Berawirdkirina Du Pirtûkan
Berawirdkirina du pirtûkên dersa edebiyata kurdî, yek bi zimanê tirkî ye: Ortaöğretim Kürt Dili ve Edebiyatı Ders Kitabı, Weşana Tarih Vakfı, çapa 1. Çirîya Pêşîn 2010. çapa 2. Sibat Stenbol 2011 amadekar:Mehmet Sait Çakar, Fehim Işık, Mehmet Mehmetoğlu,Ronayi Önen, Esra Sadıkoğlu,Sami Tan; pirtûka dinê bi kurdî ye, kurmancî edebiyata kurdî pirtûka dersê, amadekar: Alî Çîftçî, J. Îhsan Espar, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Amed Tîgrîs, Weşanxaneya APEC, Stockholm 2019.
Pirtûka yekem bi piştgirîya projeya bi navê “Toplumsal ve Siyasal Çatışmaların Yaşandığı Toplumlarda Uzlaşma Aracı Olarak Eğitimin Rolu Projesi/Projeya li ser Rola Perwerdehê wek Amûrek Lihevkirinê Li civakên ku lê pevçûnên sîyasî û civakî tên jiyîn. Ji ber ku piştgirîya Yekîtîya Ewropayê bes bi rêya dewletê dikare bê girtin, lewma dewletê zimanê tirkî jî ferz kiriye. Ev encam jî nişan dide ku heta kurd mafê xwe yê dewletbûnê bi dest nexin dê her di bin astengîyan da bijîn.
Naveroka pirtûka dersê ya bi tirkî du beş in. Her beşek jî di nava xwe da dibe du beş. Ew beş jî dibin gelek bin beş. Di serî da pirtûk bi navê zimanê kurdî beşa yekem peşkeş dike. Di vê beşê da Li ser girîngîya zimanê dayîkê tê rawestin. Paşê pêwendîya ziman û çandê tê pêşkêşkirin. Di dawîya vê beşa pêşîn a zimanê kurdî da, li ser girîngîya pirçandî û pir zimanî tê rawestin. Di beşa duyem a zimanê kurdî da, li ser malbatên zimanan tê rawestîn. Bi giştî cihê zimanê kurdî di nava zimanê dunyayê da, koka wî û zaravayên wî tên pêşkêşkirin.
Naveroka beşa duyem ya pirtûka bi tirkî, li ser edebiyata kurdî ya ku li ser edebiyata devkî û ya nivîskî dube du beş tê rawestîn. Ew her du beş jî bi gelek bin beşên wek çanda devkî û cureyên edebiyata kurdî yên devkî tên ravekirin. Beşa herî berfireh ya vê pirtûkê beşa edebiyata kurdî ya nivîskî ye. Ew jî wek edebiyata kurdî ya klasik û ya modern bûye du beş. Di vê beşa pirtûkê da hindik be jî hinek nimûneyên edebiyata kurdî hatine peşkeş kirin.
Pirtûka dersê ya edebiyata kurdî (kurmancî), ji ber ku bi tevayî kurdî ye, ez dixwazim berfirehtir binirxînim. Bi tevî ku du her du pirtûkan da jî rûpelek bo alfabeyên kurdî hatîye veqetandin, pirtûka tirkî bi tene alfabeya latînî daye ber dengên navnetewî, lê pirtûka kurdî her sê (latînî, kirîlî û erebî) alfabeyên ku kurd bi kar tînin li gora rêza alfabeya latînî rêz kirine. Di beşa yekê da pêşîyê şemaya zimanên Hîndoewropî hatîye dayîn ku zimanê kurdî jî di navê da cihê xwe digire. Di binê ser nivîsa bi navê “DÎROKA NIVÎSA KURDΔ bi nexşe, tablo û wêneyên rengîn û dewlemend dîrokçeya hemû nivîsa kurdî hatiye pêşkêş kirin.
Beşa duyem bi ser nivîsa “Dewleta Osmanî û Rewşa Çapemenîya Kurdî” dîsa bi nexşeyek rengîn û gelek wêneyên dîrokî tê dewlemend kirin. Di beşa rojnameya Kurdistanê da gelek çewtî hene. Bi tevî ku gelek çavkanîyên wek teza min (Ahmed KANÎ) a masterê, li ber destê nivîskaran heye, heta mala wan ava be, vê tezê jî weşanxaneya APECê çapkirîye jî dîsa rûpelên rojnameya Kurdistanê li cihê çar rûpelî wek deh rûpel nişan daye. Dîsa agahîya ku Mîqdad Mîdhet Bedisrxan ji ber nexweşîya xwe kar û barê rojnameyê dewrê birayê xwe Evdirehman Bedirxan kiriye (Çîftçî, 2019:47), ne rast e. Belbî ji ber zilm û zora Dewleta Osmanî ya li ser malbata Bedirxanîyan e. Li cihê ku tevlihevîya bajarên rojname lê derketîye bikin, karibûna tabloya agahîyên weşana rojnameyê (Kanî, 2019:140) bidana dê baştir bibûya. Dîsa di vê beşe da, bi tevî ku agahîyên baş li ser rojname û kovarên 1908-1919an dane jî li ser wêne û sernivîsê navê rojnameya Peymanê heye, lê di nava nivîsê da bi çewtî çar caran wek “Peyam”ê navê rojnameyê guherîye. Di pirtûkek ku bo dersê hatîye amadekirin da, çewtîyên wiha divê tune bin.
Di beşa sêyem da, bi ser navê “Ji Edebîyata Klasîk ber bi ya Nûjen ve” Ekola Hawarê, agahîyên hêja bo rewşa kurd û Kurdistanê tên dayîn. Piştî lîsteya navê nivîskar û helbestvanên kurd, di derbarê kovarên Hawar, Ronahî, Roja Nû û Stêrê ku bi tîpên latînê dihatin derxistin, da agahî tên dayîn. Beşa herî berfireh ya bi navê “DESTPÊKA EDEBÎYATA MODERN” e. Di vê beşê da him romannûs him helbestvan bi berhemên xwe ra têne nasandin. Ji gelek romanan beş hatine girtin û helbestên nûjen jî cihê xwe di vê beşe da girtine.
Meriv kare bibêje ku dê xwendekarên lîseyê yên kurd çêjeke edebî ji vê pirtûkê û bi taybetî jî ji vê beşê bigirin.