1. Tekst

  2. Hevpeyvîn

  3. Ahmed Kanî
  4. Wêje û Zehmetîya Guherînê
Wêje û Zehmetîya Guherînê,wêje,û,zehmetîya,guherînê

Wêje û Zehmetîya Guherînê

A+ A-

Koma Xwendinê ya Amedê, şêwra xwe ya li ser romana Şêrzad Hesen a bi navê “Hesar û kûçikên bavê min”, di 14ê Cotmehê da, bi awayek online çê kir. Şêwir bi moderatoriya Ahmed KANÎ, bi beşdarîya nivîskar Şêrzad Hesen, wergêr Memê Mala Hinê (Dr. Muhammed Gozutok) û gelek endamên komê dest pê kir.
Di serî da moderator, Mem bi endamên komê da nasandin. Paşê Memê Mala Hinê hin agahî li ser Şêrzad Hesen û berhemên wî bi komê ra parve kir. Mafê axaftinê Xecê Daşxin girt û li ser romanê nirxandinên xwe wiha pêşkêş kir: “Bixêrhatin, ji nivîskar, wergêr û hevalên komê ra dibêjim. Vê romanê mijarek odîpusî girtiye dest ku kurek bavê xwe dikuje. Di edebiyata kurdî da cara pêşîn e em mijarek wiha dixwînin.” Kanî got ku li ser varyantên efsaneya Odîpus analîzek di kovara Ziman û Folklorê da derketîye. Xecê got ku mebesta min jê berhemek edebî bû. Wiha domand: “Roman bi sehneyek dehşet dest pê kiriye. Hesar, bêjeyeke ku di romanê da wek sînorê desthilatdarîya bav hatiye bikar anîn. Di vê mijara odîpusî da kuştina bavê wek hilweşandina sîstemê tê pêşkêş kirin. Ev mijar di gelek berhemên edebî yên wek Birayên Karamazov da hatiye pêşkêş kirin. Her çiqas kuştina bav be jî lê wek guherîna desthilatdarîyê nişan dide. Mijara jinê wek a odîpusî di romanê da heye. Nûxurîyê bavê, bi handana jina dawî ya bavê, Rabîyê kuştina bavê pêk tîne.” Di berdewama axaftina xwe da li ser gelek bêjeyên wek “xesandin”, “kûçîk”, “gopal”, “qamçî” û “xencer” rawestîya. Memê wegêr bersiva pirsên Xecê da. Axaftina Xecê bi tenê nêzî nîv saetê ajot. Şêrzad em hêşyar kirin got ku gelo sînor ji axaftinan ra tune ye? Bi rastî jî wisa bû ku her kesek niv saet biaxive dê bi kêmanî 5 saet bajo. Me jî got tu mafdar î.
Paşê, endamê komê Mem Arak dest bi nirxandina romanê kir. Di serî da pesnê redeksîyona weşanên Dara da û got ku wergera Mem jî baş e. Honaka romanê eciband, mekan jî xweş hatîye bikar anîn. Got ku ev pirtûk wek antîkolonyal dikare bê nirxandin. Dişibe Çewlîka George Orwelî. Lê piştî hilweşîna desthilatdarîyê jî sîstemek nayê avakirin. Dibe ku ev jî bişibe rewşa kurdan a taybet. Ger rojek kurd rizgar bibin wek romanê belbî nikaribin sîstemek ava bikin. Kûçikan jî şiband cehşên kurdan. Zext û zora ku li hesarê tê kirin jî ji hesûdîya meran tê. Loma pisîkan jî dixesîne. Ensesta xwîşkan jî wek nexweşîyek psikolojik nirxand. Di Hesarê da kur newêrek e û newêre bavê xwe bikuje, di xewê da jî. Dawîyê bi alîkarîya Rabîyê bavê xwe dikuje. Ev jî nişan dide ku bi tekoşîna mêr û jînê dê serkeftin pêk bê. Li ser bêtifaqîya kurdan rawestîya û di romanê da rexneya vê rewşê heye got. Wî jî balêkişand ser mijara odîpusî.
Husên mafê axatinê girt û got ev romanek ramanî û derûnî ye. Bêjeya divê gelek hatîye bikar anîn wek rewşa dîktatorîyê nirxandin. Mekan xweş hatiye honandin. Kûçik wek metaforek hatîye bikar anîn. Tarza romanê bêalîtîya nivîskêr serkeftîye. Weşanxane jî xweş redekte kirîye.
Ayşe jî di nirxandina xwe da got ku ev roman wek novelek e, çîrokek dirêj e. Roman wek li ser şehwet û olê hatîye avakirin. Bi şehwetê koletîya jinê û bi olê jî dîktator, xwe wek Xweda û pêxember nîşan dide. Bav desthilatdarî kur jî rizgarîyê temsil dike. Lê bi kuştina bavê jî rizgarî nayê. Got ku di xizneyê da axdîtin nişandana mîrasnemanê ye. Yanî tu amadekarî bo sîstemek nû tune ye. Gelo notirvan temsîla şeytan e, an na? Vê pirsê Memê werger got ku roman wek operaaparta ye, yanî vekirîye. Her xwendevan bi awayê xwe dinirxîne. Umberto Eco bo pirtûkxaneya di romana xwe ya bi navê “Navê Gul” pirsa gelo ew meriv in, dibêje rast e, ez jî wek we diramim.
Kanî jî got ku ew gora hespek wek zîyareta eshabeyan nişandan di çîrokên kurdî da gelek in. Gelo haya Şêrzad ji vê heye? Nivîskar, li ser pirsa Ayşe, Mem Arak û Kanî bi berdirêjî rawesta û got ku hemû berhemên edebî bingeha xwe ji efsaneyên devkî digirin. Got ku neguherîna sîstemê rast e. Sedam çû, lê niha li başûrê welêt sîstemek tuneye. Faris û tirk jî hilweşin dîsa jî ji afirandina sîstemek merivhez ra demek dirêj divê. Hûn zanin ev roman di dema (1988-1996) ku başûr statuyek bidestxist da hat nivîsîn ku gelek kes li hêvîya sîstemek baş bûn. Lê mixabin heta niha ev sîstema baş nehatîye sazkirin. Beşîkcî rexneya borîya di navbera Kerkûk û Tirkîyê da dike û dibêje, ma xwîna kurdan ewqasî erzan e.
Paşê, Şêrzad pêşniyaz kir ku hevalê wî Dilşad Xoşnav jî ku bixweze dîtinên xwe bîne ziman. Ew ne amade bû.
Endamê komê Mirad, mijara romanê wek mijarek gerdûnê nirxand. Got ku li hember desthilatdarîyê derketin heye. Di edebiyata gerdûnî da piştî hilweşîna desthilatdarîyê guherînek çê dibe. Lê li vir ew guherîn tune ye. Gelo li vir çima ew naxuyê? Em di vê berhemê da dibînin ku bi mirina desthilatdar ra kesê ku wî kuştîye jî têk diçe. Tu kêfxweşî piştî kuştina dîktator naxuyê. Bi tevî ku serhildêr wî kuştiye jî tu mafek ji serhildêr ra nehatiye dayîn. Gorek jî ji serhildêr ra nayê dîtin.
Endama komê Remzîye di nirxandina xwe xwe da got min di rojek da xwend. Li ser hin bêjeyan rawestîya got li der dora me wan peyvên ku Xecê pirsîn hene. Min dixwest ku jinek an keçek dîktator bixesanda dê pir baş bibûya. Wek nivîskar gotiye, “her zilamek di hesara xwe da pêxemberek e.” Bi rastî jî wisa ye.
Endamê komê Racî jî bixêrhatina her kesî kir. Got dixwazim li ser romana George Orwell a 1984an rawestim ku kodên civakê gelek xweş pêşkêş kiriye. Nivîskarê me jî rewşa civaka kurd gelek xweş nivîsîye. Gelo azadîya kurdan wê li ser kodên me be an wê bi şoreşek be? Ez li ser vê gelek diramim. Yanî desthilatdarî di dema herî xweş da hildiweşe. Wek jina wî gotibû dibe. Ez hêvî dikim, dê nivîskarên me jî xelata nobelê bigirin, got û dawî li axaftina xwe anî.
Di dawîyê da Kanî got ku nivîskar bi hunera edebî rewşa kurdan anîye ber çavan. Ev çend mehe kuştina bav û kuran di sere min da ye. Wek mînak Sedam jî di halê herî xweş da têk çû. Ew li ser zehmetîya guherîna civakî rawestîyaye an na? Peyama herî girîng a vê ev e bo min. Wergêr Mem jî got gelek kes dibêjin guherîn çê nebûye, lê ez wisa nafikirim. Jixwe bêjeya şoreşê bi wateya hilweşandinê ye, lê li rojava bêjeya şoreşê bi zimanê wan tê wateya guherîn û jinûve avakirinê.
Paşê Dilşad Xoşnav got ku mixabin berhemên Şêrzad dereng bo kurmancî hatine wergerandin. Ez dixwazim ku hemû berhemên wî werin wergerandin bo kurmancî. Şêrzad got tu bo nirxandinan çi dibêjî, wî got spas dikim, bes pêşniyaza wergera bi herfên latînî bo kurmancî dikim.
Di dawîyê da Şêrzad li ser sîstema baviksalarî ya di her qadên jîyanê da, rawestîya. Bi vî aqilê ku di bin destê dagirkeran da şikil girtiye, azadî gelek dûr e. Rast e, li başûr dîktatorî hilweşîya, lê baviksalarî wek nifşê sêyem ên berzanî û telebanî berdewam e. Yanî ew azadîya ku ez xeyal dikim hîn nehatiye. Min çil sal li perwerdehîyê kar kir, lê ji sedî bîst bernameya merivhez pêk nehatîye. Li rojhilatî baviksalarî her berdewam e. Li rojava jî sivik be jî hîn baviksalarî desthilatdar e.
Amadekirina guftûgoyê ji aliyê edîtorê malpera www.rojnameyakurdistan.com Ahmed KANÎ ve hat kirin.
18.10.2020


Gotinên miftehî :