1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Civîna G7 a derbarê Sûriyê de bi dawî bû!
Civîna G7 a derbarê Sûriyê de bi dawî bû!,civîna,g7,a,derbarê,sûriyê,de,bi,dawî,bû

Civîna G7 a derbarê Sûriyê de bi dawî bû!

A+ A-

Civîna G7 a welatên herî bihêz ên aborî li cîhanê, li Îtalyayê bi dawî bû. Wezîrê derve yê Fransayê, piştî civînê daxuyaniya welatên G7 ragihand, diyarkir ku Wezîrên dervê yên G7 di Suriyeya pêşerojê de cîhê Beşar Esad nabînin.

Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault herweha diyarkir ku, li ser sizayên aborî yên nû hemberî Rusya û Suriyeyê civîn yekalî nebûye.

Daxwaza agirbestê li Suriyê, yek ji daxwazên din a civîna G7 bûye. Ayrault got ku, sazûmanên navneteweyî divê serpereştiya çavdêriya agirbestê bikin.

Welatên endam ên G7 diyarkirin ku, di demek nêzîk de dîsa divê civîn li dar bikeve û rewşa Suriye û bandorên vî şerî di qada navneteweyî de bê nirxandin. Tê çaverêkirin, ku Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiye jî bo civînên pêş bên vexwendin.
Çavkanî: Heftenameya Basê