Dewletbûna Kurdistanê
Me îro wek rojnameya Kurdistanê bo şopandina giştpirsîya dewletbûna Kurdistanê serlêdana Komîsyonî Balay Serbixwey Hilbijartin û Rapirsîyê da. Li ser avayîya sazîyê nexşeya hemû Başûrê Kurdistanê jî hebû.
Ji duh êvarê ve em li Hewlêrê ne. Li ser hemû avahîyên Hewlêra paytexta Kurdistanê, fîlemayên giştpirsîyê bi nivîsa “Belê bo referandûm û serbixwey Kurdistan” û ala rengîn, hatine xemlandin. Dema mirov li medyaya dagirkerên Kurdistanê temaşe dike, dibîne ku ew li hember mafê kurdan di nava helwesteke dijminane de, ne û hewil didin ku moralê kurdan xera bikin. Lê ew jî baş dizanin ku êdî tu kes nikare pêşîya kurdan bigire.
Wek Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gotîye, ne bi hêza leşkerî ne jî ya dîplomasî ti kes nikare pêşîya dewletbûna Kurdistanê bigire, çunkî di dilê 50 milyon kurdan de evîna dewletbûna Kurdistanê heye.
20.09.2017 HEWLÊR