Gera Başûr
Em di sala 2017an de, bo çavdêriya Referandûma Serxwebûnê meha Îlonê seranser li Hewlêrê bûn. Encama referandûmê ya ji % 92.7 belê, dilê hemû kurdan xweş kiribû. Lê ev dilxweşî gelek neajot, bi xiyaneta hin kurdan Kerkûka dilê Kurdistanê û gelek navçeyên Kurdistanê ji aliyê Heşda Şe’bî û artêşa Iraqê ve hatin dagirkirin.
Piştî vê bûyera xemgîn ji salek zêdetir berê me neket Başûrê Kurdistanê. Dema di 12 Gulanê de, di hilbijartina parlamentoya Iraqê de kurdperweran encamek baş bi dest xist, xemgîniya me hinek sivik bû. Paşê di hilbijartina parlamentoya Kurdistanê de, neteweperwerên kurd li hember xiyanetê serkeftinek dî jî bi dest xistin. Piştî ev serkeftinên piçûk hê nû berê me ket Başûrê Kurdistanê.
Roja 10ê Çiriya pêşîn, ez ji Amedê, Mamoste Beşîkcî û Îbrahîm Gurbuz ji Stenbolê birêketin. Ez bi basê çûm Cizîra Botan. Dostê me Fethullah Elçî min pêşwazî kir. Bo pêşwazîkirina Mamoste Beşîkcî û Îbrahîm Gurbuz hê dema me hebû. Elçî ez li medreseyên Evdal Xan û medreseya Sor gerandim. Di serdema mîrektîyan de ev der navendîya îlmûzanînê bo netewa kurd kiribûn. Lê mixabin ku dagirkerên Kurdistanê pêşî li netewa kurd girtine. Di sedsala 21. de jî nahêlin ku netewa kurd bi zimanê xwe perwerde bibe. Ev zilma giran bi piştgiriya nîzama cîhanî ya dijî kurd û xiyaneta hin kurdan her ber dewam e. Paşê em çûn ziyareta gorbihuştan, Mem û Zînê ku Ehmedê Xanî, Fîlozofê kurdan ew bi berhema xwe ya navdar, nemir kirine. Me fatihayek ji rihê Ap Şerafedîn Elçî û malbata wî re jî li ser goristana wan xwend.
Em berî ku balafira Mamoste Beşîkcî û Îbrahîm Gurbuz dakeve li balafirgeha Şerafedîn Elçî bûn. Me wan girt û hatin mala Fethullah Elçî. Bav, kal û apên Fethulah em pêşwazî kirin. Bavê wî li ser Beşîkcî helbestên giranbiha amade kiribû. Ji me û Beşîkcî re xwend. Rêzan Oktenê kurê Tahir Oktenê rehmetî ku hevalê Beşîkcî yê zîndana Amedê di salên 1970yan de bû, jî hatibû pêşwaziya me. Piştî îkrama çay, qehweyê me destûr ji malbata Elçiyan xwest. Fethulah heta hundirê derê Xabûrê em birin û siwarê basek biçûk kir. Li ber deriyê Îbrahîm Xelîl heyeta Navenda Beşîkcî bo Lêkolînên Merivahîyê ya Zankoya Duhokê em pêşwazî kirin. Me birin Duhokê, li otêla Jiyanê bi cih kirin.
Sibehê em ji otêlê girtin, birin serokatiya zankoya Duhokê ya li nava bajêr. Serokê Zankoyê Dr. Muslih Duhokî em pêşwazî kirin. Rêz û hurmeta xwe bo Beşîkcî û heyeta wî nîşandan. Ji Beşîkcî re pêşniyaza semînerek li ser xiyaneta 16ê Oktobrê kirin. Ji ber ku ew roj (16.10.2018) salvegera yekem a xiyanetê bû, ev pêşwazî di cih de hat pejirandin. Em bi siwareya zankoyê çûn Hewlêrê.
Li wirê Mîrhac Mistefa Em pêşwazî kirin. Me li navenda Weqfa Beşîkcîyî bêhna xwe da. Me xwest ku em li wirê bimînin, lê Musa Ahmed, Serokê Dezgey Xêrxwazî Barzanî em birin otêla Ziryan. Piştê bicihbûna li otêlê Orhan Kaya, nûnerê PAKê li Başûr, em vexwendin mala xwe. Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk û malbata xwe jî li mala Orhan bûn. Evdirehmanê Gundikî jî li wirê bû. Wî pirtûka bîranînên xwe, ya bi navê “Nameyek Ji Şirnexê” bo me dîyarî kir. Piştî şîvê sihbetek germ li ser girîngiya ziman hat kirin. Mistefa Ozçelîk behsa bernameya partiyên Kurdistanî yên Bakur, li ser ziman kir.
Roja înê (12.10.2018), em sibehê çûn Weqfa Beşîkcîyî. Ji wirê jî derbasê fuara kitêban ya navneteweyî ya Hewlêrê bûn. Mamoste Beşîkcî, pirtûkên ku Navenda Lêkolînan ya Başîkcîyî li Duhokê çapkiribûn, 8 jê wergera kurdî û 8 jî wergera ‘erebî bûn, îmze kirin. Piştî nîvroyê li Hola Fuara pirtûkan, Mamoste Beşîkcî Semînerek li ser rewşa kurd û Kurdistanê pêşkêş kir. Piştê wê semînerê jî îmzekirina pirtûkan domand. Gelek dostê me, wek Zana Ada, Botan, Feyselê Endezyar, Brahîm Mehmûd ûwd. em ziyaret kirin. Li Başûr rêberê me her Mîrhac bû. Êvarê, Botan em û çend dostên din vexwendin mala xwe. Li wirê jî her sihbeta me li ser rewşa kurd û Kurdistanê bû.
Roja şemîyê bi piranî em li Weqfa Beşîkcîyî man. Piştî nivroyê me Dezgey Xêrxwazî Barzanî zîyaret kir. Me kurdek Rojhilatî bi navê Evdirehman Paşayê rojnamevan naskir. Em li Family Molê jî geriyan. Êvarê em mêvanê Zanayê xwediyê Ada Kafeyê bûn. Li Ada Kafeyê ji her çar parçeyê welat mêvan hebûn. Bi taybetî jî ji Rojhilat kesên wek Mehme Salihê Berdevkê PDKÎyê kesek zar şîrîn bû, hebûn. Me bo şehîdên wan ên di êrîşa dewleta Îranê ya li ser baregehên wan ên li Koyê de, jiyana xwe ji dest da bûn ser saxî xwest. Me got em ê sibê navenda we û ya HDKê ziyaret bikin.
Roja yekşemê, em li Parka Samî Evdirehman çûn ziyareta Bîrdarîya Şehîdên Sibata 2004an. Me peykerê Mestûre Xanê jî ziyaret kir. Em pêşîyê çûn navenda PDKÎyê. Wan gelek bi germahî em pêşwazî kirin û hêvîya xwe ya rojek li Mehabada rizgarbûyî mazûvanîya me bikin, anîn ziman. Mamoste Beşîkcî jî dardekirina ciwanên kurd li Rojhilat, ji layê dewleta Îranê ve wek jenosaydê bi nav kir. Ji wirê jî em çûn navenda HDKê, bo şehîdên wan ên li Koyê ku di encama êrîşek hewayî ji alîyê dewleta Îranê ve hatibûn qetil kirin, me sersaxî xwest.
Roja duşemê (15.10.2018), em weka heyeta Weqfa Îsmaîl Beşîkcî çûn serdana Serok Mesûd Barzanî. Piştî axaftina silavdayîn û hevpirsînê, Mamoste Beşîkcî got ez dixwazim du tiştên taybet bipirsim. Mesûd Barzanî got, kerem bikin. Yek, “Gelo mala ku Mele Mistefa Barzanî û apên te tê de jiyabûn te dîtiye? Min vê pirsê li herêma Barzan ji rayedaran pirsî wan bersiv nedan, dibe ku tênegihîştibin.” Mesûd Barzanî jidayîkbûna xwe ya li Mehabadê bibîrxist û got avahîyên devera Barzan 16 caran bi temamî hatine hilweşandin. Me avakiriye û dijminan jî hilweşandiye. Meriv kare bibêje ku hemû jiyana Mele Mistefa di nava tekoşînê de derbas bûye. Geh di şikeftê çiyayên Kurdistanê de, geh jî li derveyê welat her di bereya şer de bûye. Ya duyem jî gelo tu dê kengê bergê sêyem ê pirtûka xwe ya li ser Tekoşîna Neteweyî, binivîsî? Dibe ku naverokê wê li ser pêşmerge û malbatên wan ên ji Yekîtîya Sovyetan vegeriyan, be. Mesûd Barzanî di bersiva duyem de got, rast e, min dokumentên li ser bergê sêyem hemû amade kirine. Lê wek hûn jî dizanin em niha di pêvajoyek pir zehmet de derbas dibin û zêde meşxûl im. Dema mijar hat ser referandûma 25ê Îlonê û xiyaneta 16ê Oktobrê, Mesûd Barzanî xemgîn bû û got min bi îsrar xwest ku îradeya neteweya kurd derkeve holê û neşikê. Min mirina xwe dabû ber çavan, lê bi hevkariya ereb, faris, tirk û xiyaneta Amerîkan xincerek jehrîn bi destê hinek rêveberên YNKê ji paş ve li kezeba me xistin. Em tu carî xiyaneta 16ê Oktobrê ji bîr nakin.
Piştî hevdîtinê em hatin Weqfê. Rêveberiya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ya Hewlêrê, bi serokatîya Îsmaîl Beşîkcî ji Rondik F. Evdilah, Îbrahîm Gurbuz, Mûsa Ahmed û Salar Osman pêk hat. Em ji Hewlêrê vegeriyan Duhokê.
Roja sêşemê (16.10.2018) li zankoya Duhokê semînerek berfireh bi navê “Rewşa Kurdistanê ya Piştî Referandûmê” ji alîyê Îsmaîl Beşîkcîyî ve hat pêşkêş kirin. Mamoste Beşîkcîyî li ser xiyaneta 16ê Oktobrê rawestiya û rewşa Kurdistana ku ti statuyeke wê ya wek koloniyên li Afrîkayê jî tune ye, anî zimên. Ji gelek layan (alîyan) ve Kurdistanê bi koloniyên li Afrîkayê re berawird kir. Wek mînak got, zarokên afrîkiyan ku li Londonê wek Pavel dixwendin, dema vedigerîyan welatê xwe, rêberiya tekoşîna rizgariya neteweyî dikirin. Kesek ji zarokên Afrîkiyan wek Pavelê ku destê xwe da destê Heşda Şe’bîya dijminê kurdan û Kerkûkê pêşkêşê wan kir, xiyanetek wek a Pavel nekir. Bo ku Kurdistan ji dubendiyê xelas bibe û kultura demokrasiyê ava bibe, divê dengên partiyê (PDK) li devera Silêmaniyê herî kêm ji % 30 be û li devera Behdînan jî dengê yekîtiyê (YNK) ji % 20 hebe. Bi vî awayî dê bingeha birakujiyê jî ji holê rabe. Êvarê em vegeriyan Hewlêrê.
Roja çarşemê (17.10.2018), em çûn ziyareta Mesrûr Barzanî. Ew bêtir li ser girîngiya fikrê rawestiya û bo fikrên zanistî yên Îsmaîl Beşîkcî rêz û hurmeta xwe nîşan da. Mamoste Beşîkcîyî li ser girîngiya dewlet avakirinê rwestiya û behsa Teodor Herzl kir ku ji dewlemendên cihû re digot “ger dewleta we tune be, ti qîmetek ji malê we re tune ye”. Bo rastiya vê fikra Teodor Herzl jî mînaka ermeniyek xarpûtî da û got, “serdema piştî meşrûtiyeta duyem (1908-1913), bavek ermenî ji kurê xwe yê ku li Londonê xwendiye û dewlemend bûye, re dibêje milkên xwe bifiroşe samana xwe bîne li Xarpûtê bi cih bike. Ew jî wisa dike. Lê dema ku li balkanan şer der tê, midûrê ewlehîya polîsan, fermandarê jendirmeyan û midûrê bankayê tên ber derê kurê ermenî. Dixwazin kaxizek ku hemû malê xwe bexşî wan sê kesan bike pê bidin îmzekirin. Ew îmze nake. Li ber çavê jin û zarokên wî gule bera eniya wî didin û dikujin. Bi jina wî ya ku matmayî maye, kaxiz didin îmzekirin û diçin”.
Piştî ku em ji cem Mesrûr Barzanî derketin, çûn weqfê. Zankoya Soran bo semînerek bide Beşîkcî vexwendibû Soranê. Em roja çarşemê êvarkî çûn Çomanê. Li Havîngeha Kerîn Evdilah a bi navê Geştiyarî Hilgirt bûn mêvan. Ew şev Mûsa Ahmed û birayê wî Îsa Ahmedê cêwikê wî jî bi me re li havîngehê man. Çoman ciheke pir hênik bû. Em li ber agirê êzingan li binê roniya heyvê û bi dengê çemê çoman gelek bextewar bûn. Meriv kare bibêje ku gelîyê Çoman bi xweşikîya xwe negihîje geliyê Alî Begê jî lê bi nêzîkiya dergehê Hecî Umran ji hêla aborî ve gelek birûmet e.
Roja pêncşemê (18.10.2018), em sibehê zû rabûn. Me taştê xwar û berê xwe da Zankoya Soran. Li zankoyê rêveberiyê bi awayek germ em pêşwazî kirin. Zankoya Soran navê Îsmaîl Beşîkcîyî li holeke konferansan danî bû. Li holê Mamoste Beşîkcî semînerek li ser Referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an û xiyaneta 16ê Oktobira 2017an da. Weka her semînerî di vê semînerê de jî statuya an bêstatuya Kurdistanê bi koloniyên li Afrîkayê re berawird kir. Ji zankoyê em çûn kitêbxaneya Ehmedê Xanî. Wan jî portreyek Ehmedê Xanî û Îsmaîl Beşîkcîyî lî cihê ku dê Beşîkcî kitêbên xwe îmze bike danî bûn. Başîkcî bi danîna portreya xwe ya li kêleka portreya Ehmedê Xanî gelek hestiyar bû. Piştî pirtûk îmzekirinê li Gelîyê Elî Begê, em bûn mêvanê Dezgeha Pêşmergeyên Şorişa Îlonê. Dema em vegeriyan Hewlêrê, Maaf Barzanî, li otêla Ziryan pirtûka ku ji pêşkêşên Konferansa Hizra Neteweyî pêk hatibû pêşkêşê Beşîkcî û heyeta pê re kirin. Qendîl Şêxbizînî jî pirtûka xwe ya bi navê “Hezar û Yek Peyv” dîyarî kir bo me.
Roja înê (19.10.2018), em dîsa çûn fuara pirtûkan. Li fuarê gelek kes hatin ziyareta Beşîkcîyî. Mamoste Beşîkcî jî ji ber ku ji Bakurê Kurdistanê ew bi tenê beşdarê fuara Hewlêrê bûbûn, bo pişgirî û pîrozkirinê çû ziyareta standa avestayê. Ji ber ku Mûsa Ahmed, Serokê Dezgey Xêrxwazî Barzanî ji serî heta dawîya gera me eleqeyek zêde nîşan da, em çûn zîyareta mala wî. Edîtorê Rojnameya Xebatê Dilşad M. Wasanî jî li wirê bû. Bo ku nûçeyek li ser gera me ya li Başûr binivîse hin agahî di heqê weqfa Îsmaîl Beşîkcî de girtin û roja yekşemê (21.10.2018) di rojnameya Xebat de nûçeyek belav kir.
Roja şemiyê (20.10.2018), Mûsa Ahmed hat otêla em lê diman. Sihbetek germ li ser bername û rêziknameya Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî ya li Hewlêrê, bi Îbrahîm Gurbuz û mamoste Beşîkcîyî re kir. Me jî guhdariya wan kir. Piştê nîvroyê bi rêberiya Mîrhac em li Keleha Hewlêrê geriyan. Ya herî balkêş ew bû ku li seranserê Hewlêrê, ji ciwanan bigire heta kalan yanî ji heft salîyan heta heftê salîyan her kesî elaqeyek mezin nîşanê Mamoste Beşîkcîyî dida. Ji Beşîkcîyî hat pirsîn ku vê eleqeyê çawa dinirxîne. Wî got ew girêdayê bi geşbûna hizra neteweyî ve ye. Êvarê em çûn mala Dr. Azra. Gelek rewşenbîr û nivîskarên wek Jan Dost, Tahsîn Botan ûwd. jî hatibûn. Paşê şandin pey Evdila Keskîn, ew jî hat.
Roja yekşemê (21.10.2018), Mîrhac û Mûsa Ahmed hatin otêlê gotin saet di 12an de em ê biçin ziyareta Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî. Di hevdîtinê de Beşîkcîyî ji Serokwezîr Nêçîrvan re dubare sersaxî û xemgîniya xwe bo dilovaniya Dilovanê birayê wî got. Piştî hevdîtinê min amadekariya vegerê kir. Ez bi basê vegeriyam Amedê. Mamoste Beşîkcî û Îbrahîm Gurbuz jî êvarê li weqfa Beşîkcî ya Hewlêrê, beşdarê civîna rêveberiyê bûn û Beşîkcî bo Enqereyê, Îbrahîm Gurbuz jî bo Stenbolê bi balafirê çûn.
26.10.2018-Amed
Ahmed KANÎ