1. Tekst

  2. Ger

  3. Nuri SINIR
  4. PRAG, BEXT û JIYAN
PRAG, BEXT û JIYAN,prag,bext,û,jiyan

PRAG, BEXT û JIYAN

A+ A-

Yekta, bi alîkarîya rehmetîyê Kamuran Bedirxan bursdar dibe û derbasî Çekoslovakyayê dibe. Li vêderê dikeve ezmûna tibbê û bi ser dikeve. Him dixwîne û him jî xebatên siyasî dike. Di wargeha xwendekaran de, ( pansîyon) menzela ( ode) ku lê dimîne hevalek jêre çê dibe. Her du jî li eynê menzelê dimînin. Hevalê menzela wî Pavel Mortasek, bi her awî ji Yekta ra dibe alîkar.

Yekta xebatên xwe yên siyasî bi dizî dimeşîne. Li welatekî komunîst û li devletek dîktatorî dijî. Ez karim bibêjim di wan deman da, Yekta kurdê yekem e ku komunîzm baş nas kirîye û li gor wê hereket kirîye. Lewra wê demê Kurd, bi taybetî jî Kurdên Bakurê Kurdistanê bi germî li komunîzmê dinêhêrin. Têkilîyê Çekoslovakyayê û dagirkerên Kurdistanê jî li ser menfeetê pirr pêşketîye. Loma Yekta xebatên xwe yên sîyasî bi dizî dimeşîne. Bi navê Araratê weşanxana Kurdî ava dike (1976) û pirtûka çap dike. Methelokê Kurdan ( gotinê pêşîyan) ,belavok û wekî din, bi zimanê Kurdî gellek tiştan li vir çap dike. Çapxana ku pirtûka çap dike, çapxana partîya komunîst e. Pavel, li vir bo hevalê xwe dibe alîkar û tiştên Yekta bi dizî li vir çap dibin. Van xebatên Yekta bala devletê dikişînin. Ji xwe di sala 1975an da dagirkirina wan a balyozxaneya Swedê, wî pirr bi pêş derxistibû. Dawîyê jî devleta Çekoslovakyayê wî ji sînor derdixe û Yekta derbasî Fransê dibe. Li vir di xebata enstîtuya Kurdî ya Parîsê de xebata xwe dom dike û biryarek pirr zor û qedirbilind distîne. Bi textorên sînor nenas ra wê herre Kurdistana Rojhilat. Li dijî devleta dagirker, devleta xwîn xwar, devleta Îranê, ji bona pêşmergeyên birîndar wê xebata bikin û diçin. Kendal Nezan wî dibe Brukselê, di eynê demê de mamosta M. Emin Bozaslan jî tê balafirgeha Brukselê. (Çîroka vê balafirgehê Yekta bi drêjayî nivîsandîye) Yekta ji Brukselê dihere Tehran ê, ji wir jî derbasî enîya şer dibe.

Di çûyîna wan textor û dermanan de xebatek min î piçûk jî hebû. Di derbaskirina textor û dermanan de, ez jî bi wan ra derbasî Kurdistana Rojhilat bûbûm û min wan teslîmî pêşmergeyan kiribû. Lê ez ji Yekta ne haydar bûm ku ew li wê derê ye. Piştî 39 sal bi şûn de em her du jî ji vê meseleyê haydar bûn.
Di nav wan xebatên şer ên li dijî devleta İranê de, rojekê birayê wî Erdinç ji bona wî bibîne sînor bi qaçaxî derbas dike û tê enîya şer. Biratî, biratîya Erdinç, ne tenê biratî bû. Bavitî bû, dêtî bu, hevaltî bû. Erdinç pirr dev girtî bû. Tu carî çûna xwe ji min ra qal nekiribû.Ne neheq bû jî. Negotina wî, ji gotina wî çêtir bû, di wan şertên Tirkîyeyê de. Wî di dadgehan da gellek itîrafkar ditî bû û li wan gohdarî kiribû. Demek kin, piştî hesreta xwe tînin cîh, Erdinç ber êvarekê berê xwe dide sînor û ji Yekta diqete.

Yekta demek drêj di yarmetîya pêşmergeyan da dimîne, piştî têkçûnê bi rehmetîyê Ebdurrehman Qassemlû ra derbasî Kurdistana Başûr dibe. Li Qandîlê şevekê li mala Mam Celal Talabanî dimine û roja din derbasî Hewlêrê dibe. Hewlêr, Kerkuk, dîsa Hewlêr, Bexda... Çû ye û hatîye. Gellek bêbextî li dijî wî derketine. Hatîye girtin, revîyaye, xwe avêtîye balyozxana Fransê, lê xwedî derneketine û mirin xistîye çavê xwe, heya xwe gihandîye Urdinê. Pîştî gelek zahmetîyan bi şûn de ji Şamê derbasî Parisê dibe.
Êvarekê bi Kendal ra tên cem hevûdu û li vêderê çenteyê xwe wenda dike, yan jî tê dîzîn.(!) Her tiştê wî di hundirê wî çenteyî da ne û her tiştê xwe wenda dike. Pasaport, pere, nivîsandinên wî yên li Rojhilata Kurdistanê… Bi giştî bi çentê wî ra wenda dibin.
Jiyan, yan jî qeder caharna bi mirovan pirr xerab dilîze. Bext wexta dibe bêbextî, berê jiyana insan diguherîne. Yekta bê çare dimîne. Liser wê bê çareyîyê jî di jiyana wî da bûyerek herî mezin derdikefe pêşberî wî.

Birayê wî Erdinç

Erdinç parêzer bû. Em wê demê di zindana Amedê ya leşkerî da bûn. Erdinç parêzerê min jî bû. Şertê zindanê, şertê wahşetê bû. Şertê Kurdistana Bakur di bin zordarîya devleta Faşist, devleta leşkeran da bê aman bû. Ji vê zordariya devletê her kesî para xwe digirt. Çend parêzerên welatparêz, xwe kiribûn yek û parêzerîya girtîyên zindanê dikirin. Erdinç jî yek ji wan parêzeran bû. Devlet bi tundî çû ser wan parêzeran. Hinek anîn zindanê cem me, hinek jî revîyan. Erdinç jî, ji ê revîyan bû. Derbasî bin xetê, ji wir jî derbasî Libnanê bûbû. Wexta ku Yekta ji Şamê derbasî Fransê dibe, Erdinç jî derbasî Romayê dibe û hayê wan ji hevûdu tune ye.

Yekta wê şeva ku çentê xwe wenda dike (!), li mala xwîşka Kendal, li mala Nezihe xanim dinive ( radikeve). Sibehê Erdinç ji Romayê telefon dike, Yekta derketîye derve. Piştî vedigere agahîya telefona Erdinç digire û li mal li benda telefona wî disekine. Têlefon tê û Erdinç rewşa xwe ji Yekta ra tîne ziman û dibêje bila Kendal wî bigire Parisê. Êvarî Yekta rewşa Erdinç ji Kendal ra dibê je, lê Kendal xwe nade ber û qebûl nake. Kendal hewce nabîne Erdinç bê Parisê û dibêje “bila vegere Tirkîyeyê, Erdinç mirovekî ser bi xweye, devlet têkilî wî nabe.”

Dinya Yekta di serê wî da diizîz dibe, wî ji hal derdixe û yekcar bê çare dimîne. Pasaporta wî wendaye, perê wî wendaye û birayê wî li Romayê li benda hêvîya wîye. Di vê bêçareyîyê da nizane wê çi bike. Bêhêvî, ji xwe aciz û di nav hiznê de, dixerriqe. Mixabin, bêçare ye.
Sibeha şevê Erdinç dîsa telefon dike.Yekta bi hizna giran neyênîya Kendal jê ra dibêje, Erdinç zêde napeyive û telefonê digire. Erdinç, li Romayê nasekine û bi pasaporta xwe ya sexte berê xwe dide Tirkîyeyê. Xwe digîhîne Elîhê ( Batman) û li wir tê girtin.

Piştî vê bûyerê û heya roja mirina wî (21/01/2014) nirxên dinya Erdinç wenda bûbû û xwe ji dinyayê ra girtibû. Bext, dilxweşî û kêfxweşî neda bû wî. Ji şêran revîya bû, ketibû dahfika rûvîyan. Wî jiyana xwe bi bextereşî didît û heya mirinê jî, ew bextereşî ji pêşîya wî derneket û bi wê bexteteşîyê çû.

Dostê dostan bû, hevalê mêrxasên xwe nas bû. Ji siyasetmedarên ku xwe wek piling didîtin qet hez nedikir. Siyasetmedarên ku xwe wek piling didîtin jî ji wî hez nedikirin. Dûrî wan bû, ew jî jê direvîyan. Xwe teslîmî alkolê kir û alkol bû hevalê wî yê herî nêz. Ruhê wî şhad be.

Piştî vê bûyerê Yekta derbasî Elmanya yê dibe. Li Elmanya xebatê wî dom dikin û di sala 1983yan da li Bonnê Enstituya Kurdî ava dike. Di avakirina Enstituyê da gellek navdarên Ewropî cîh digirin, alîkar dibin. Xelatgirên Nobelê Alfred Kostler, Heinrich Böl û Gunther Grass piştgirîya Enstituyê dikin. Siyasetmedarên ji xwe razî li ber wî û li ber xebatên wî dibin asteng. Li gor siyasetvanan lazime her tişt di bin bandora wan da be. Siyaset her dem li dijî berhemdaran, li dijî nivîskaran e.Hesûd e, bextreş e, xwedî bandor e…

Yekta di sala 1987an de, di Radyoya Monte Carloyê da bername bi zimanê Kurdî çê dike. Çand û hunera Kurdî di demek dirêj da tê weşandin.

Yekta dema ku derbasî Ermenistanê dibe bi Temurê Xelîl, Tosinê Reşit û Aram Tigran ra li ser muzîka Kurdî xebatê dikin. Yekta fêrî bi dizî xebatê ye. Arşîva Radyoya Êrivanê bi dizî qeyd dikin û 170 kîlo bantê şerît bi dest dixin û van bantan disa bi dizî ji Ermanistanê derdixin.

Yekta xwe digihîne Qanatê Kurdo û sê roja li Leningradê dibe mêvanê wî. Yekta,Tosinê Reşîd,ji bona êrîşên rejima Îranê, li ser Kurdistana Rojhilat tawanbar bê kirin pêvendîya bi nas û dostên komarên Sovyetê ra datînin, bi telgraf û nameyan protestoya ji komîteya bingehî ya komunist partîyê ra dişînin. Yekta xwe digihîne endamê bingeha partîya komunist Prîmakov û li ser vê mijarê bala wî dikşîne. Van çalakîyên wan di medyaya sovyetê da zêde cih digirin û çalakîyên wan bi ser dikevin. Ha, ez vê jî bînim bîra we; di van xebatên sovyetê da, Yekta dîsa bi paseporta sexte xebat kirî ye.

Di sala 1989an da, piştî helweşandina komunizmê Yekta bi qaçaxî derbasî Çekya/ Pragê dibe û livir dibe niştecî. Dest bi ticaretê dike û di vê mijarê da jî dibe xwedî yê Holdingê. Di van xebatên wî yên balkêş da hinek jê nerehet dibin û du caran ji kuştinê difilite. Hinek ji polêsên Çekya ku girêdayên mafya Tirkan û istîxbaratên derve ne (!) ji bona têkçûna wî dixebitin.13ê Îlona 1994an wî digirin û tavên girtîgehê. 2,5an di hucrê de dimîne. Serok komarê Çekya hevalê Yekta ye. Dixwaze ji bona Yekta qanûnek efûkirinê derxe, lê Yekta qebûl nake. Ji ber ku sûcdarîya xwe qebûl nake, sala 1995an vê carê ji serok komar Vaslav Havel ra nameyekê dişîne. Di vê nameyê da, dibêje “çanda min destûrê nade, ez serê xwe li ber Neronê nûjen xwar bikim.” Serokkomarê Çekya,Vaslav Havel bersîva wî nade. Yekta micadeleya xwe ya hiqûqê dom dike. Yekta parastina mafê mirovan, parastina rastîyê û heqîya insan ji xwe ra kiribû armanç. Hukûmeta Elman di girtîgehê de mafê hemwelatîyê dide Yekta û parlementerê Elman Bernard, pasaport û nasnameya wî, bi destê xwe di hucrê da dide wî. Piştî 3 rojan jî wî ji girtîgehê derdixin. Bi dadgeha Çekyayê ra micadela xwe dom dike û piştî 13 salan li dijî dadgehê ev micadele qezenç dike.

Ev micadeleya li dijî hiqûqnenasîyê, ji bona wî xelatek herî bilind a Çekyayê, xelata FRANTİŞEK KREİGEL bi kar anîye. Yekem Kurd e ku li Ewropayê, bi tekoşîna li dijî hiqûqnenasîyê xelatek wiha qedir bilind, bi dest dixe. Ev xelat, xelata mafê insan bû, ev xelat, xelata li dijî bêhiqûqîyê, li dijî hiqûqnenasîyê bû. Girîngîya herî mezin jî; xwedîyê vê xelatê, xwedîyê vê micadeleyê, yekî Kurd bû. Ev Kurd jî Dr. Yekta Uzunoglu bû. Hêjayî pîrozbahîyê ye.

Em 8 rojan li Pragê bûn mevanê Yekta. Bi roj û şevan, me sihbet kir. Min bi kurtayî ji wan sihbetan ev tiştên herî balkêş nivîsand. Yan jî ê di bîra min da mayîn min nivîsand. Xebata Yekta, ji xeynê van nivîsan, gellek fireh e, gellek çalak e. Derheqê kuştina rehmetîyê Ebdurrehman Qassemlûyî da, hevjîna wî Helena, Celal Talabanî û gellek tiştên din da gotinê Yekta pirr in.Van tiştan aidê wî ne û ji bona ez şaşîtîyekê nekim, min nenivîsand.

Ez hêvîdarîya jiyana wî ya bi tendirustîyek baş û nivîsên wî yên balkêş dikim.

                                                                                                      NURİ SINIR


Gotinên miftehî :