Li taxa me “Roman”
Omer DILSOZ
omer.dilsoz1@gmail.com
Em taxeke veder in. Li nik me barodox hinekî berevajî ye. Pirsa me ya neteweyî li meydanê ye. Zimanê me wekî mucîzeyeke Xwedayî li ber rişm û xezeba vê sedsalê li ser xwe maye lê di tayê de ye. Pirsa doza milletê me safî nebûye û tenûra nanê kurmanciyê hê jî sar û cemidîye.
Îja di vê rewşê de, nivîsîn û hizirtêkirina bi vî zimanî bi serê xwe gêr û gelşeke mezin e û barekî giran e. Heta gelek kes îdia dikin ku hejmara nivîskarên kurdî ji ya xwendeyên vî zimanî zêdetir e. Yanî em bi xwe dipêjin û em bi xwe dibêjin. Bikir û bazara vî texmî sar e û kund li ser dixwînin.
Li taxa me ya biçûk û germ, roj tê em çendek dilxwazên vî zimanî civata xwe xweş dikin û di nava xwe de lec û dabaşê li ser “roman”an dikin. Pirsa giran, warê wêran!
Nexasim di vê heyama teng û têr girift de, tenê çirayek li kuçeyên vê taxa me hê jî dikare biteyîse, ew jî civat û dîwanên dilxwazên vî zimanê yên li ser roman û edebiyatê ne. Me li vê texmê ji van civatan re navê “şêwr” daniye. Ji şêwrê heta tewrê! Li vê derê jî, dilxwazên vî zimanî çirayê xwe hil dikin û dixwazin ronahiyekê bixin ser “çawanî” û “rewş û tîtalê” me yê reben û em bi xwe ji xwe re “kî bûk e ew berbûk e” dileyîzin.
Heke em jî piçekî din normaltir bûna û me jî bikariba piçekî din normaltir li dinyayê binêrtaya, min ê çend pirsên hebûnê ji xwe û ji dîwana xwe bikira. Nizanim, ez ê çu carê newêribim van pirsan ne ji xwe bikim ne jî ji dîwana kurmanciyê. Tenê pirsa min ji bayê labûtê re, bawo êdî tu bi dilê xwe!
Min ê ji xwe bipirsîya: Aya ez ji bo çi radihêjim vî qelemê kiz û hibrê di rûyê van kaxizên qurmiçî dikim? Ez dengî kê dikim? Min dil heye, çi ji kê re bibêjim? Û çima?
Di bingeha ramanên xwe de, gava ez romanê tînim ber tîrka meydanê, ez li pey çi me? Serçaviya min çi û çi ye? Ji kîjan kaniya hizr û baweriyê avê vedixwim û tînim wê avê bi serê peyvên xwe dadikim? Pirsa min dê ev bûya: Ez di kod û nîşeyên nav risteyên hevokan de çi û çi pîne dikim? Bi tevna xwe rismê dinyayeke çawa çêdikim? Bi tîpolojî û karekterên xwe yên kulek û lawaz, gazina çi dikin û bi ser wan re çi dibim ber çi? Aya ez çi ji bo çil ê dikim?
Min got, ez ê van pirsan nekim û li pey hindê neçim, çi îdiayên min bo vî zimanî û romana wî nîn in. Ya min tenê “heke”yek e; heke min biwêriya bipirsîya, min ê ji xwe pisr bikira; “Aya, helsûkeftên tarîxeke qerase ya binerd, mîrateyeke kumêd a çandeke qerisî û bi deng û awazeke dêrîn, min ê li bejna kîjan risteyan bifesilanda? Ma dê hibra qelema min têra çi û çi bikira?
Niha ya min tenê sawêreke sût e. Dengê min di qirikê re fetisîye. Dengbêjiya ku rism û ruhê dastanên çend hezar salan li bejna xwe dixemilandin, di van dîwanên berteng ên di “şêwran” de tepisîne. Peyv li hev narisin. Birisin jî najenin. Birûsk nadin û ji wan birûskan çirûskên geş çênabin. Şerê me yê nivîsînê şerekî dizikde ye; di zik xwe de û bêdeng.
Na. Ez ê çu carê nebêjim, “dengên jibîrbûyî”, an jî “jibîrçûyinê”, nexêr, çîroka me ya nivîsîneke pêhtî û di tenga rewaniya dengbêjiyê de, bûye pinceke jengarî û li bîra me qelibîye. Li bîra peyva me ya nivîsê.
Hayê me ji wan peyvên serîhildayî tune ye. Em nizanin bejn û bala wan çend kurt an jî çend bilind e. Tenê heke min biwêrîya bipirsîya, min ê bigotaya, “Gelo, dengê me digihêje ruhê vê axê?”
Wekî min di serî de kat kir, ev tax taxeke veder û deralî ye. Bêdeng e. Ma ji dengên qusyayî peyv çêdibin? Ma ji peyvên qusyayî raman çêdibin? Ma ji ramanên qusyayî roman çêdibin? Xasma her roman heman demê verêja ramanekê bû. Ma hewce ye, bo gotinbêjan gotinê bibêjim. Heke ez biwêriyama biaxivîyama min ê qet û qet dengê xwe nekira û tenê û tenê guhê xwe bidaya tingîniya pênûsê û rondikên wê vemaliyana. Pênûs, bi her çirka xwe neşterekê li kerxa dilî, xencerekê jî li kortika mejî dixe! Dil bi neşterê der dibe û berz dibe, mejî bi xencerê kul dibe û ji kulikên xwe şîn dibe. Wekî dendika genimî ku di zikê axê de dipişkûve û serî li sir û seqema zivistanê radike.
Lê ez nabêjim û ez ê çi tiştî nenivîsim. Li vê taxê… pêjna bêdengiyê kirasê xwe di bedena mirina me dipêçe. Em ê nebin nivîskar, hela romannivîs di xewnên şevan de jî nêzî taxa me nabe. Hîç! Ber û fêqiyê qelema me dê çi carê nepişkûve û bi zar û zimanên dî belav nebe. Naxwazim. Derdekî min ê weha tuneye. Jixwe ez nanivîsim tenê heke min biwêriya min ê çendî çend pirs ji xwe bikirana.. Hew!
20.09.2018 AMED