Romanên Dîrokî
Koma Xwendinê ya Amedê, nirxandina romana BIRO ya Yilmaz ÇAMLIBEL, di 28.11.2020î da li ser zommê kir. Di vê nirxandinê da nêrînên cuda cuda derketin holê. Em ê hewl bidin ku kurteya van nirxandinan parve bikin.
Romana BIRO, li ser serhildana Agiriyê ya ku çar sal (1926-1930) bi rêveberiya Xoybûnê domkiribû, hatiye nivîsîn. Di destpêka şêwrê da Xecê mafê axaftinê girt û wiha got: “min navê nivîskar bihîstibû, lê min romana wî nexwendibû. Bi qasî ku min ji vê romanê fam kir, ev rasterast wek biyografiya malbata nivîskar dixuyê. Me berê jî romanên dîrokî xwendibû, lê nivîskar wek Erebê Şemo bîyografiyek besît nivîsîye. Em karin bibêjin ku dişibe romanên kurdî yên destpêkê. Di piraniya romanê da karekterên realist bikar aniye. Derûniya karekteran di romanê da tuneye. Bi awayek besît çîrokê vegotiye. Ew kes hat, ew kes çû. Ji hêla ziman ve gelek bêjeyên nav gel ên herêmî bikar anîye. Ev jî dê bibe çavkaniya peyvên wê herêmê.”
Piştê wê, Mamoste Husên dest bi axaftinê kir. Wiha got: “Ez ji pirtûkên wek vê hez dikim. Hunera edebî zêde tüne be jî ez ji çîrokbêjiya realist hez dikim. Ji vê hêlê ve min jê hez kir. Ez merivek hestiyar im. Ez dîsa giriyam. Ziman hinek di binê bandora tirkî da bû. Di hinek cihan da tevlihevîya navan hebû. Wek di rûpela 153yan da navê Elo û Huso tevlihev kiribû. Peyvên hevwate bi hev ra hatibûn wek yeqîn/bawerî ûhwd. Bikaranîna folklorê hin caran ne di cih da bû wek tiştanokê cara pêşîn, çend carên din di cih da hatibûn bikar anîn. Mînaka ne di cih da wek gulûsosinê ji axa xwe dûr kevin, diçilmisin. Ev j imin ra mantiqî nehat, jiber ku a xli her derî ax e. Bi tevî hin kêmasiyan jî min pirtûkê eciband. Meriv kare bi saya van pirtûkan dîroka xwe baştir nas bike.”
Piştê Husên, mamoste Seyhan dest bi axaftinê kir: “Min jî romanê eciband, ji xwe roman li ser serhildana Agirîyê hatiye ava kirin. Bi folklor û çîrokên gelêrî wek Filîtê Quto, Kerr û kulik û hwd. hatibû xemlandin. Lê bi feraseta baviksalarî hatibû vegotin. Wek ku jinan ra dibêjin, herin nan bînin, herin avê bînin. Em karin bibêjin bi awayek baş hatiye honandin. Dema min dixwend min pirtûkek ku dê bê çapkirin li ser kompîtûrê bar dikir, ku ji çîrokên berxwedana nuha ne, di sed salên dîroka kurdan da guherînên zede çênebûne. Yanî bi heman awayî dagirker û dijminên kurdan hovîtiya xwe didomînin. Di dawiyê da ez gelek hestiyar bûm. Heta 15 rûpelên dawîn min nikaribû li ser hev bixwînim. Bi navber danê, bi zorê min qedand. Nivîskar ne di nava me da be jî em spas dikin ku romanek wiha pêşkêşê me kir.”
Mamoste Murad jî wiha axivî. “Pirtûkên wiha bo kurdan lazim in, jiber ku gelek mînakên folklorîk hene divê bên xwendin. Lê ger kesek biyanî bixwîne dê çi ji vê romaê bigire. Wek mînak ji hela mekan va çi dide, ne şênber e. Diviya ku di derbarê mekan da, çiyayê Agiriyê bidaya şayesandin. Ji hela demê va jî divê agahî bidana wek dema wêjeyî nayê ber çava. Em çar salên romanê bi taybetiya dema edebî fêr nabin. Bi piranî wek kronik hatiye rêz kirin. Ji hela karekteran ve jî lewazî heye. Yanî ji xeynê nav tiştek nehatiye dayîn. Yanî taybetiyên karekteran nedaye. Wek çi cudahiya karakterên Îhsan Nûrî paşa, Biro Hesikê Têlî û Feerzende Begê heye? Gelo peyvên wek teşekur dikim, li wê herêmê hene? Bi tevî kêmaniyan jî roman xweş tê xwendin. Di encamê da bi awayek edebî nehatibû honandin. Bi awayek jimarî hatibû bi dawî kirin. Yanî îro 30, roja din 100 sehîd ketin. Ji aliye jinan ve tu beşdariya jiyanê em nabînin. Yanî jin hatine nav şer lê çi didin, çi guherîn çêdikin nehatiye honandin. Ev kêmaniya ku derûna jinê jî nehatiye vegotin derdixe. Jin jî nîvê civakê ne lê çi li jiyanê zêdekirine ne diyar e. Balafir di şer da çi kirine ne diyar e. Di beşa dawîn tenê da bombe dibarînin. Sê beşên din da tiştek nayê gotin, gelo bombe barandin an na; jiber ku ev dikare encama şer biguherîne divîya bihata vegotin. Resûke 30 şervanan anîye yan na ne diyar e. Jiber ku ger hatibin şer bi awayeke cuda ku neyên bi awayek din tê honandinê. Jiyan pir rûtîn hatiye dayin. Wek her sibe taştê tînin, paşê tê gotin derkevin emê bicivin. Pirtûk pirtûka şer e lê tiştek taybet tune, bi gelemperî hatiye vegotin. Yanî şer nehatiye teswîr kirin. Bi tevî van kêmaniya ez ê dîsa bo xwendinê pêşniyaz bikim.”
Mamoste Remzîye wiha dîtinên xwe anî ziman: “Min dît ku tiştên ez ê bibêjim mamoste Murad vegot. Jiber wê ez dubare nakim, lê edîtoriyek baş nehatiye kirin. Wek mînak di rûpela ewil da ‘bêhna axê wek parfûmek dihat’ çima parfûm. Divê bi peyvek xweştir bihata vegotin. Zêde di binê bandora zimanê tirkî da maye. Seyhan, pirsî ‘li kûderê di binê bandora tirkî da maye?’ Mînaka zelqandinê da, Seyhan got ‘zelqandin li Amedê jî tê bikaranîn.’ Murad jî got, ‘jiber ku zimanê herêmî bikar anîye em nikarin bibêjin di binê mantiqa tirkî da meye.’ Na, ez jiber peyvên herêmê nabêjim. Tiştanok, metelok û gotinên pêşiyan zêde ji tehmê derketibûn. Bi çend mînakan dikaribû bixemlanda, lê zêdebûn. Serhildana jinan xweş bû. Baş bû ku jin beşdarê şer dibûn. Her çi qasî bi zorê beşdar bibin jî.”
Di dawiyê Ahmed KANÎ wiha got: “Ez jî dixwazim li ser girîngiya vegotina edebî di dîrokê da rawestim. Bi rastî dîroka ku ji aliye dîroknasan ve tê nivîsîn, çi qasî bi awayek rastqîn jî bê nivîsîn, dîsa jî tiştek sar û rijî ye. Vegotina edebî hem bi bandor e hem jî ji hela bandorê ve bi ruh û gan dibe. Li ser vê mijarê Ahmed Guven, di romana xwe ya neçapbûyî, “Alankurdî” da, balê dikişîne ser efsaneyên cihûya ku bi hêza çîrokbêjiyê çi qasî karibûne dînê xwe xurt bikin. Mijara vê romanê di gelek pirtûkên cur be cur da, wek romana Eliyê Evdirehman a bi navê “Şer li Çiya, Şêx Zehar”, di 1989an da hatiye nivîsîn. Du pirtûkên dîroka şerê Agirîyê, wek “Kürt Davası ve Hoybun/Doza Kurd û Xoybûn”a Sureya Bedirxan, dîsa “Hoybun Örgütü ve Ağrı Dağı İsyanı/Rêxistina Xoybûnê û Serhildana Agiriyê”ya Rohat Alakomî hene. Bi tevî ku hevalan bi berfirehî vegot, ez jî karim bi van bendan beşdariya nirxandinê bikim:
1-Ji bo hela folklorîk tê da hebe, hewldanek zede ya kolajî heye.
2-Jibo berhevkarên bêjeyê sînonîm ên wek mamoste Amed Tîgrîs çavkaniyek dewlemend e.
3-Feraset baviksalarî bi awayek fîkşin (sêwrandinî) be jî di vegotinê da têk çûye, wek bêjeyek pesindana jinan bi “mêr”xasiyê hatiye vegotin.
4-Ji hela vegotina derûnî ve karakter lewaz in. Yanî çîrokbêjiyek bêruh e. Wek mînak li cihê ku “kurdên Sûriye û Iraqê beşdarê şer nebûn” hatiye nivîsîn; psîkolojiya rêveberên Xoybûnê yên mêrxas wek Osman Sebrî û yên têkçûyî jî diviya bi awayek fîkşin bihata nivîsîn.”
Bi vî awayî şêwra Koma Xwendinê ya Amedê, li ser romana Yilmaz ÇAMLIBEL a bi navê “BIRO Romana Serhildana Agirîyê” bi dawî hat.