1. Hemû Nûçe

  2. Rojhilat

  3. Emîr Hesenpûr (1943-2017)
Emîr Hesenpûr (1943-2017),emîr,hesenpûr,1943,2017

Emîr Hesenpûr (1943-2017)

A+ A-

Akademîsyen û zimannasê kurd, Emîr Hesenpûr roja şemîyê (24.06.2017) çû ser dilovanîya xwe. Emîrê ku di sala 1943yan da li Mahabadê hatibû dinyayê, mamostayê ziman û wêjeya îngilîzî bû.

Di sala 1983yan da derketibû derveyê welat. Teza xwe ya doktorayê li Amerikayê li ser zimanê kurdî kiribû. Akademîsyenek nefspiçûk bû. Min (Ahmed Kanî) gelek sûd ji berhem û xebatên wî girtîye. Wek mînak, di pirtûka min a “Morfolojîya Kurmancî û Zimannasî”yê de, ji gelek mijaran ra dîtinên wî bûne çavkanî (Kanî 2017:3-4).

Em ê wek rojnameya Kurdistanê her dem ji xebatên wî sûd wergirin û bi xwendevanên xwe re parve bikin. Ev linka jêrîn jî hevpeyvînek li ser lehceyên kurdî ye:

http://www.peyamakurd.com/kr/2017/05/26/emir-hesenpur-dive-azadiya-her-lehceye-hebe


Bêjeyên Miftehî