Salvegera 121 salî ya rojnamevanîya Kurdî ye
22yê Nîsana her sal, wek Roja Rojnamevanîya Kurdî dihê nasîn. Evro 121 sal dibihurin bi ser derçûna yekem a rojnameya Kurdistanê. Niha Herêma Kurdistanê xwedîyê 1200 dezgehên mêdyayî ye di warên bihistinê, dîtinê û xwendinê de. Berpirsên evê warê dibêjin, bi tevî hebûna astengan jî dîsa mêdyaya Kurdî karîye pêşbikeve. Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî dibêje: rewşa arîşedar a sîyasî bandora xwe hebûye li ser pîşeyîbûna mêdyayê û Neqîbê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê jî dibêje: Karên baş hatînekirin û karên zêdetir jî mane.
Azad Hemed Emîn, Neqîbê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bi Kurdisan 24 re ragehand: karê rojnamevanîyê li herêma Kurdistanê baş ber bi pêşve çûye, ji alîyê bingeha yasayî û azadîyên mêdyayî, lê cihê daxêye, heya niha di pîşeya (karê) rojnamevanîyê de gelek arîşe hene, heya niha felsefeya hukimdarîyê li welatê me hêj baş mêdyayê nas nekiriye û divê kar li ser evê yekê bihê kirin.
Herêma Kurdistanê di demekê de ku salvegera 121 salî ya rojnamevanîya Kurdî bi bîr dihîne, xwedîyê 39 kenalên asmanî yên televizyonî, 125 kenalên televizyonî yên hindûrî, 160 radyo, 909 rojname û govara ye. Ev hijmara mezin a dezgehên mêdyayî li Herêma Kurdistanê gelek caran gilî û gazind bi dûv xwe re anîye. Hinek mêdya û mêdyakar pabendên yasa û rêsayên karê rojnamevanîyê nabin.
Bi nerîna birîkarê Wezareta Rewşenbîrîyê li hikumeta Herêma Kurdistanê, rewşa sîyasî ya deverê bandora xwe heye li ser rewşa mêdyayê li Herêma Kurdistanê.
Salar Osman birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û lawên Herêma Kurdistanê, dibêje: Em di rewşeka sîyasî aloz de dijîn, ku rewşeka arîşedar e, ew têgêhijtin li ba hikumetê û bi taybetî li cem Wezareta Rewşenbîrî heye ku yasayan bicih bikin û hevdû azar nedîn.
Derçûna yekem hijmara rojnameya Kurdistanê di 22yê Nîsana 1898an de, ji alîyê Mîqdad Bedirxan ve bûye xala destpêkê ji xwedîbûna gelê Kurd re, di warê rojnamevanêyê de. Ji wê demê heya niha rojnamevanîya Kurdî di gelek qonaxên dijwar re bihurîye û bi tevî hemû astengan jî dîsa berdewam bûye û bi awayekê ku Herêma Kurdistanê niha xwedîyê zêdetir 1200 dezgehên mêdyayî ye di warê bihistînê û dîtinê û xwendinê de.
Çavkanî: K24