Bextiyar Elî û helbestên wî I
Bextiyar Elî yek ji wan kesan e ku di dema (1960) bayek hênik î azadiyê li Başûrê Kurdistanê xistiye de hatiye dinyayê. Zaroktîya xwe li navenda rewşenbîrîya kurdî, Silêmaniyê jiyaye. Li vî şarî perwedeya xwe heta radeyek zankoyê domandîye.
Dema ku li zankoya Selahedîn, li Hewlêrê di fakulteya zanistê de beşa jeolojîyê dixwend, beşdarîya xwepêşandinên xwendekaran dibe. Di salên 1980yan de, dema ku jenosayda giran a bi navê Enfalê li ser kurdan dihat sepandin, hêrîşên giran li ser her alîyê civata kurdan dihat kirin. Di van hêrîşan de Bextiyar Elî jî birîndar bû. Bextîyar Elî piştî van karesatan dev ji zankoyê ber dide, bi tevayî berê xwe dide karûxebatên edebî. Di sala 1983yan de helbesta xwe ya bi navê “Niştîman” dinivîse. Gelek helbestên xwe di dîwana bi navê “Guneh û Karneval” de kom dike û di sala 1992yan de çap dike. Ji sala 1992yan heta Îlona 1994an, li Silêmanî û Hewlêrê wek ronakbîrek kurd di gelek civînên zanistî de gotarên xwe li ser huner, çand û edebîyata kurd pêşkêş dike.
Berhemên wî yên helbestî ku çap bûne:
1-Guneh û Karneval (1992)
2-Tevahîya Berhemên Helbestan 1983-1998
3-Bohemî û Stêrk
4-Karkirin di daristanên Fîrdewsî de
5-Heya Şîniya Gulan… heya xwîna firîşteyan(1983-2004)
Piştî ku şerê birakujî li Başûrê Kurdistanê dest pê dike, Bextiyar Elî terka welêt dike. Ew him li ser evîndarîya xwe ya helbestvanîyê him jî li ser sedema derketina xwe ya ji welêt bersivek wiha dide:
Bextiyar Elî di hevpeyvîna xwe ya ku di Ozgurpolitikayê de weşiyaye de wiha dibêje “min timî hewl da helbestê binivîsim, wekî din jî metnên teorîk ên felsefî yan jî sîyasî binivîsim. Lê li wirê ez gihîştim deverekê, yan jî êdî menzîleke wisa hat ku min nekarî behsa her tiştî bikim, her tiştî vebêjim.
Wek nimûne helbesta Bextiyar Elî ya binavê “Di sedsalên tarî de maç dirêjtir bûn” ku Besam Mistefa ji soranî adapteyê kurmancî kiriye li jêrê ye.
Di sedsalên tarî de maç dirêjtir bûn
Di sedsalên tarî de
ku şev dirêjtir bûn,
dengê bilbilan
heta deriyên Astanayê diçû.
Bêhna gulên li ser mafûran
ji bêhna gulên baxan xweştir bû.
Agirên ku bi bajaran diketin
tirafeke zêdetir li pey xwe dihiştin.
Bayê zengilên xwe
qewîntir radihejandin.
Şehwet ji gergerînokan dîntir
û ji agir bihêztir bû.
Jinan li şûna xeracê
maç didan sultanan.
Memik reptir
û xerîze dîntir bûn.
Neynikfiroş wekî sihrbazan
bi kîsên tijî zêr
di bajaran de derdiketin.
Mîran ji bo seyra xwe
erd û zevî difrotin.
Keçan keçîniya xwe datanîn.
Heyamek bû jinan bi dizî dostên xwe
dibirin ser nivînan.
Lîstina bi xerîzeyan nû
û xayîntî xweştir bû.
Heyameke din bû.
Di sedalên tarî de şev dirêjtir bûn.
Di sedsalên tarî de
derya ne wiha nêzîk bûn.
Perav dûrtir bûn.
Gulfiroş bi karwanên mezin
derbasî bajarên razayî dibûn.
Baxçe mezintir
û mirin bitam û biçêjtir bû.
Dengê bazirganan zelal bû.
Zanîbûn çawa
pesnê hevirmêşa Çînê
û gulava Keşmîrê
û mafûrên Kaşanê bidin.
Gerokên deryayê zanîbûn
çawa di deryayê de
rêwîtiyê bikin,
çawa bigihin
dawiya dinyayê
û bêhna bajaran bikin.
Di sedsalên tarî de welat mezin
û erd mezin
û esman dûr bû.
Jinên ku xirrxal
di piyên wan de bûn,
li cihê jinan
bi qedîfeyê spî
sema dikirin.
Evîn hertim ciwan
û şer hertim ciwan bû,
tenê nebûn pîr bû.
Serê dijminan li ser sêniyan
heta Astanayê diçûn.
Çeper wiha bihêz bûn
xwe li ber êrişên artêşên hov
û dirrinde digirtin.
Siwar li pey gulên efsûnî
heta ava Amûnê diçûn.
Di sedsalên tarî de
behrê keştiyên xwe
û erdê rêbwarên xwe
ji bîr nekiribûn.
Bûkikan di zeviyan de
bêtir şerê balindeyan dikirin,
şerkeran bêtir ji xwîn
û birînan hez dikirin.
Di sedsalên tarî de…
wiha bû…
esman bilindtir
û erd nizmtir bû…
Xweda bi rehmtir
û şeytan bihêztir bû…
di navbera mûm
û perwaneyê de
peyman agir bû…
di navbera sermestî
û îmanê de
sermestî li pêştir bû.
Di sedsalên tarî de
wiha bû…
maç dirêjtir bûn.
01.01.2018 Amed