1. Hemû Nûçe

  2. HEVPEYVÎN

  3. Bîbliyografyaya kirmanckî wek pirtûk çap bû
Bîbliyografyaya kirmanckî wek pirtûk çap bû,bîbliyografyaya,kirmanckî,wek,pirtûk,çap,bû

Bîbliyografyaya kirmanckî wek pirtûk çap bû

A+ A-

Hevpeyvîna Gönül Günê bi Mutlu CAN re

Bîbliyografya, arşîv ji bo zimanekî pir girîng in. Ji ber ku bîbliyografya ked û xebatên ku heta niha hatine kirin berhev dike, qeyd dike, tîne berçavan û gelek tiştan ji windabûn û tunebûnê xilas dike. Her wiha mîsyona bîbliyografyayan yek jî ew e ku wek ‘bîr’ û ‘mîrateke çandî’ cihê xwe digire. Di heman demê de, bîbliyografya karê akademîsyen, lêkolîner û xwendavanên meraqdar hêsan dike û heta dibe ku ji bo xebatek rêk û pêk riyekê jî ji wan re nîşan dide.

Dema em behsa arşîv û bîbliyografyayên kurdî, bi taybet zaravayên kirmanckî û kurmancî dikin, di vê babetê de, tê gotin ku tevî sedemên neyînî kurdan zêde giraniya xwe nedane bîbliyografyayan. Lê belê hin kurdên bi xîret ev kêmasî ditîne û berê xwe dane xebatên bîbliyografyayê. Yek ji van Kurdolog Mutlu Can e. Can, di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê mastera xwe xilas kiriye. Mijara teza wî ya Lîsansa Bilind li ser bîbliyografyaya kirmanckî bû û ev xebata akademîk di nav 3 salan de amadebû. Di vê berhemê de, di navbera salên 1963-2017an de nivîs, pirtûk û weşanên periyodîk ku ji aliyê kirmancan ve û bi alfebeya kirmanckî (kurdî) hatine nivîsin û weşandin wek sernivîs û çavkanî cî girtine. Can, ji bo amadekirina bîbliyografyayê gelek çavkanî di ber çavan re derbas kiriye û lêkolîn li ser gelek berheman kiriye.

Ev xebat serê meha vê Îlonê ji weşanxaneya Vate wek pirtûk û bi qasî 465 rûpel çap bû. Li gor agahiyên berdest tê gotin ku ev bîbliyografyaya kirmanckî di Bakurê Kurdistanê de, bi zimanê kurdî ve û wek pirtûk yekem bîbliyograyaya berfireh e ku hatiye amadekirin.

Em bi Kurdolog Mutlu Canê re li ser xebat - pirtûka wî axivîn.

Di Sibata 2018an de, teza te ya Lîsansa Bilind a bi navê ‘Bîbliyografyaya Kirmanckî’ xilas bû û hat pesendkirin. Serê Îlonê xebata te ya akademîk ya 3 salan ji Weşanxaneya Vate wek pirtûk çap bû, bi rastî meraq dikim tu ji ber vê yekê çi hîs dikî û her wiha bertekên çawa hildidî?

Berî her tiştê dixwazim vê yekê bibêjim, ji ber xebata min a akademîk ya ku wek pirtûk hatiye çapkirin ez pir kêfxweş û bextewar im. Bila şaş neyê fêmkirin min demek berfireh û kedek mezin da vê xebatê. Em dikarin wiha bibêjin ku min darek çand ev pirtûk jî wek berhema vê darê derkete holê û dê biçe ber destên gelek kesan. Niha ez wan rojên zehmet bi xweşî tînim bîra xwe. Armanca min ev bû ku xizmeta kurdî, bi taybet xizmeta zaravaya kirmanckî bikim. Bi vê berhemê vê ez gihiştim vê armanca xwe.
Belê, pirtûk nû çap bû û helbet ji bo bertekên ku di derbarê pirtûkê de mirov niha çi bibêje pir zûye. Lê belê, hîn dema ku wek tez min pirtûka xwe amade dikir bi awayekî hat bihîstin. Wek tu jî dizanî, medyaya civakî di van mijaran de zehf bi bandor e. Her wiha li ser xebata min çend nûçe û hevpeyvîn jî hatin amadekirin. Lê min ji bo pirtûka xwe ji derdora xwe bertekên pir erenî girtin. Bi taybet nivîskar, rewşenbîr û xwendekarên kurd ên ku ez qîmetê didim ramanên wan, min ji wan kesan gotinên rind bihîst û bertekên erênî girtin. Her wiha hêvîdar im ku ev berhem wê bigihêje gelek cî û kesan. Kesên dixwazin dikarin pirtûkê peyda bikin bila bi weşanxaneya Vateyê re têkilî deynîn.

Dema meriv dibêje bîbliyografya, wê demê xebateke berfireh tê hişê meriv. Ez bawer im xebata bîbliyografyayê ne xebateke ev qas hêsan e. Te biryara amadekirina bîbliyografyayê çawa wergirt, çi te motîve kir?

Eleqe û xebatên min ên li ser kirmanckiyê beriya 2011an destpêkiribû û piştê 2011an ez bi pergal li ser kirmackî xebitîm. Her wiha di sala 2013an de jî min di beşa Ziman û Wêje ya Kurdî ya li Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê bi awayek akademik dest bi xwendina kirmanckî kir. Min sala pêşî Lisansa Bilind a bêtez paşê jî Lîsansa Bilind ya bitez xwend. Ji xwe ev xebata min ya bi navê ‘Bîbliyografyaya Kirmackî’ mijara teza min ya Lîsansa Bilind e.

Beriya vê xebatê, ez li ser bîbliyografyaya xeberoşkan şixulîm û ev xebata min a pêşî di kovara Vateyê de bi navê Bîblîyografyayê Sanikanê Sanikanê Kurdkîya Kirmanckî (Zazakî) derçû. Ev xebata xeberoşkan, ji bo bîbliyograyaya kirmanckî jî bû bingeh û nimûne.

Mamostê min birêz Mehemed Malmîsanij babeta bîbliyografyaya kirmanckî pêşniyazê min kir û got, ‘dikarî vê carê li ser vê mijarê bişuxulî’. Bêguman him ji ber ku kedek mezin daye kirmanckî him jî qîmeta birêz Malmîsanij li cem min zehf e, min pêşniyaza wî girîng dît. Her çi qas mamostê min pêşniyaz kiribe jî herî dawî min biryara xwe da. Piştî vê pêşniyazê ez bi xwe fikirîm û min got divê ez vê xebatê amade bikim.

Wexta ku ez li ser bîbliyografyaya xeberoşkan dixebitîm wê demê min ev yek tecrûbe kir ku xebatên li ser bîbliyografyayê zehmet in û pir wext ji wan re lazim e. Tevî ev qas zehmetiyan min biryara bîbliyografyaya kirmanckî da. Di vê biryarê de çi bi bandor bû? eger ji min dipîrsî, rewşa zimanê kurdî ya heyî bi taybet jî ya zaravaya kirmanckî pir ne baş e. Her wiha hejmareke ne hindik dokumentên hêja yên kirmanckî heta niha li ser hev kom bûbûn ji loma xebatek wisa ji bo kirmanckî pêwîst bû. Em kesên ku li ser kirmanckî dixebitîn vê yekî zanibûn, lê belê pêwîstiya me bi çavkaniyek ango bîbliyografyayekê hebû. Piştî xebata li ser xeberoşkan min dît ku ez dikarim ji binê bîbliyografyaya kirmanckî derbikevim.

Em hinek jî li ser naverok û çarçoveya pirtûka te bisekinin. Xebata te çima ji sala 1963an dest pê dike. Kesên meraqdar an jî lêkolîner di vê berhemê de wê ji çi sûd werbigirin?

Di nav zarayên kurdî de herî dereng kirmanckî dest bi nivîsî kiriye. Li gorî agahiyên berdest ên niha em dibînin ku beriya sala 1963an çend berhemên kirmanckî hatine amadekirin.
Li gorî agahiyên dawî yekem pirtûka (dest nivîs) kirmanckî di sala 1798an de ji aliyê Sultan Efendiyê ve hatiye nivîsin. Vê agahiyê akademîsyen Mustafa Dehqan dide. Li gorî agahiyên Dehqanê, navê Sultan Efendi yê rastî İshak Beg Bin Ali ye. Ev pirtûk ji du gotaran pêk tê û berhem behsa Elewîtî û Dersîmiyan dike. Her wiha ev pirtûk ji devoka herêma Sîwereg û Çermîka Dîyarbekrê ve hatiye amadekirin. Dîsa li gor agahiyên Mustafa Dehqanê, çavkaniya vê pirtûkê tam baş nayê zanîn lê ev pirtûk, pirtûka kirmancekî ku koçê Diyarbekirê kiriyê ye. Lê belê divê vê yekê bibêjim, kesên ku li ser kirmanckî dixebitin heta niha vê pirtûkê nedîtine. Heta mamoste Malmisanij ne ku kopyaya vê pirtûkê bigire bi tenê bo dîtina vê pirtûkê çi qas israr kiribe be jî Mustafa Dehqan, pirtûkê nîşanê Malmisanijê nekiriye.

Her wiha, di 1899an de li Diyarbekrê ji aliyê Mela Ehmedê Xasî ve mevlûda bi kirmanckî tê amadekirin. Piştre Osman Efendiyê Babijê mevlûd nivîsiye û ev mevlûd, cihê wî bihûşt be ji aliyê Celadet Bedirxanê ve di sala 1933an de, li Şamê hatiye çapkirin. Mixabin heya sala 1963an em rastî nivîs an jî berhemên bi kirmanckî nayên.

Xebata min çima ji 1963an dest pê dike? Ji ber ku di 1963an de rojnameyeke bi navê Roja Newe tê derxistin. Mixabin ev rojname tenê hejmarekê derketiye û balkêş e ku navê rojnameyê jî bi kirmackiyê û tê maneya ‘Roja Nû’. Di vê rojnameyê de bi tenê du tekstên bi kirmanckî hatine nivîsin, ji ber vê yekê em serdama nivîsandin û weşandina dema modern ya kirmanckiyê ji 1963an didin destpêkirin, lê ev destpêkirin sembolîk e.

Piştre di sala 1975-1976an de, em hema hema rastî nivîs û xebatên bi kirmanckî nayên. Di 1975an de kovara Özgürlük Yolu, di 1977an de rojnameya Roja Welat û di 1978an de kovara Devrimci Demokrat Gençlik di van weşanên periyodîk de kêm jî be tekxstên kirmanckî tên weşandin.

Di esasiya xwe de em dikarin bibêjin bingeha nivîs û weşandina kirmanckî di 1979an de dest pê dike. Ji ber ku di 1979an de, bi qasî 4 hejmar kovara Tirêj tê çapkirin. Di vê kovarê de, cara yekem e ku bo kirmanckî beşek tê veqetandin û di vê beşê de jî nivîs bi îstîkrar hatine weşandin. Wekî din min karê arşîvê kiriye ji loma dizanim cara yekem e ku li Bakûrê Kurdistanê kovara bi temamî û bi kurdî hatiye amadekirin, kovara Tirêj e. Her wiha, di vê kovarê de, ji bilî çend nivîsên din mamoste Malmîsanij bi mahlasên cuda nivîsiye.

Divê sînorên her xebatên zanîstî hebin û sînorê xebata me jî heye. Çend qaîdeyên vê xebatê hene. Yekem sînor; ev pirtûk li ser xebatên di navbera 1963-2017an de sekinî. Sînorê duduyan jî; ev xebat di navbera van salan de ji aliyê kirmancan ve bi alfabeya kurdî (kirmanckî) her çi hatibe nivîsandin û weşandin min di vê pirtûkê de cî da van tiştan. Di vê çarçoveyê de, her çi nivîs û berhem hebe min ew girîng dîtin û min bi awayek objektîf xebatên kirmackî yên heyî vekola.

Çarçoveya bîbliyografyaya kirmanckî di 1963an de dest pê dike heya 2017an e. Ji bo vê bîbliyografyayê me gelek pirtûk, rojname, kovar bi kirmanckî ji ber çavan re derbas kirin. Ez rastî kîjan berhemê hatim li ser van sekinîm û heta min xwe gihande gelek tekst û berheman. Dema min hemû agahiyên, berhem û weşanên periyodîk da min ev agahî jî li gorî cureyên xwe tesnîf kir. Di vê bîbliyografyayê de, ji terîfa xwarinan bigire, helbestan, heta tekstên olî gelek tişt hene û 332 pirtûk, 5998 tekstên ku di rojname, kovaran de hatine weşandin bi giştî 6330 lib agahiyên tekst û berhemên bi kirmanckî di vê xebatê de cî digirin.
Di encama bîbliyografyayê de, me vê agahiyê bi dest xist; di navbera sala 1963an û ya 2017an de, di 67 kovar, 30 rojname û yek fanzînê de, em rastî nivîsên bi kirmackî hatin.

Di amadekirina vê bîbliyografyayê de tu rastî kîjan zor û zehmetiyan hatî?

Ji ber bê statûya miletê kurd di gelek aliyan de em kêmasiyan dibînin û zehmetiyan dikişînin. Ev kêmasî, yek jî mijara tunebûna arşîvên me ne. Ev rewş ne tenê ji bo kirmanckî ji bo kurmancî jî wisa ye. Di her du zaravayan de, mixabin pirtûkxane an jî arşiv tune ne û derfetên me yên wisa kêm in. Lê di zimanên din de pirtûkxane, arşîvên wan hene.

Çend gotarên ku çarçovayên wan teng in wek arşîv hene lê ev tişt têra me nakin. Di amadekirina vê bîblîyografyayê de, rastî zor û zehmetiyan hatim. Tevî dîtina berheman û ji ber çavan re derbaskirin bi kurtî gelek qonaxên vê xebatê hene. Min alikariya hin kes û saziyan ji bo vê xebatê dît. Ewilî şêwirmendê teza min birêz Malmîsanij alîkariyek zehf da min û min ji arşîva mamostê xwe sûd wergirt. Piştre ji pirtûkxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Stenbolê, dîsa li Diyarbekirê ji arşîva Mehmet Uzunê, her wiha min arşîva şexsî ya birêz Lütfi Baksi sûd wergirt.

Wekî din, ji înternetê min ji bo xebata xwe feydeyek girt û ji malpera Arşîva kurd ku xwediyê wê Rıfat Sefalî ye alîkarî hilda û dîsa min ji arşîva weşanên Dengê jî sûd wergirt û her wiha dîsa çûm arşîvên hin rojnameyan û li wir xebitîm. Ev nav û kesên ku min niha behsa wan kir yên ku ewilî hatine hişê min in.
Bi kurtasî wiha bibêjim eger xebat, ked û motîvasyonek wiha nebûya me nedikarî vê pirtûkê amade bikira û ev xebat nediçû serî…



Li ser meselê em bibêjin lêkolînerek li ser kirmanckî dixebite û ji pirtûka te sûd werdigire. Lê dibîne ku bidestxistina hin berheman pir zehmet e, wê demê dikarî çi pêşniyazî van kesan bikî?

Erê rast e, di vê pirtûkê de bidestxistina hin çavkaniyan zehmet e û herkes bi hêsanî nikare xwe bigihîne van çavkaniyan.
Piştê lêkolîn û xebata bîbliyografyayê bixwazî an nexwazî nêrînek li ser arşîvê çêdibe. Her çi qas xebata min li ser kirmanckî be jî min gelek weşanên periyodîk yên kurmancî jî lêkolîn kir. Bi sedan çavkaniyan ji ber çavan re derbas kir. Di derbarê arşîva kurmancî de agahiyên min, heya qonaxekî çêbûn. Wan tiştan çima dibêjim dixwazim alîkariya hevalên me yên ciwan bikim. Yanî ciwanên me yên ku dixwazin li ser xebatên kurdî, çapameniya kurdî û arşîva kurdî bixebitin, ez dikarim heta ku ji destên min were ji wan re pêşniyaz û fikrên xwe bibêjim û alîkariyê bidim wan.

Em di serdama ragihandinê de ne û înternet û platformên medyaya civakî hene kesên ku biwazin, dikarin xwe li ser platformên medyaya civakî bigihînin min.
Nizanim gotina wê rast e an na; lê belê min di pêşgotina pirtûka xwe de adresa xwe ya mailê nivîsî. Him ji bo rexne, pêşniyaz û fikrên lêkolîner û xwendewanan him jî ji bo ku ez bikarim alîkariya kesên hewcedar bikim, da ku ev kes xwe bigîhînin min.

Li gorî agahiyên li ber destên me bi qasî ku em dizanin li Bakurê Kurdistanê, gelo em dikarin bibêjin, xebata te ya bîbliyografyaya kirmanckî li gor naverok û berfirehbûna xwe, di qada xwe de wek bîbliyografyaya yekem e?

Min bi xwe di nav 3 salan de, 150î zêdetir heb weşanên perîyodîk ji ber çavan re derbas kir û min li ser hejmarên van weşanên periyodîk ku bi qasî ez gihaştim van lêkolîn kir.
Ez li gorî çarçoveya xebata xwe û ji bo Bakûrê Kurdistanê dikarim vê bibêjim; Dema ez li vir dibêjim Bakûr ev gotin bi tenê terîfa erd nake. Piştî 12ê Îlonê gelek kurd mecbur man ku berê xwe bidin derveyî welêt û piranî çûnê Ewropayê. Mixabin kurdên Bakûr an kurmanc an kirmanc di babeta bîbliyografyayê de, xebatên berfireh û berbiçav amade nekirine. Bê guman sedemên vê yekê helbet hene lê belê divê tevî her sedemên neyînî li ser bîbliyografyayê hebûna. Xebatên heyî jî wek çend gotar û çarçoveya wan jî teng hatiye amadekirin yanî bi qasî min vekola rewş ev e. Xwezî ez rastî bîbliyografyayeke berfireh bihatama! Helbet ne tam jê bawerim li gor tespîtan dibêjim lê ji xencî xebata min li Bakûrê Kurdistanê, ez bi rastî bîbliyografyayeke berfireh ya bi kurdî û wek kitêb nehatim.

Pêşiyê li Ewropayê lê bi destê xerîban li ser edebiyat, muzîk, folklor, ziman û dîroka kurdan xebat hatine kirin. Eger ez ne şaş bim, di 1933an de bîbliyografyaya yekem ya li ser kurdan li Ewropayê hatiye amadekirin. Her wiha dema em li salên 60-80î mêze dikin dibînin ekola Sowyetê di Kurdolojiyê de derdikeve pêş û ji aliyê Kurdologên Sowyetê ve li vir jî xebatên girîng hatine amadekirin. Dema em berê xwe didin perçeyên Kurdistanê yên din, Başûrê Kurdistanê xebatên hêja hatine amadekirin û hin ji van lêkolînên pir girîng in. Di vê mijarê de perçeya Başûr hin pêş da ye.
Dixwazim vê yekê jî bibêjim bi çapbûna vê xebatê ve berpirsiyariya min bi dawî nebûye. Ger emrê min têrê bike ezê her 5 salan carekî vê bîbliyografyayê nû bikim.

Di sala 2009an de di rapora UNESCOyê de kirmanckî jî wek zimanê ku li ber tunebûne ye, cî girt. Gelek caran jî ev tespît ji hin aliyan ve tê dûbarekirin. Lê ji aliyekî din ve jî em dibînin ku bi sala ne gelek çavkaniyên kirmanckî tomar bûne û niha wek mîratek hêja û wek pirtûk bîbliyografyaya kirmanckî li berdestê me ye. Ev yek mirov kêfxweş û şa dike û serê me pê serbilind dibe, yanî bo kirmanckî rewşeke wisa bi hêvî jî heye. Tu dixwazî li ser vê meselê çi bibêjî?

Belê rast e, te baş anî ziman! Tespîtên te bi giştî rast in û gotinên te jî bi bandor in. Ev xebat, bi giştî keda 54 salî ya ku heta niha li ser kirmanckî hatiye nivîsin e.
Ji salên berê heta niha her çiqas rewşeke neyînî hebe jî kedeke pîroz ji bo kirmanckî hatiye dayîn û ligel vê ev bîbliyografya jî nîşaneya keda 54 salan e.

Wek min berê jî got amadekirina vê bîbliyograyayê bi rastî zehmet bû lê tevî vê zehmetiyê tiştê ku ez dixistim nav kelecanê ev bû ku keda 54 salî wê bigihêje îro, ji îro jî bigihêje pêşerojê. Yek mîsyona vê xebatê jî ev e ku di navbera nifşan de bibe pirek. Ji vê sedemê ez careke din kêfxweş im ku min ev bîbliyografyayê amadekir.

Her wiha nîşaneya vê pirtûkê ew e ku heta niha her kî li ser kirmanckî xebitîbe û ked dabe divê navên van kesan neyên jîbirkirin û jîbir jî nebin. Hêvîdarim ku zaravaya kirmanckî ya zimanê qedîm a kurdî wê hebe, bijî û neyê jîbirkirin. Dîsa hêvîdar im ku em ê rojên ji van rojan hin aramtir bi tevahî bibinin. Ji ber ku ziman her tiştê miletekî ye, miletê ku zimanê xwe winda kir dê bi xwe jî tune bibe.
Wekî din dixwazim balê bikişînim ser mijara rewşa kirmanckî. Heta ku em li ser rewşa heyî ya kirmackî tiştan dubare dikin divê li şûna wê em dikarin hin tiştên bi feyde bikin. Li ser meselê, eger em ji xwe hez dikin û eger em qîmetê didin xwe (ez zimanê xwe hez dikim û qîmetê didim xwe) divê zimanê xwe di jiyana rojane de biaxivin. Qet nebe, di nav malbata xwe de, her bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanekî din jî xeber nedin.
Her wiha miletê me yê ku êdî di xwendin û nîvisandinê de hatiye astekî divê ew jî dest bi xwendin û nivîsandina kirmanckî bikin. Dîsa xebat û lêkolînên ku li ser zimanê me bên kirin pir girîng in. Ev tişt heta ku zimanê me bibe zimanê perwerdehî û îdareyê ev yek pêwîstin ku bên kirin.

Em hinek jî li ser berga pirtûka te biaxivin. Wêneya li ser berga pirtûka te wêneya, wênasaz Ahmet Güneştekin e. Navê vê wêneyê jî Recm e. Recm behsa çi dike û te çima ev wene bijart?

Bijartina vê wêneyê pêşniyaza min bû. Mala wan ava weşanxaneya Vate jî ev wêne maqûl dît, eciband û qebûl kirin. A rast ez pêşiyê hinek tiştên li ser dîzaynê sekînim heta ji hin wênesazan şêwirim. Lê paşê fikirim ku tevî hunera wênesaziyê di gelek beşên hunerê de kurd bi taybet van salên dawî pir serkeftîne. Ji van hunermendan yek jî bi qasî xebatên wî dîşopînim wênesazê hêja Ahmet Güneştekin e. Me hevudu rû bi rû nas nekir lê belê min pê re pêwendî danî. Min ji wî re behsa xebata xwe kir û ji wî rica kir ku berhama wî bikar bînim. Mala wî ava, wî jî daxwaza me qebûl kir.

Ev wêne xebateke entelasyon e yanî xebateke ku hatiye bicîkirin e. Wekî we jî got navê vê wêneyê Recm e. Wênesaz Ahmet Güneştekin bi sê berhemên xwe ve beşdarê Bîanela Venedîkê bû. Eger ez ne şaş bim, yek jî ev berhem bû di pêşangeha Bîanela Venedîkê de hatibû nişandan.

Recm behsa çi dike? Me wek nîşe di pirtûkê de behsa maneya wêneya bergê pirtûkê kir. Me ji kataloga Bîanela Venedîkê bo kirmanckî werger kir maneya wêneyê wiha ye; Di welatên ku ol û neteweperwerî bi hev re bingeha jiyana rojane û pergala îdarî ava dike. Di vir de, behsa pêkanîna pişavtina çandî ya li van welatan dike. Dîsa li ser erdê Kurdistanê li dewletên ku wek Iraq, Îran, Suriye û Tirkiye zilm û zexta li ser kurdan û kêmîneyên din ji aliyê Ahmet Güneştekinê ve di çarçoveya hiqûqa cezayê de tê muhakemekirin.

Demek dirêj e ku li ser kirmanckî dixebitî û xebatên li ser ziman girîng dibinî. Piştê bîbliyografyaya kirmanckî tu yê li ser çi bixebitî?

Piştê bibliyografyaya xeberoşkan û bibliyografyaya kirmanckî helbet dê li ser kirmanckî xebatên min hebin, hene. Wekî din min nîyet heye û amadekariyan jî dikim bo doktorayê…

Herî dawî dixwazî çi bibêjî?

Du hêviyên min hene; Ya yekem kesên xwende ku hatine astekî bi taybet kesên li ser kirmanckî û kurmancî lêkolîne dikin û dixebitin, hêviya min ew e ev kes; zêdetir berhamdar bibin. Dîsa hêvî dikim ku him di aliyê hejmara xebatan him jî ji aliyê qelîteyê vê berhem zehftir bibin. Armanca xebata min a sereke jî ev e ku ji bo baştirîn lêkolîn, xebat çêbibin ji van xebatan re bila bibe çavkaniyek.
Me li jor jî behs kiribû di her du zaravayên kurdî yên kirmanckî û kurmancî de xebatên arşîv û lêkolînê pir lawaz in. Hêviya min a duyem jî ev e; ku ev bîbliyografya bala ciwanan bikişîne û ev çavkanî, ciwanan motive bike û bibe sedem ku ciwan berê xwe bidin xebatên bi vî rengî...



MUTLU CAN KÎ YE?

Kurdolog Mutlu Can ji navçeya Gimgima Mûşê ye. Can demek dirêje ku li ser zaravaya kurdî ya kirmanckî dixebite.
Di sala 2013an de beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê dest bi perwerdeya kirmanckî kir. Sala pêşî dest bi Lîsansa Bilind ya bêtez kir û xilas kir û piştre dest bi Lîsansa Bilind ya bitez kir. Mijara teza wî ya Lîsansa Bilind a bitez li ser bîbliyografyaya kirmanckî bû û ev xebat ji aliyê YÖKê (Saziya Hindekarî ya Bilind) ve hat pesendkirin. Ev xebata akademîk wek pirtûk ji weşanxaneya Vateyê çap bû. Li Navenda Perwerdeya Dûr ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê, bi qasî du serdeman (bi awayê dûr ) qûrsa kirmanckî da.
Her wiha heta niha tecrûbeyên Can li ser çapemeniyê çêbû. Di beşa kirmanckî ya Jiyan TVyê de wek edîtor û dîsa di beşa kirmanckî ya rojnameya Basnewsê de wek edîtor û rojnameger xebitî.

Wekî din di kovarên cuda yên kurdî de, nivîs û xebatên wî hatine weşandin.
Xebatên Can yên şexsî li ser kirmanckî berdewam dike.

Ji bo têkilî adresa E-maîla Mutlu Canê: canmutlu1978@gmail.com

Çavkanî: Basnews

Mutlu Can, Bîblîyografyaya Kirmanckî [Zazakî] I1963-2017I, Weşanxaneyê Vateyî, Îstanbul, 2018, 465r.