Divê çapemeniya kurd azad be
Mahmut Bozarslan di semînera Rewşa Medyaya Kurdî de axivî. Rexneyên xwe li çapemeniyên girêdayî partiyan kir, got divê çapemeniya kurd azad û serbixwe be.
A+
A-
Mahmut Bozarslan di semînera Rewşa Medyaya Kurdî de, li Weqfa Ismail Beşikçi şaxa Amedê axivî.
Rexneyên xwe yên der barê çapemeniya kurd û bikaranîna kampanyayan de anî ziman.
Bozarslan got ku divê çapemeniya kurd azad û serbixwe be û mafê her partîyeke kurd heye ku bîr û rayên xwe li ser çapemeniyek ku piştgiriya wê dike vebêje.
Lê divê çapemeniya netewî ya kurdan a azad û serbixwe hebe.
Ev çapemeniya netewî dê bi hişmendiyeke netewî, dîplomatîk mafên kurdan ên netewî di qada navnetewî de biparêze.
Bêjeyên Miftehî divê,çapemeniya,kurd,azad,be