Baydemir: Dewleta Tirk, Ereb û Farisan heye, çima ya Kurdan tune be?
Li gorî nûçeyeke Rûdawê Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (PDG) Osman Baydemir li ser rewşa Kurdan axivî û ragihand ku mafê gelê Ereb, Tirk û Farisan çi be, mafê gelê Kurd jî ew e.
Baydemir diyar kir ku gelek karesat bi ser Kurdan de hatiye û ev tişt gotin, "Mixabin Enfal, Helebce bi serê Kurdan de hat. Li herêma Barzan komkujî bi serê Kurdan de hat. Ev nêrîn tenê ne ya (Serokê Iraqê yê berê) Seddam bû. Ev nêrîna Şam, Tehran û Enqereyê ye jî."
Baydemir anî ziman gelê Herêma Kurdistanê gihîştiye serkeftineke girîng û ew wekî kurdekî serkeftinên Herêma Kurdistanê wekî yên xwe dibîne û got ji bo xatirê ku em Kurd yek milet in. Baydemir da zanîn ku ew pitşgiriyê didin biryara Parlamentoya Herêma Kurdistanê û ev tişt anîn ziman: "Parlamentoya Kurdistanê çi bibêje, partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser çi xalên hevpar li hev bikin em piştgiriya wan dikin. Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo paşeroja xwe çi bixwaze em bê şik, bê şert û şûrt qebûl dikin û piştgiriyê didinê."
Berdevkê PDGê di axaftina xwe de di warê Ala Kurdistanê de rexne li dewlet û aliyên dijî hilgirtina Ala Kurdistanê derketin, girt û ev tişt gotin, "Mixabin ew serkeftinên Başûrê Kurdistanê, Ala Başûrê Kurdistanê an jî Ala Kurdistanê wekî dijminatiya xwe dibînin, wekî têkçûna xwe dibînin. Kurd li Başûrê Kurdistanê bibin federasyon an jî serxwebûna xwe pêk bînin çima dijminatiya Tirk, Ereb û Farisan be? Yê we jî dewleta we heye, çima ya Kurdan tune be?"
Saetek piştî vê Erdogan dibêje em nahêlin:
Erdogan: Em ê nehêlin, YPG û PYD dewletekê ava bikin
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li platforma 'Erê'yê axivî û got, “em ê PYD û YPGê li ser sînorên xwe nehewînin. Xwedê neke, em ê nehêlin dewletekê ava bikin."
Agahiyên giring ji axiftina Erdoganî wiha ne:
“Em ê ne PYD û ne jî YPG li ser sînorên xwe bihewînin. Hinek dipirsin, ‘dê dewletê ava bikin?' haşa… em ê nehêlin ew dewletekê li wir ava bikin, bila her kes vê bizane. Dinya û alem bizane. Di vê serdema ku qolincên jinûveavakirina cîhan û herêma me çêdibin de, ew kesên çavên xwe bera welatê me didin, dê 80 milyon welatiyên me li himberî xwe bibînin."
“Niha guhdarî dikin û li vê qerebalixiya bêhempa temaşe dikin.”
Çavkanî: Sputnîk Kurdistan<