Çima Kurd Wek Netewekî Tevnagerin?
Kurd di Rojhilata Naverast de grûbek mezin û pirnifûs in, lê wek netew tevnagerin. Tenê li ser axa Kurdistanê û çar dewletên dagirker(Tirkîye, Îran, İraq û Sûrîye) nêzî 40 milîyon Kurd dijîn. Piranîya tevgera kurd di bin bandora siyaseta paytextên dijminên Kurdistanê de ye û berê wan li Enqera, Bexda, Tehran û Şamê ye! Ev jî malxerabîya herî mezin e li hember honandina tevgerek kurdperwerî û Kurdistanperwerîyê ye. Ev jî bûye sebeb ku nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û aqilmendên civatê, xwende û akademisyenên Kurd di xizmeta dewletên dagirker de li hember azadîya tevgera Kurdistanê mejûperçekirî bimînin(!) û ji helwestek netewî dûr bin.
Bi sedan salan e tekoşîna azadîya kurdan li ser xaka Kurdistanê dimeşe. Perçe perçe û ji hev cûda, serhildanên Kurdistanê ji helwesta honadina ruhê netewî pirtir; helwesta parastina serwerî û mafên herêmî derxistîye pêş. Ji ber wê jî serhildanên Kurdistanê her çiqa gelêrî bin jî ji hêla netewî ve zeîf mane. Ev jî fersendek mezin daye dijminên kurdan ku bikaribe bi hêsanî serhildanan bifetisîne.
Helbet di vî warî de perçebûna Kurdistanê li ser tevgera netewî rolekî neyênî lîstîye. Lê ev rol nabe sebebê zeîfbûna ruhê netewî.
Di vî warî de ji serhildana Kor Mehmed Paşa, Emir Bedirxan Beg bigire, heta Şêx Ûbeydûllahê Nehrî, Şêx Mahmud Berzencî, Koçgirî, Şêx Saîdê Pîran û Agirî, Dersim; di warên herêmî de mane. Bi ruhekî netewî û gelemperî nehatine honandin. Hinek hewldanên fireh hatibin dan jî serkevtî nebûne. Dijmin jî li hember van serhildanan, nakokîyên derdorê, eşîrî-herêmî bikar anîne û rehet têkçûne.
Di damezirandina “Komara Kurdistanê“ de ev hinek fireh bûye û ji du beşên Kurdistanê (Başûr û Rojhilat) neqîneyên Kurdperwer bûne serkêş ji vê gava bihest netewî re. Pêşengên damezirandina “Komara Kurdistanê“, bi hestên netewî û kurdistanî tevdigerîyane. Ji pêşengîya grûbek, rêxistinek an şêxek, eşîrek bêtir; li ser esasên netewî hatîye honandin. Belge û dokûmentên ku ji me re hiştine hemû bi naverok netewî û kurdistanî ne. Di vî warî de biryarên ku hatine girtin, li ser esasên avakirina dewletê bûne.
Mînak:
*Wek pejirandina Ala Kurdistanê,
*Merşa millî Ey Raqib,
*îlankirina Roja netewî Newroz,
*bi navê artêşa Kurdistanê Pêşmerge,
*banga Serokê Komara Kurdistanê, Qazî Muhammed ji netewa Kurd re”; yek bi yek li ser neqîneyên netewî bûne sirustên neqî, netewî, dîrokî. Îro ev dawerên netewî, yek bi yek hêjayîyên netewî ne û bûne bingeh ji tevgera netewî ya çar perçeyên Kurdistanê re.
Pir asteng hebûn ku tevgerek netewî û navendî li Kurdistanê bêt honandin:
Astenga ku perçebûna Kurdistanê derxist pêşberî tevgera siyasî, bloka ku herçar dijminên Kurdistanê li ser esasên dijraberîya siyaseta Kurd damezirandin û astengên ku ji perçebûna dehsalan di mejûyê netewî de peyda kir; yek bi yek hêjane ku tevgera netewî ya Kurd dersan jê bigire. Îro hîn zelaltir ev sebeb derketine ber me ku çima tevgera netewî nebûye xwedî hêzek netewî û kurdistanî?
Avakirina tevgerek netewî û kurdistanî, ne ew e ku tevgera siyasî ya beşekî Kurdistanê, di beşê din de bicîh bibe û wî beşî ji bona armancên xwe yên partîzanî, îdeolojî bike qurban. Di nav Kurdan de, li ser axa Kurdistanê geşbûna ruhê netewî û kurdistanî, wê bi xwe re parastin û armetîya tevgera beşan bihev re, bi xwe re bîne. Ji dêlva ku tevgera Kurd vî ruhê netewî û Kurdistanî geş bike; li ser esasên partîzanî û îdeolojî gav hatin avêtin. Ev jî bû sebebê ku beş li hember beşê din bitedbîr tavbigere û xwe ji wan biparêze. Divê her beşa Kurdistanê ji tevgera Kurd a beşên din re bisînor, bihurmet be. Nebe asteng û dijminatîyê ji beşên din re neke. İzna mudaxale û bikaranînê ji bona berjewendîyên hizbî re neyê dan.
Helbet armetî û pişgirîya beşan pir girîng e. Lê dive cûdabûn û taybetîyên perçan bên berçav û hesibandin. Li angora van cûdatîyan têkilî bên avakirin, ne ku yek hebûna yê din înkar bike, an têxe bin bandora xwe û bifetisîne.
14.04.2017