1. Tekst

  2. Ger

  3. Nuri SINIR
  4. XELATA ÎNSANÊ DUNYAYÊ
XELATA ÎNSANÊ DUNYAYÊ,xelata,însanê,dunyayê

XELATA ÎNSANÊ DUNYAYÊ

A+ A-

Peywirdaran em ji balafirgehê girtin. ”Em” dibêjim, ji ber ku ez û hevjina min Koçer bi hev ra çûn Wiyanayê. Wan em birin hotêla bi navê hotel Park, li Badenê, qeza bingeha Wiyanayê ye. Me alavê xwe danin hotelê û em li lobîyê rûniştin. Demek kin bi şun de xanima xwedîyê xelata jinê jî anin hotelê. Ji min ra gotibûn ji netewa Amerîkayê ye. Xanimek ciwan xuya bû. Paşê ew jî hat li cem me rûnişt. Me bi hev du dan naskirin. Navê wê Hanna Jaff Bosder bû. Hanna û Kek M. Zeki bi zimanê Almanî ketin nava axaftinê, min jî bi Kurdî tiştek ji Koçerê pirsî. Wexta Koçerê bersiva min bi Kurdî da, bala min ket wechê Hanna xanimê ku li me gohdar dikir û devliken bû. Bi rastî ez şaş bûm.

Min berê xwe da wê û jê pirsî; “ Wek tu jî Kurdî fêm dikî. Tu bi Kurdî zani?”.

Bi ken serê xwe hejand û gote “erê.” Bi zaravêkî nêzî soranî çend bêje axifî. Şaşitîya min hîn zêdetir bû. Min dîsa jê pirsî;
“Tu ji kêderê yî?“.

Gote;
“ Ez ji herêma Jaffê me.”

Ez li Kekê M. Zeki vegerîyam û min jê pirsî;
“ Kekê Zeki, te gotibû Amrikayî ye? “

Zeki gote;
“Welle brayê Nuri, heya niha jî ez wê Amerîkî dizanim.”

Hanna ket navîna axiftina me û ji min pirsî;
“Tu Kurdê kêderê yî?”

Min gote;
“Em Kurdê Bakurê Kurdistanê ne.”

Bi rûyekî devliken li min nêrî û serê xwe hejand. Bi rastî şaşitîya min çûbû û gellek menûn bûbûm. Bi wê memnûnîyeta rûyê min î devliken min lê nihêrt û min gote;
“ Ez ji Jaffan yekî nasdikim.

Hanna;
“ Tu kê nasdikî?”

Min gotê;
“Ez Tara Jaff nasdikim.”

Dîsa bi wî rûyê xwe yî devliken bi memnûnîyetî li min nêhert û gote;
“ Ew, mirova min e.”

Bi rastî Tara Jaff muzîsyeneka Kurd û navdar bû. Hatibû Amedê jî. Bi tevahî ji alîyê Kurdan va dihat naskirin. Wexta xwarina êvarê bû. Hanna ji bona xwarinê xwe bexşand û derket oda xwe.

Em bi Kekê Zeki ra çûn xwaringehek yekê Kurd û piştî xwarinê, me anî hotêlê.

Hanna Jaff kî bû û ji kêderê bu?
Paşê, Kekê Zekî jiyana wê bi dûr û dirêjî, ji min ra anî ziman.
Hanna Jaff, ji Kurdistana Rojhilat, ji ‘eşîra Jaffa ye. ‘Eşîra Jaffa, li her du beşên Kurdistanê jî hene. Li Rojhilat û li Başûr, li ser xakek mezin û ‘eşîrek mezin e. Bapîrê Hanna Jaff, piştî Komara Kurdistanê li Îranê têk diçe, ji Îranê direve û diçe Meksikayê. Piştî demek dirêj bavê Hanna Jaff derbasî Amerîka/ Kalîforniyayê dibe. Li wirê dişixule û li wirê bi keçek Frensayî ra dizewice. Hanna li wêderê, li bajarê San Diago tê dunyayê. Dixwîne û zaningeha Harwirdê xelas dike. Li ser bûyerên dunyayê, li ser gellê bindest, li ser qetlî’am û koçberan dikeve nava çalakîyan û xebat dike. Derbasî Meksika dibe, li wirê jî çalakîyên wê ji bona însanan dom dikin. Di hikûmeta bi serokatîya Morelos da, dibe vezîrê berevanîyê. Ji bona yarmetîya mexdûrên qetlî’aman, koçber û zarokan veqfek dide damezrandin. Piştî bûyera Helebceyê mitîngek bi girseyî li New Meksîko çê dike. 4 salan wezîretî dike û piştî çar salan xebata xwe ya ji bona însanan dom dike. Li 80yê Welatên dunyayê, li Asya, Afrîka û li Latîn Amerîkayê beşên weqfa wê hene. Ji bona xwendina zarokan xebatên wê her berdewamin.

Ez ê Hanna Jaff û hatina me ya li gel hev, bi twita Kekê Abdullah Keskin xelas bikim.
“Di van her du salên dawî da Kurdan, di pir qadên cuda da xelat stendin. Xelata herî manîdar jî ya vê salê(2019), bi navê “xelata însanê dunyayê” ji alîyê du Kurdan ve hate stendin. Her du nav jî Kurd in. Nuri Sinir ji zindana Amed’ê “bê can” derket, bi tîkî li ser linga ye. Hanna Jaff bi eslê xwe ji Helebceyê ye û çalakvaneka Amerîkî ye. Gîhandineke pirr ‘ecêb e. Pîroz dikim.”
                                                                                          ( Wê dom bike)


Gotinên miftehî :