakter dihatin ber çavê min. Li gorî min cih/mekan xurt bûn. Dema Şêrzad wêneyek tazî bi dîwar ve didît, digot vî wêneyî ji vir rake. Yanî her tişt dihat ber çavê meriv. Helale, Şêrzad, keçika biçûk, Seîd jî giş dihatin ber çavê meriv. Li gorî min nivîskar xweş şayesandibû. Ji xwe hevalan pir tişt gotin, ez dirêj nakim. Mêvanê min hene. Bi xatirê we, silav û rêz ji we tevan ra.”
Ayşe xan di dawîyê da mafê axaftinê girt: “Ez jî hinek dereng mam, şev baş dibêjim. Min pirtûk neqedand. Min bi guhdarîyê hemû tişt bihîst. Lê ez ê du sê tişt bibêjim. Yanî zêde dirêj nakim. Li gorî min ev pirtûk bi nêrînek ewropayî hatibû nivîsîn. Yanî bi çavê ewropîyan Kurdistan an jî welat hatibû dîtin. Nivîskar ev tercih kiribû. Bi ya min ev romanek oryantalist bû. Ya bala min kişand di alî welat da qet hêvî tunebû. Temam li welat parçebûyîn, trajedi, falanfîlan, lê tu hêvîyek ji alîyê nivîskar ve nehatibû nişandan. Em dibêjin rasteqîn, rasteqînî lê li gorî min tu hunerek wêjeyê di pirtûkê da tunebû. Di alîyê bavikslarî da jinek ku bixwaze xwe rizgar bike, li welat nikare xwe rizgar bike. Helale vê bawerîyê di xwe da nabîne, temam feodali pir xurt e, lê nikare berxwe bide. Li welatê me astengiya li pêş jinê pêşîyê bi bavê dest pê dike. Bav li hember me astengî derdixe, çimkî dixwaze em bibin kur, ez ji vê gelek hêrs dibim. Paşê jî mêr dixwazin em bin bandora wan da bimînin. Ew hemû naxwazin jin rizgar bibe. Dema ku jin dixwazin ziman fêr bibin azadiya xwe bistînin, mêr astengiyan derdixin. Şêrzad bêrîya welatê xwe dike, ji bo konfora feodalîzmê bêrî dike. Nivîskar bi vê xwestiye tene feodalek nişan bide. Yên din digotin dema em vegerin em ê bên girtin. Dawîya romanê jî azadîya jinê an feodali biserdikeve, nivîskar ji me ra hiştibû. Ew qas tişt tesbît kir. Bi min nêrînek yek alî, ewropî bû. Ji xwe gelek dereng e. Silav ji we hemîyan ra.”

Moderator di dawî da got ku ez dixwazim vê bibêjim: “Çend hevalên me gotin ev romaneke ku taybetîyek navbermayînê/li ‘erefê mayîn tê da heye. Rast e, di ti mijarek da heta dawî neçûye. Lê bi min ev çend romanên romannûsên bi soranî ne, em dixwînin ku rexneya tevgerên kurd a rêznegirtina ji hunerê ra, rexneyek hevpar e. Her li ser mijara guherîna civakî radiwestin. Di encamê da jî zehmetîya guherîna civakê li ber çavê me radixin. Ez jî wisa difikirim, guherînên civakî pir zehmet in. Em ew qas dixwînin, hêjî hin ji me bi xwe di bin tesîra baviksalarî da dinirxînin. Em dibinin ku guherînên civakî, pêvajoyek dûrûdirêj dixwazin û gelek bi zehmet in. Ji derveyê vê jî bi civata kurd, ji alîyê dînamîkên derveyî ve gelek hatîye lîstin. Bi tevî vê jî ez bawerim hunera edebî ya kurdî dê rolek erênî li ser guherîna civaka kurd bike.” Bi van gotinan dawî li civîna Komê hat.

Deşîfrasyona deng, ji alîyê Ahmed KANÎ va hat kirin.