Li Ser Helebceyê Daxuyanîya Çapemenîyê
A+
A-
Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), bi sernivîsa “Newroz di Hembêza Helebceyê de ber bi Serxwebûnê ve Dimeşe.” daxuyanîya çapemenîyê li dar xist.
Di belavoka ku li rojnamevana hat belakirin de wiha dinivîse: “29 sal berê, di roja 16ê Adara 1988an de, li Helebceya Başûrê Kurdistanê Sedam Huseyinî, bi bombebarana kîmyewî zêdeyî ji 5000 kesî qetil kirin. Piraniya qurbanîyan zarok, jin û pîr bûn.”
Îro li navenda PAKê ya li Amedê saet di 12.00an de, di destpêka daxuyanîyê de, bi xwendina Sirûda Kurdan, Ey Reqîb re, bo rêzgirtina ji şehîdên Helebceyê û Enfalê re daxuyanî hat dest pê kirin. Li dora 50 kesên rojnamevan û piştgirîyên PAKê beşdarîya daxuyanîyê kirin.
Bêjeyên Miftehî li,ser,helebceyê,daxuyanîya,çapemenîyê