1. Hemû Nûçe

  2. Bakur

  3. Gelê Amedê ji Bombeyan jî Natirse
Gelê Amedê ji Bombeyan jî Natirse,gelê,amedê,ji,bombeyan,jî,natirse

Gelê Amedê ji Bombeyan jî Natirse

A+ A-

5ê Hezîrana 2015an, li Amedê, li Qada Îstasyonê di dema mitînga HDPê de bombe hatibû teqandin. 5 Meriv hatibûn kuştin û bi dehan kes birîndar bûbûn. Gelek kesan organên xwe wenda kiribûn. Hinek ji her du lingan bûbûn. Lê dîsa jî serî netewandin û bi lingên protez di mitînga HDPê de hatin ba hev.

Îro 20ê Hezîrana 2018an, sê sal û pazdeh roj piştê bombekirinê, dîsa li heman qadê bi sed hezaran amedî dîsa beşdarê mitînga HDPê bûn. Êdî navê qadê bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dabûn, guherî bû. Bûbû Qada 5ê Hezîranê.

Li ser vê encamê meriv kare bibêje ku gelê Amedê ji bombeyan jî natirse.