Covid 19 û Derfeta Online
Li ser rûyê gerdûna ku em lê dijîn, zîndewerê herî zîrek meriv e. Di her mercî da ev merivê zîrek xwestîye xwe biparêze. Ev azwerîya xweparastinê dem dem karesatan jî çêdike. Wek nuha balansa gerdûnê ber bi bêserûberîyek gewre ve diçe. Em her roj li ser çapemenîyê dixwînin ku pêşgirîyên pêwîst pêk neyên di navbera çend dehsalan da dê gerdûn hilweşe.
Em dev ji pêşbînîyên bedbîn berdin û werin ser mijara xwe. Di 11ê Adarê da mamoste Osman peyamek bo mamostetîya kurdî li ser koma whasappê parve kir. Min jî peywirê qebûl kir. Lê mixabin covid 19ê nehîşt em rû bi rû ders bidin. Me di 25ê Nîsanê da dest bi dersan kir. Em niha ji hefteyê rojek bi qasî du saetan li ser zoomê ders didin.
Di 22yê Nîsanê da, roja 122. salvegera derketina rojnameya Kurdistanê Îbrahîm Seydo Aydogan li min gerîya got ku bernameya Kurdolojî Online heye, ger tu bipejirînin em îşev dixwazin te bikin mêvanê xwe. Min jî qebûl kir. Paşê min jî şopand û ji vê bernameyê gelek sûd wergirt. Ev bername bo perwerdekirina mamosteyên kurdî bû. Meriv kare bibêje ku kesê bi rêk û pêk vê bernameya zanistî şopandine gihîştîne gelek çavkaniyên PDFyên kurdî û têra xwe sûd jê girtine.
15ê Gulanê roja 88. a salvegera derketina kovara Hawarê bû. Ev roj ji 2006an ve wek roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin. Ev roj ji alîyê gelek saziyên kurdan (Platforma Zimanê Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Weqfa Mezopotamyayê û hwd.) ve hat pîroz kirin. Di bernameya Tora Ziman û Çanda Kurdî da ku ji aliye gelek televîzyonan ve bi zindî dihat weşandin, dîmena herî bi bandor ya ku li bin ala Kurdistanê ya ku cara yekem ji aliye komeleya Xoybûnê ve hatibû amadekirin, Sînemxana Celadet Bedirxan û Ferda Cemîlpaşazade rûniştî bûn, bû.
Ev bi salan e em komên xwendinê li ser berhemên kurdî gotûbêjan li dar dixin. Lê piştî Covid 19ê me biryar da ku bi awayek online karê xwe bimeşînin. Niha gelek kom bi hev ra vî karî dimeşînin. 10ê Gulanê nirxandina yekem li ser romana Kamran Simo Hedilî ya bi navê Pejna Baranê bû. Di 21ê Gulanê da jî şêwra romana Cihan ROJî ya bi navê “Mala Baz” dê bê lidarxistin. Malpera diyarnameyê jî bi vê linke: http://diyarname.com/news.php?Idx=41972 wek nüce weşandîye.
Em hêvî dikin ku wêjehezên kurd beşdarê vê gotûbêjê bibin.