Bîranîna Şêx Seîd
A+
A-
Li navenda PAKê bi minasebeta 92yemîn salvegera şehadeta Şêx Seîd, semînerek ji alîyê lêkolîner Kerem Serhedî ve hat pêşkêş kirin.
Di destpêka axaftina xwe da Kerem Serhedî bi kurtî li ser dîroka karesata dabeşkirina Kurdistanê agahîyên giranbiha da. Piştî wê jî li ser tevgera Azadîya Kurdistanê ku di bin serokatîya Xalid Begê Cîbrî de ava bûbû axivî. Xîyaneta Bînbaşî Qasimê pismamê Xalid Begê û hevlingê Şêx Seîd derxist pêş. Di dema semînerê da nevîyê Şêx Seîd, Kasim Ferat jî hat. Wî jî bi kurtî balê kişand ser girîngîya tifaqa kurdan û hevdîtina xwe ya bi Mesûd Barzanî re par ve kir.
Bîranîna Şêx Sîd bi pirs û bersivan bi dawî bû.
Bêjeyên Miftehî bîranîna,şêx,seîd