1. Hemû Nûçe

  2. HEVPEYVÎN

  3. Li Rojava Bingehên Dewletbûnê Hatine Danîn
Li Rojava Bingehên Dewletbûnê Hatine Danîn,li,rojava,bingehên,dewletbûnê,hatine,danîn

Li Rojava Bingehên Dewletbûnê Hatine Danîn

Gerînendeyê me yê giştî Ahmed Kanî der barê pêşketinên Rojava de bi birêz Dr. Husnî Haco re hevpeyvînek têr û tijî kir ku em pêşkêşî we xwendevanên hêja dikin.

A+ A-

Ahmed Kanî - Bi qasî ku me ji bîranînên te, bi navê 'Tê Bîra Min' ya ji Weşanxaneya Avestayê derketibû, fêm kiriye, te hemû jiyana xwe di ber mileta xwe da serf kiriye. Hûn karin bi kurtî hinek behsa xwe bikin?

Husnî HACO - Ez di 23yê Nîsana 1940an de ji dayîka xwe re bûme, wate rojekê piştî ku Hacoyê III. Serê xwe dideyne (wefat dibe). Ji ber şîna li ser Haco, ez bi qasî heftiyekê bê guhdan dimînim. Dê û bavê min dixwestin navê bapîrê min li min bikin, lê dapîra min navê kurê xwe yê 7 salî ji Behram kire Haco.
Min xwendina xwe ya sereta, navîn û amadyî (lîsa) li Sûrî û Libnan, bidawî kir. Li Elmanya min dest bi xwendina bijişkiyê kir. Piştî 2 heftiyan ji sitandina Diplomê(Tîrmiha 1970) min xwe gihand nav rêzên Pêşmergeyan û li Nawpirdana ku baregihê polîtbîroya PDK, Parastin, Bêtêl û Nexweşxana Navendî lê bûn, bicih bûm.
Sersala 1973yan - piştî ku êdî duxtorê hikûmeta Iraqê li Kurdistanê pir bûn û pêwîstiyek zêde bi alîkariya min nema – min berê xwe carek din da Elmanya û dest bi xwendina neşteriya giştî kir (genel cerrahi). Piştî salûnîvekê min ew nîvco hişt û dîsa – piştî binpêkirina peymana 11ê Adara 1970 ji aliyê Seddam ve û destpêkirina şer di Adara 1974an – berê xwe da Başûrê Kurdistanê ta ku mixabin, me tevan gastîna şer vala hişt û bi sedhezaran sivîl û çekdaran berê xwe da Bakur û Rojhilatê welêt.
Payîza 1983yan ez û Gulşa – hevjîna min – Laleş û Hêmin - ên ku li Elmanya ji me re çê bibûn - vegeriyan Qamişlo û min nexweşxana xwe ku min navê Dr. Nafiz lê kir, vekir (Dr. Nafiz û birayê wî Dr. Nûredîn Zaza ji Madenê ne û sala 1939 bi Arif Abbas re, binxet bibûn). Ta beravêtina tevgera Başûr, piştî bûyerên Enfal û Helebce di sala 1988an de û dîsa pêlên koçberiya ber bi Bakur û Rojhilat ve, bi sedan pêşmergeyên PDK, YNK, Sosyalist, Zehmetkêşan û Hizbî Komonistî Iraq di nexweşxana min de hatin dermankirin.
Ji wê demê û bi vir ve, Gêrilayên birîndar ên PKKê, xwe li nexweşxana min girtin. Di destpêkê de hijmara wan kêm bûn – pirraniya wan di bin navê pêşmergeyên YNKê de, bi fermî derbasî Sûrî dibûn. Vê yekê astengî ji min û nexweşxanê re jî, çê nedikir. Jê û pê de ez her dem di bin çavdêriya hêzên ewlekariya Sûrî de, dimam, ji ber ku êdî hevalan bi rengekî veşartî xwe digihandin min. Rast e ku di çend salên pêşî de dezgihên ewlekariyê hinekî çavê xwe digirtin, lê vê dawiyê – piştî ku serê sîxurên dewleta Tirk li Qamişlo, li hev diket, dezgihên ewlekariya Sûrî dest bi astengiyan kir, ta asta ku vê dawiyê ez avêtim zindanê. Havîna 1995an, min û zarokan – ku êdî Perav û Agrî jî li me zêde bibûn – xwe gihand Skandinavya, pêşî li Siwêd û piştre li Norvêc bicih bûn. Ev pênc-şeş salên min in ku li Amedê dimînim.

Ahmed Kanî - Malbata te, malbata Haco him li Bakur him jî li Rojavayê Kurdistanê tê nasîn, gelo tu dikarî bi kurtî behsa serborîya malbata Haco ji me re bikî?

Husnî HACO - Hacoyê III. hîn di zikê diya xwe de bû dema bavê wî – bi navtêdana dewleta Tırk – bi destê Cimoyê Dekşûrî, hat serjêkirin. Bi baweriya min ev dijatiya dewletê ji mala Osmên re (Osman yek ji pêşiyên xuyayî yên malbata Haco bû) ji alîkariya wan bi Mîr Bedirxan re, tê. Hesen kurê Hacoyê I. bi hawara mîrê Botan li dijî êlek ereb ve çûbû û serkeftinek baş bidest xisti bû. Mîr jî destê xwe li pişta Hesen dixe û wî li herêma Torê dike yek ji hevalbendên xwe.
Hacoyê III. piştî hevrikiyek mezin bi pismamê xwe Çelebî ji Mala Serhên re, eşîra Hevêrka bi giştî dixe bin desthilatiya xwe. Martin Van Brünissenê Hollandî dibêje ku gewdê Hevêrka ew hinde mezin bibû ku wê bi Konfedrasyona Hevêrka, dide nasîn.

Piştî serhildana Şêx Seîdê Pîran, komara Tirk fermana girgirekên kurdan radike. Haco jî, piştî serhildanek ne baş plankirî li Bagokê, ya ku zû beravêtî dibe, bê çare dibe, bi beşek ji eşîra xwe re, binxet dibe.

Li vir, di demek kurt de, di nav hinin ji eşîrên kurd, ereb û xaçperistan de, bi alîkarî û – bêgoman – navtêdana Firansizan, hevbendiyek xurt, peyda dike û di rêya mandatê ferensiz re li Bêrûtê, nameyekê ji ‘’ ’Usbetil Umam’’ re dişiyêne. Bersiv li ser navê Haco – weke Cegerxwîn - di Jînenîgariya xwe de dinivîse, vedigere.
Piştî serîdanîna Haco di 22ê Nîsana 1940î de, nûxuryê wî Hesen, serkêşiya Hevêrka dike. Li herêma Cizîrê, di hilbijartinên perlemento de her dem 2 lîstên hevrikên hev, dadiketin. Yeke ereb bi serkêşiya Dihamê Hadî yê eşîra Şemmer û lîsteyeke kurd bi serkêşiya mala Haco. Hevbendiyên kurd bi Hadî re hebûn û yên ereb bi Haco re hebûn.
Weke pirraniya kurdên Rojava mala Haco jî bi xurtî piştgîrıya tevgera nemir Mele Mistefayê Barzanî kirin û baca wê çi bi zindankirin, çi bi destdanîna dewleta Sûrî ser tevahiya gundên wan, ku ew neçarî koçberiya ber bi Ewrupa ve kirin.

Piştî 15 Tebaxa 1984an pirraniya xortên xwenda yên malbatê bûn simpatîzanê Tevgera Azadîxwaz. Xwîna pakrewanê me Nayif jî tevlî karwanê azadîxwazan bû.

Ahmed Kanî - Her çi qas li ser dîroka kurdên Rojava pirtûk hatibin nivîsîn jî ez bawer dikim dê vegotina te balkêştir be. Gelo tu dikarî çi ji me re bibêjî?

Husnî HACO - Tevgera Rojavayê welêt, ne ji damezrandina PDK-S di sala 1957an de dest pê dike. Mixabin kêm têkoşerên vê beşê li ser yekemîn rêxistina xwe ranewestiyan. Rast e XOYBÛN di nav gel de pir belav nebû, lê bêgoman wê haveynê pêşî danî. Dê mijar pir fereh bibe ku ez li ser wê demê binivîsim.

Piştî 1957an bi demek ne dirêj, di nav PDK-S dubendiyê dest pê kir. Di 1959an de serokatiya wê – hema bibêje tev – hat girtin. Piştî dadgihkirinê beşek bû alîgirê Dr. Nûredîn Zaza, ku serokê rêxistinê bû, û beşê din bû yê Osman Sebrî.

Di 1965an de bûn Çep û Rast. Jê û pê de her serê çend salan şelq li wan jî diket, êdî ji Mîmoza jî xurttir perçebûnan berdewam kir. Nexweşiya li Bakur bi PDK-T, KUK, KUKSE, Rizgarî, Ala Rizgarî û hwd li ber penceşêra me, bû kuxika ewayê.

Ahmed Kanî - Rojavayê Kurdistanê, bi taybet jî berxwedana Kobanê kurdan bi dinyayê da nasîn. Der barê Şoreşa Rojava da tu dê çi ji me re bibêjî?

Husnî HACO - Berxwedana Kobanê ne ji ber xwe ve hat. Ew li ser hîmek pir asê peyda bû. Çima ev berxwedana bêhempa li vir rû da? Ev ne tenê ji taybetmendiyên kurdan û hîn giringtir ji lehengiya eşîrên Kobanê tê. Em bixwazin, nexwazin, pê re bin an li dij bin, rêbazek nû li pişt wê ye.

Li Bakur û Rojava ji ber çi bi dehan rêxistin peyda bûn û di demek kurt de tiştek bi ser nexistin û hin bi hin wenda bûn ku êdî mirov niha bi mikroskopê jî wan nabîn e, lê çima PYD ku di 2004an de hat damezrandin ev tofan rakir ku kurd di Sûrî de, di her warî de pêşengiyê bikin? Pirraniya rêxistinên Rojava nîşan didin ku ew rêbaza nemir Mele Mistefayê Barzanî dişopînin. Vêca heger rast be, ji bo çi şeş-heft serî ne?

Berî heftiyekê ez ji Rojava vegeriyam. Ew cara 6an bû ku ez bi serdan diçim wir. Li wir hemu bingihên dewletbûnê hatine danîn. Ya herî giring perwerda bi zimanê dayikê ye û ev lehiya çalakiyên wêjeyî, hunerî, ragihandin, avakirina fabrîkên biçûk û hwd.

Hîn gelek kêmasî hene, lê ya ku mirov hinekî xweşbîntir dike, destpêkirina çavdêriya kêmkirina şaşî û serîrakirina gendeliyê ye. Ya ku mirov dilxweştir dike, rexnekirina dilxwazên rêveberiyê ji karê ne li rê re ye.

Heger pirtir derî ji bo "Import û Export" re vebin û bawerî bi ewlekariyek mayinde bilindtir bibe, pêşeroja Rojava dê ronaktir bibe.