BÎRANÎN 1,bîranîn,1

BÎRANÎN 1

A+ A-

Bîranînên hin kesan hene ku dîrok bi xwe ne. Mirov di wan da dîroka serdemekê dibîne. Pirtûka bîranînên Dr. Yekta Uzunogluyî ya bi navê Bîranîn 1 jî ji wan bîranînan yeke ku dîroka serdemekê di nava xwe da dihewîne.

Meriv di vê berhemê da hînî gelek bûyer, serpêhatî, agahî û zanyarîyan dibe ku qet nayên zanîn. Gelek rûpelên dîroka binaxkirî bi saya berhema bîranînên Dr. Yektayî ji bin axê derketine, bi bîranîn û jîyana Dr. Yektayî ra gihîştine ber destê xwendevanan.

Di vê berhemê da hevpeyvîneke dûr û dirêj li gel Casimê Celîl û yek jî li gel Prf. Dr. Heciyê Condî ku di sala 1979an da kirine ku meriv bi wan hevpeyvînan hem jîyana wan hîn dibe, hem bi jîyana wan ra qirkirin û sirgûna kurdên Êzdî hîn dibe. Bi wan hevpeyvînan meriv jiyana belengaz ya civaka salên 1900an heta salên 1980yan dibîne.

Dîsa meriv di bîranîna maqale(gotar)ya “Melyaketên Parêzkar Ên Muzîka Kurdî” da, di şexsê kedkarên qedîm yên radyoyê Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd da serpêhatîya Radyoya Êrîvanê, cara yekem li ser navê radyoyê derketina Xelîlê Çaçan û Eznîva Reşîd bo Evropayê û li wirê dayîna konsera Newrozê û li wirê belavbûna deng û navê radyoya Êrîwanê dibîne.

Her wiha meriv di wan bîranînan da gelek hêlên civaka kurdan, gelek hêlên kesayetîya kurdan yên wekî mêrxasî û tirsonekî, welatperwerî û xiyanet, tarî û ronahîyê dibîne.
Di vê berhemê da, ji jîyana li gel Dr. Qasimloyî bigre heta Kamûran Alî Bedirxanî, ji avakirina Enstîtûya Kurdî ya Parîsê bigre heta yekem Weşanxaneya kurdî li Ewropayê ya îllegal; têkilî û dostaniya li gel gelek kesayetên dostên kurdan yên Ewropî û gelekên din cih digirin.

Dr. Yekta Uzunoglu di vê berhemê da ne tenê hin bûyerên dîrokî hînî me dike, di heman demê da carinan me dibe nava rûpelên dîrokê, carinan Seleheddînê Eyûbî bi me dide nasîn, carinan yekem Xaxama jin Asenat Barzanî û gelekên din.

Ev berhem tijî ye ji agahiyên xweş û şîrîn.


Bêjeyên Miftehî