1. Tekst

  2. Gotar

  3. Şeyhmus ÖZZENGİN
  4. BIBÎRANÎNA 101 SALİYA JENOSÎDA ERMENİYAN!
BIBÎRANÎNA 101 SALİYA JENOSÎDA ERMENİYAN!,bibîranîna,101,sali̇ya,jenosîda,ermeni̇yan

BIBÎRANÎNA 101 SALİYA JENOSÎDA ERMENİYAN!

A+ A-

Dîroka navbera Firat û Dicle û qiraxên van herdû çemên pîroz û gola Wanê xwedî du rûpelên dîrokî ne. Ji bona jiyana hevpar û qedîm ji Kurd û Ermeniyan re hêjaye ku em li ser bisekinin û komkujî û qirkirina van birayên me yên qedim zelal bikin.
Me got du rûpel hene: Yek jê berî ku Tirk werin herêmê û xwe bavêjin bextê Kurd û Ermeniyan...
Bila di wê qebûlkirinê de dîrok rûreş be…
Wek du gelên bira bi hev re jiyane û bi hev re parvekirine… Herêmên xwe li henber êrîş û dagirkeran parastine. Pirsgirêkên mezin di navbera van herdû gelên daneşînên vê herêma pîroz de çênebûne. Xwe spartine hev, bi hev re jiyan parvekirine bi hezar salan…
Piştî hatina Tirkan; roj bi roj herêm, bi ewrên reş re ketiye bin têna xezeban. Her ku Tirk di herêmê de bi hêz bûne, tevlihevî, gelacî û xisumet jî bi xwe re hatiye…
Ermeniyan 24ê Nîsana 1915an de wek destpêka qirkirinê pejirandine. Lê di eslê xwe de, plan û projeya qirkirina Ermeniyan bi serdestiya Abdulhemit re ji 1889 û virde dest pê kiriye…
Di serhildan a Mîr Bedirxan de Kurd û Ermenîyên ku wek Mîr û Eşîr di herêma Botan de bi hev re dijiyan; li angora îttîfaqek rêzanîn de, li angora programek federalî di nava serhildanê de cîh girtine. Çiqa Ermeniyên Stanbol û derdorê Patriyarlixê li henber vê îttîfaqê derketibe jî ev meşiyaye.
Mixabin, ev serhildan jî biser neketiye û têkçûye.
Piştî serhildana Mîrên Botan, Ermenî bûne hedef ji Devleta Elî Osman re...
Destpêka qirkirinan ji Hatay, Adana û hemû herêma Kilîkyan destpê dike. Heta 1997an nêzî 300 hezar Ermenî li vê herêmê tên qirkirin (ku di wê demê de Kalkê rojnamevan Hasan Cemal waliyê Adana bi xwe ye. Bi rewşek aktif di programkirina vê qirkirinê de cîh digire.) Dest datînin ser mal û milkên wan.
(Yaşar Kemal di romanên xwe de bahsa vê dîrokê û mal û qesrên bê xwedî dike!.)
Piştî ku Îttihad û Terarrakî tê ser hikum; bi berfirehî programek qirkirinê amade dike. Ev jî bi carekê de jenosîdek mezin derdixîne pêşiya me.
Pêşî ronakbîr, rojnamevan, şexsiyetên xwedî hêz, wekîl û dewlemend dibin hedefa vê jenosîdê. hêdî hêdî, di gund û bajaran de zarok, jin, mêr dikevin ber tirpana tirkên Osmanîyan û qefle bi qefle tên qirkirin...
Mêran berhev dikin û di "Tabûrên Emelan" (!) de didin xebitandin. Jin, kal û zarokan pêşî li kampan dicivînin û bi rê dikin. Di riyan de dikujin. Bê av, birçî û tazî terkî mirinê dikin û dikin hedef ji çeteyên haramzade re.
Hedefa vê programê pir zelal derdikeve holê: Bi jenosîdê re dest datînin ser mal û milkê ermeniyan û li ser vê xwînê, li ser vê zulmê avakirina dewletek Tirk ji xwe re kirine encam.
Piştî vê jenosîdê, sibê sedsaliya vê zulma rûreş tije dibe. Ev 101 sal e Tirk vê zilmê înkar dikin. Ev sed sal e bi derewan, li ser hestiyê mazlûman saltanata xwe dimeşînin.
Mirovatî, li ser vê axa qedim, li ser vê axa pîroz birîndar ma ev 101 sal e.
dîroka hatina tirkan î herêmê rûreşiya mirovatiyê bi xwe re anî herêmê.
Pejirandina avakirina dewletek tirk ji cîhana medenî re rûreşiyek mezin e û cesaret daye ku Tirk 101 salî vê jenosîdê înkar bikin!
Sibê sedsaliya înkarkirina jenosîda Ermeniyan bi xwe ye jî.
Divê em vê qirkirinê bibîr bînin ku hêzê nede qirkirinên nû.
Dema ku Hîtler qirkirina Cihûyan xist programa xwe; ji bîrkirina qirkirina Ermeniyan ji xwe re kir mînak.
Bi hêviya ku ji kesî din re ev mînaka xerab nebe kar.
Ez înkarkirina jenosîda Ermeniyan protesto dikim. İnkarkirina jenosîda Ermeniyan rûreşiya mirovatiyê bi xwe ye.
23.04.2017