1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. Arşîva 119 sal berê li ser Rojnameya Kurdistanê
Arşîva 119 sal berê li ser Rojnameya Kurdistanê,arşîva,119,sal,berê,li,ser,rojnameya,kurdistanê

Arşîva 119 sal berê li ser Rojnameya Kurdistanê

A+ A-

Rojnameya me, hewil dide ku ji Rojnameya pêşîn bi kurdî dest pê bike û heta roja îro hemû rojnameyên ku bi navê rojnameya Kurdistanê hatine weşandin dijîtalîze bike, biweşîne.


Rojnameya Kurdistanê ku di 22ê Nîsana 1898an de, li Qahîra Misrê dest bi weşanê kir, di nava çend rojan de bi fermana Siltan Evdilhemîd hat qedexekirin. Piştî fermana pedîşahê Osmanî rojnameya Kurdistanê li gelek welatên cîhanê her li sirgûnê derket.


Rojnameya Kurdistanê, ji ber zilm û zora Împaratorîya Osmanî bes karibîye 31 hejmar derkeve. Ew jî li derveyê welat di arşîvên pirtûkxaneyên bîyanî de hatin dîtin. Lç mixabin hê jî hejmara 19an nehatîye dîtin.


Em 30 hejmarên li ber destê xwe bi we re par ve dikin. Ger li cihek hûn li hejmara 19an a Rojnameya Kurdistanê rast hatin, ji me re bişînin, da em piştî 119 salan 31 hejmaran bigihjînin hev.


Gelî kurdan, welatên ku hûn lê dijîn, ger derfet hebe ji kerema xwe li pirtûkxaneyên wan lêkolîn bikin, belbî hûn li hejmara winda ya 19an rast bên.