1. Hemû Nûçe

  2. Rojava

  3. DANASÎN! Hunermenda Mozayîkê, Îman Hisên:
DANASÎN! Hunermenda Mozayîkê, Îman Hisên:,danasîn,hunermenda,mozayîkê,îman,hisên

DANASÎN! Hunermenda Mozayîkê, Îman Hisên:

A+ A-

Min heta niha, çar hunermend, pêkersaz û grafîker, wênekerên (Serhad Bapîr, Zoro Metînî, Fewzî Bîlge û Mîrê Hêka-Cemal Evdo) Kurd, bi hest û hunera wan danasîn.

Hunermendên Kurd, hêjayên me ne û her yek bi hunera xwe, bi beşên xwe, bi hestên xwe, beşek ji jîyana kurdewarî, xwedî hestên milî yên Kurdistan in. Beşek ji berhemên çanda kurdewarî ne.

Ev nivîsa min li ser hunermenda hêja, ku Kurd pir kêm wê û keda wê nasdikin e.

Hunermenda hêja Îman Hisên, hunermenda mozayîkê ye û wek hêsrên çava, bi xwîna kezeba xwe hunera xwe dinexşîne û dîyarî me dike. Dibe beşek ji hunera mozayîkê ya Kurdistanö. Di xetên mozayîkê de dibe tayên dîroka çand û hunera Kurdistanê.

Îman Hisên, bi delalîya xwe, bi wan tilîyên nazdar, bi hestên kurdewarî, nûra çavên xwe dixe nav hunera mozayîkê, dihone û hunera xwe pêşkêşî me dike.

Jinek Kurd, hunermenda hêja, wan perçên hûrik hûrik yên mozayîkê, bi wan tilîyên mîna findên şimê, bisebir, reng bi reng di hunera xwe de bi ruh dike û bi hestên xwe re dihone.

Mîna lêkolînerekî dîrokî, şexsîyetên Kurd dişopîne. Motîfên dîrokê di hunera xwe da bi rengan di hunera mozayîkê da bi ruh dike û bi hunera xwe mesajên xetên dîroka Kurdistanê, di mozayîka van şexsîyetên Kurd de, her yek qermîcokek, her yek xet, wek keserên dîrokî derdixe ber me û dike tayên dîrokê.

Hunera mozayîkê hunereke xwedî dîrokek dûr û dirêje. Pîspor, hunera mozayîkê, yek ji hunera herî kevnar qebûl dikin. Di dîrokê de, ji Yewnana Qufar (Antîk) û Medenîyeta Roma pir mînakên berhemên hêja yên hunera mozayîkê mane. Cihek ji warê vê hunera mozayîkê jî Kurdistan e. Bajarê kêleka çemê Firatê, Zeugma ye.

Li Kurdistanê, dijminên kurdan li henber huner û hêjayîyên Kurdistan jî bêtehamul hareket kirine û dikin.

Di warê hunera mozayîkê de, em qatlîama herî mezin li Kurdistanê dibînin. Li bajarokekî Entab(Dîlok), ku li kêleka çemê Firatê ye, muzeya herî mezin a mozayîka cîhanê heye. Navê vî bajarokî di dîroka hunera mozayîkê de Zeugma ye. Muzexaneya mozayîkê a Zeugma, di mezinaya 1700 metre çarkoşe de ye.

Ev hunera hêja ya mozayîka Zeugma bi destê serleşkererekî Roma hatîye avakirin. Ji ber avakirina bendavek ku li ser ava Firatê têt avakirin, ev muzexaneya Zeugma heta bi heta wê beşek jê jî di bin avê de bimîne. Dewleta tirkan bi her haweyî dijminatîya xwe eşkere dimeşîne.

Dîroka hunera mozayîkê diçe heta Berî Zayînê 3 hezar salan. Di dema me de jî ev huner bi du teknîkan tên meşandin. 1-Klasîk, 2-Metodên Modern.
Werin em bi hev re hunermenda hêja, ku bi qasî hunera mozayîkê xwedî dilekî mezin û ji dilê Kurdistanê qetîyaye, wenda û carek din bi hunera mozayîkê ya xwe li me vedigere, nas bikin…

Hunermenda Hêja Îman Hisên kîye?

Malbata Îman Hisên ji Kobanê, koçberî Şamê bûye. Îman Hisên, di sala 1966 an de li Şamê, ji malbatek Kurd hatîye dinê.
Îman Hisên, di bin çavdêrîya hunermend Neîm Şeleş û peykersaz Mihemed Ebû xalid de, di sala 2001ê da ji peymangeha Şêwekarî ya Qunetr li Şamê, xwendina xwe ya hunerê kuta kirîye.

Piştî kutakirina dibistanê, beşdarî pir pêşengehên hevbeş, yên herêmî û navdewletî bûye.

Di sala 2001ê da li Îtalyayê, bajarê Vîrona, beşdarê pêşengeha ku ji bo hunera Mozayîkê li dar dikeve bûye.

Di sala 2002an de beşdarî pêşengeha hunera mozayîkê ya Brîtanya, ya li bajarê London bûye.

Di sala 2004an da li Mixribê beşdarî pêşengeha mozayîkê bûye.

Di sala 2007an da beşdarî Mihrîcana Mesqet bûye.

Di sala 2017an da beşdarî pêşengeha hevbeş ya hunermendên Şêwekarên Nemsa/Wîyana bûye.

Di sala 2018an da beşdarî pêşengeha hunermendên Sûrîye a ku li Swêdê, bajarê Sanfîkîn bûye.

Kar û hunera Îman Hisên li van welatan hatîye hilbijartin; Îtaliya, Birîtanya, Sûrîye, Rusya, Seltenata Omman, Swêd û Başûrê Kurdistanê.

27.07.2019

Şeyhmûs Ozzengîn