Peyama Bêdawîbûnê
Weşanxaneya Dharma di Avrêla sala 2000an de wergêra tirkî ya pirtûka Marlo Morgan a îngîlîzî “Message From Forever” ango “Peyama Bêdawîbûnê” weşandibû. Pirtûk ji hêla weşanxaneyê ve wiha hatibû danasîn:
“Piştî pirtûka “Cotek Dil” a Marlo Morgan ku bestsellereke navnetewî ye, ev pirtûka wê ya duwem berdewam e li ser ragîhandina Peyama Zanyariya Bêdawîbûnê ku zanyariya Aborîjînan ji me re, ango ji mirovên ku li tûşî guherînê bûne re şandiye.
“Du pitikên Aborîjîn… Piştî jidayikbûna xwe ji hêla mirovên spî ve ji destê diya xwe tên girtin. Yek ji cêwiyan di rêwîngiya xwe ya ber bi Amerîkayê de ku tije êş û jan e, ya din jî di sêwîxaneyekê de ji rihên xwe tên qetandin. Lê ev herdu biçûkên Gîhana Bêdawîbûnê di vê jiyanê de ku berî jidayikbûna xwe bi biryarên xwe hilbijartibûn, digihîjin rihên Aborîjînan, xwezaya xwe û di dawiyê de xwe digihîjin Peyama Bêdawîbûnê.
“Beatricea ku çola bêber derbas dike û 34 sal di vê rêwingiyê de li xwezaya xwe digere; Peyama Bêdawîbûnê ya Deh Xalî ku ji mamosteyên xwe yên hişmend hîn dibe, him bi cêwiyê xwe re him jî bi me re ango bi mirovên ku li qayî guhertinê hatine, Mutantan re par ve dike.”
Ev danasîn digel ku kurtenivîsek e di derheqê naveroka pirtûkê de xwendekaran agahdar dike. Lê bi ya min divê wê bal bikişanda ser xala sereke ya vê romanê ku nivîskar bi vegotina jiyana du cêwîyên Aborîjîn dadirêje.
Cêwiyê kurik ku navê wî Geof e, piştî ku heft sal li çewlikekê li gel malbateke Îngîlîzî dimîne, bi tevî malbata keşîşekî diçe Amerîkayê. Ew li wê derê, bêyî dilgermiya dê û bav û xwîşk û bira mezin dibe. Ji ber ku ji hêla mirovên spî ve nayê qebûlkirin, xwe di nav reşikan de dibîne. Bi wan re li kolanan şevder dimîne, ereq vedixwe û dibe bendiyê madeyên tevzînok. Di bîst salîyên xwe de bi tawana mirovkujiyê dibe girtiyekî ta mirinê.
Cêwiya din Beatrice ku serlehenga romanê ye, mîna birayê xwe bi destê sazgehên dagirkeran tê pêgihîştin. Ew di sêwîxaneyekê de mezin dibe û her tim li hembêza germ a dayikekê, ewlekariya bavekî û dilsoziya mirovên ku wekî wê reşik in digere. Piştî ku ji sêwîxaneyê derdikeve di pansiyonekê de dixebite. Di van salan de gelê xwe yê derbederbûyî ku niştecihê taxên ku bê par mane ji xizmetguzariyên şaredariyê ji nêzik ve dişopîne. Bi derfetên xwe yên kêm alîkariya wan dike û hewl dide ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelê xwe. Lê di wê demê de fêm dike ku ger bi çand û dîroka gelê xwe nizanbe nikare alîkariya gelê xwe bike. Ji ber vê egerê dikeve nav komeke koçber a Aborîjînan ku bi çand û toreya kevnar a bav û kalên xwe li çola bêber dijîn. Piştî pêvajoyeke rehabîlîtasyonê (bi wateya xwe ya resen; ji nû ve xwedî li nirx û rûmetên xwe derketin ango dijwateya asîmîlasyonê) ku qasî 34 salan didome, ji bo bidestxistin û parastina mafên Aborîjînan tê bajaran û dest bi têkoşînê dike.
Nivîskar bi jiyana du cêwiyan du riyên cûda ku li pêş Aborîjînan in nîşan dide. Riya yekem têkçûn e ku Geof di wê re çûye. Ew li dûrî welatê xwe dibe dîlê şert û mercên ku tê de dijî. Ew bêyî ku bi zimanê bav û kalên xwe bizane, bêyî ku haya wî bi çand û toreya gelê xwe hebe, li girtîgeheke welatekî biyanî bi tawana mêrkujiyê li benda mirina xwe dimîne.
Riya duwem jî biserketin e ku Beatrice dişopîne. Gelê Aborîjîn bi tenê bi vê riyê dikare bigihîje azadiya xwe. Ev rê di nav rihên çanda resen a Aborîjînan re, di kûrahiya çola bêber a parzemîna Awusturalyayê re derbas dibe û digihîje civakên azad û nûjen ên cîhanê.
Belê Kurdistan û Awusturalye çiqas ji hev dûr bin, Kurd û Aborîjîn çiqas ji hev cûda bin jî ew êş û jana ku herdu gel rû bi rû mane gelek dişibin hev. Derbederî, sîtembarî û pişavtina Aborîjînan ji bo me ne biyanî ye. Lewre em jî her roj li qayî van bûyerên nemirovane tên. Ji ber vê jî dengê Marlo Morgan digel ku ji dûr ve tê dengekî nas e ji bo Kurdan û lehengên wê jî mîna ku ji nav civaka me hatibin hilbijartin ewqas nêzikî me ne.
Peyama Bêdawîbûnê di heman demê de gazinceke xurt e ji bo neteweyên bindest û ji bo neteweya Kurd ku wiha deng dide: We kîjan divê: Riya Geof an jî riya Beatrice?