Ededîyata Kurdî ya Klasîk
Roja şemîyê (7.12.2019), Li Şaxa Amedê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî panelek li ser Edebîyata Kurdî ya klasîk bi navê “Hetê Perspektîfa Bizavanê Edebî yê Îranî ra Wendinêke Edebîyatê Kurdî yê Klasîkî Sero”, bi axaftina Prof. Dr. Abdurrahman ADAK hat li dar xistin.
Panelîst ADAK bi awayek berfireh li ser bandora stîla Xorasanê ya li ser edebîyata Kuedî ya Klasîk rawestîya. Di berdewamîya axaftina xwe da balê kişand ser mezinîya Melayê Cizîrî di edebiyata Kurdî ya klasîk da û helbestên wî yên giranbiha ku bi stîla Iraqî hatine nivîsîn. Dîsa panelek hêja bû ku bala ciwanên kurd û jinên wêjehez jî kişandibû. Gelek jinên ku beşdariya Koma Xwendinê ya Amedê dikin jî beşdar bûn. Li ser nivîskarîya jinan a di edebîyata kurdî ya klasîk da pirsan ji panelîst kirin.
Di dawîya panelê da panelîst Prof. Dr. Abdurrahman ADAK pirtûkên xwe yên li ser vê mijarê îmze kirin.