1. Hemû Nûçe

  2. #KURDÎ

  3. Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?
Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?,ji,xaka,kurdistanê,papa,çi,mesaj,dan,cîhanê

Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?

A+ A-

Nivîsa Şeyhmus Ozzengîn wiha dest pêkir:

"Miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê, di destpêka sedsala me û seranserê sedsala çûyî de tûşî rejîmên dîktator, komkujî û êrîşên tûndrev bûn, jenosîdan bûn û ev hîn berdewam e. Hê şaxekî darê ku pê bigirin û bikin hêvîyek ji xwe re a navdewletî ji vî miletî re peyda nebû. Her bi îmkanên xwe hevûdû hinbêz kirin û li henber vê zilma nerewa liber xwe dan."

Encama nivîsê jî ev bû:

"Papa Françîs sembola 1,5 milyar bawermendên Mesîhîya ye. Serokê Watîkanê ye. Peyamên ku da cîhanê:
1-Miletê Kurd miletekî resen e. Felsefeya miletê Kurd a ayînî û çandî li ser vîcdanekî pak, piralî û rahmê hatîye honandin.
2-Miletê Kurd, bi êrîşên hovane re ev carek din îspat kir ku ev felsefe û çand li ser axa Kurdistanê zînde ye û dijî. Axa Kurdistanê, axek pîroz e.
3-Aramî û piralî jîyana ku li Herêma Kurdistanê hatîye avakirin, cîhê şanazîyê ye. Miletê Kurd îspat kirîye ku bi hêsanî dikare xwe bi xwe îdare bike û hemû çand û olan li herêma xwe hinbêz bike û biparêze.
4-Asayîşa ku li Herêma Kurdistanê heye, li seranserê Rohilata Naverast tineye. Papa, wek ku li mala xwe di ewlehîyê de hat pêşewazî kirin. Ev îspata ewlehî û asayîşa Herêma Kurdistanê ye.
"
Ev jî linka wê ye:

http://www.rojnameyakurdistan.com/ku/makale/Ji_xaka_Kurdistan%C3%AA_Papa_%C3%A7i_mesaj_dan_c%C3%AEhan%C3%AA