1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Civata Ewlekarî ya NY Ser Îdiayên Êrîşa Kîmyayî Civîya
Civata Ewlekarî ya NY Ser Îdiayên Êrîşa Kîmyayî Civîya,civata,ewlekarî,ya,ny,ser,îdiayên,êrîşa,kîmyayî,civîya

Civata Ewlekarî ya NY Ser Îdiayên Êrîşa Kîmyayî Civîya

A+ A-

Piştî îdiayên êrîşa kîmyayî ya li Sûrîyê, Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî bi awayekî awarte kom bû.

Endamên civatê yên ku ser daxwaza Fransa û Brîtanya civîyan, jiber kuştinên li Îdlibê hevdu tawanbar kirin.

Cîgirê Balyozê Rûsya yê li NY Vladimir Safronkov, sîyaseta rêvebirîya serokê Amerîka yê berê, Barack Obama rexne kir.

‘’Obama bikaranîna çekên kîmyayî wek ‘xeta sor’ ragihand û gef xwarin ku ew ê maytekirina leşkerî bike, lê wisa êrîşên bi vî rengî hatin provoke kirin,’’ Safronkov got.

Balyoza Amerîka ya li NY Nikki Haley jî wêneyên zarokên kuştî nîşan da û bang li endamên civatê kir ku demûdest tevbigerin. Haley xwest ku Moskow bandora xwe ya ser Şamê bi kar bîne.

‘’Jibo ku ew kuştin di xema Rûsya de bin, divê çend zarokên din werin kuştin? Gava NY di erka xwe ya têkoşînê de bi ser nekeve, wek dewlet em dikarin dest bi maytekirinê bikin,’’ Haley hişyarî da.

Rêvebirîya Moskow, îdiayên welatên rojava, ku Beşar Esad wek berpirsê êrîşê dibînin, red dike û eşkere dike ku ew ê piştgirîya jibo hikûmeta Sûrîyê bidomîne.

Rûsya îdia dike ku piştî êrîşên hikûmeta Sûrîyê yên ser depoyeke teqemenî ya serhildayan gaz belav bûye.

Çavkanî: Dengê Amerîka