1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Gotin bixwînin kurdan jî xwend û encam(!)
Gotin bixwînin kurdan jî xwend û encam(!),gotin,bixwînin,kurdan,jî,xwend,û,encam

Gotin bixwînin kurdan jî xwend û encam(!)

A+ A-

Osman Sebrî: Ho xwendayê kurd.

“Ma zanî çiqas gelê te şaş e?

Ji ber şaşiyê gelek li paş e,

Ji hezar salan ew her bindest e,

Ji ber ku bêvac ramanperest e,

Wî ramanek nekir çira derê xwe,

Her wekî hefsar êxist serê xwe,

Holê bi serî dihat girêdan,

Dîl û şerpeze di nava cîhan,

Nexwest bi serê xwe ew birame,

Ji lewra heya îro xulam e,

Serdarê wî her beg û axa bûn,

Rênasê wî tim şêx û mela bûn,

Ew bûn peyayên di nav me xwenda,

Wana rê li ber me kirne wenda”.



Cegerxwîn: Xwendin.

“Xwendin nebe kes naçe pêş

Peyda dibin pir derd û êş
Helbet şîreta wan li cî bû, xwendin diviya û kurdan jî bi ya wan kir, xwendin…

Erê xwendin girîng e, xwendin nebe kes naçe pêş e, bêyî xwendin peyda dibin pir derd û êş e!

Erê kurdan guh da şîreta wan a xwendinê û xwendin, lê...!?

Lê wan hoste û mezinên peyvê xwendinek çawa, bi çi zimanî û bo çi mebestê xwestibûn…!?

Xwendin baş e, meriv bi civakî xelas neke jî bi takekes xelas dibe, meriv bi neteweyî nebe xwedan dewletekê jî meriv wekî kes dibe xwedî kar, nan, paye…

Meriv nikaribe bi zimanê xwe bijî jî, meriv dikare bi zimanekî din jî bijî, zarên xwe bi wî zimanî mezin bike, bike yek ji wan(!)

Çendîn ew xwendina bo kar û nanî ji xwe re dev ji zimanê xwe berdan anî be jî, ji kurdî kêm kiribe li zimanê tirkî zêde kiribe, bûbe dafika asîmîlasyonê jî, bila be!…

Erê hosteyan gotiye bixwînin balam negotine çi, bi çi mebestê, bi çi zimanî bixwînin!...

Loma di xwendina me de problem tune ye, bêyî kêmasî me bi şîreta wan kir û xwend, balam ji dewsa kêm bibin, gelo çima hê li me zêde bûn pir derd û êş?!

Belkî jî di şîreta wan a xwendinê de tiştekî ne li cî hebû yan me ew şaş fam kirin; xwendineke şaş kir! Ger ne wisa be, bi zimanekî din xwendin çima dibe sedema ji holê rabûna zimanê me?! Çima nifşên nû, zarok, ciwan yên ku peyva kurdî dengê kurdî bigihînin siberojê nagihîjinê???

Û pirsa, kurdî çima êdî ne zimanê zarok û ciwanan e jî, li bakur piştî deh-bîst salên din bi mirina hemû nifşên bi kurdî zanin re wê hewceyî bi bersivê nemîne(!)

Erê wan gotibû bixwînin lê herhal encamek wiha wan jî hesab nekiribû, yan jî xwendineke ku bi asîmîlebûnê encam bide!!!

Ger mebesta xwendinê bo bidestxistina kar û nanê be, helbet ên ji neçarî xwendî meriv nikare tawanbar bike gunehê çûyîna gorê ya kurdî bixe stûyê wan! Çi ku nan e û di meseleya nên de jî zimanê meriv nagere. Yanê divê meriv ji van her duyan yekê hilbijêre (di rewşa bindestiyê de yan nan an xwebûn) û ji encamên tercîhkirinê re jî dengê xwe dernexe (…)

***

‘çîroka zimanê min

dema dê û bavê min ez bi zimanê xwe mezin kirim pê re çîroka xwe jî hînî min kirin;

ê min zarokekî/ê min ê ku bi zimanê xwe mezin bikim tune ye; ji loma, ez bo zarokên we

yên siberoj hewes bikin, zimanê dê û bavê xwe ji pirtûkan hîn bikin vê çîrokê (…) dinivîsim’.

Welat DILKEN

Çavkanî: Malpera Diyarnameyê