SÎNOR,sînor

SÎNOR

A+ A-

Ev demek dirêj e, em bi navê koma xwendinê romanên kurdî dixwînin. 24ê Adarê, li ser zoomê me romana Menaf Osman a bi navê Sînor nirxand. Me heft sal berê, dosyeya bi navê “Wêje û Sînor”ê ji bo hejmara 3. a kovara Wêje û Rexneyê hilbiartibû. Di vê hejmarê da axaftinek Îbrahîm Seydo Aydogan a bi navê “Romana Kurdî û Rexne û Ziman” jî hebû. Ev axaftin bo rexnegerîya romana kurdî balkêş e.

Dema me vê romanê nirxand min balê kişand ser vê dosyeya kovara Wêje û Rexneyê. Lê endamên komê di vê mijarê da dîtinên xwe li ser koma whatsappê jî bi me ra parve nekirin. Ez meraq dikim gelo agahîya wan ji vê dosyeyê hebû an na, gelo çend kesan ji wan ev dosye xwendibû?

Axaftina min a di bernameyê da wiha hatibû deşîfrekirin:
RAKIRINA SÎNORÊN SER ZIMAN
Endamê komê Ehmed mafê axaftinê girt û got: Di hêla romanê de hîn xalên girîng hene yek jê karaktere yek jê zeman û mekan in û yek ji wan jî bûyer e yek jî cihana çîrokê ye. Şayesandin pir girîng e, cihekî bûyer lê diqewîme bi şayesandinê tê xemlandin. Di hevoka ewil de bûyer ew ê çawa were şayesandin derdikeve pêşberî me: ‘Tarî ketibû erdê, şevê baskên xwe avêtibû ser hemû sikak û kolanên wî bajarokê şîrîn, her kes ketibû sihbeteke germ, aramîyek bêtemtêl girtibû ser hemû niştecihên deverê, ji xeynî wê mala ku her sê mêvanên wê li ser êgir bûn.’ Sê karakter rûpela ewil derdikevin pêş Mîrza, Leyla û Evdil. Evdil dilê pirtûkê bû nivîskar çîroka xwe li ser karaktere bi navê Evdil derdixist pêşberî xwîneran. Min çend romanên nivîskar yên din jî xwendine bi xwe şervanekî kurd e di nava çar diwaran da ye, lê bi aweyekî hûnerî bi xweşbêjiyê, rewanbêjîyê bûyerê pêşkeş dike. Bi van karakterên ku honandiye jiyana şervanan şênber vedibêje. Hewldana wî ya bo rakirina sînoran li ser ziman hemû zaravayên kurdî bikaranîye ev di berhemê de nîşaneyekê girîng e. Gava welatên me parçe kirin armanca wan a yekemîn ji hevdûrxistina zaravayan bû armanca sînorê ew e ku kurdan ji hev parçe bikin. Çîroka pirtûkê çîrokeke pir xurt e, çîrok şênber e ji hêla zeman ve ji hêla mekân ve. Beyî ku demê bibêje demê diyar dike. Wek mînak bi minasebeta guhdarîya nûçeyên radyoya BBCyê, behsa Glastnos û peresroyîka ku li Sovyetê pêk hatîye tê kirin, ku ev jî me dibe salên 1990an. Peyama herî girîng a di nava pirtûkê de ev bû; dibêje em ê sînorên di nava welatê kurdan da rakin. Ji xwe dema sînor di nava Başûr û Bakur da tê danîn, dewleta kemalîst midaxeleya perwerdeya bi kurmancî dike, jibo nebe zimanê perwerdehîyê, ji mafê dewleta Osmanî ya li ser Kerkûk û Mûsilê derbas dibe. Di romanê de bendemayîn hebû, li Qamişlû li benda Cemal, li Bakur li benda Serdar e.”

Nirxandinên hevalan jî di vê linka jêrîn a malpera www.diyarname.comê da ne. Hêvî dikim wêjehez karibin van nirxandinan bixwînin.
https://diyarname.com/news.php?Idx=51307


Gotinên miftehî :